Muderis Mela Nûredînê Şêx Sahib

Mela Nûredînê Şêx Sahib, bi nasnava xwe ya dî Şêx Nûredînê Şêx Sahib sala 1945’ê li gundê Serdehlê yê Cizîrê ji dayik bûye. Nav û paşnava wî Nurettin Varol e. Kurê Şêx Sahib e.
Li cem Şêx Seyda, Şêx Muhemd Nurulah Sehyda, Şêx Fexredîn, Şêx Qutbedîn, Şêx Xelîlê Serdefî, Şêx Mustefa Doğubeyazîd, Mela Ebdulah Bilge perwerdehî kir.


Piştî ku perwerdehiya xwe temam kir, serê pêşî li gundê Firfêlê yê Hezexê dest bi melatiyê kir. Paşê li gundê Behmûra Cizîrê, li gundên Yuvalı û Oyalî yên Hezexê, li gundê Gite yê Silopya bi giştî 30 salan wezîfeya melatiyê berdewam kir. Li wan deverên ku melatî kirî her wiha ders jî daye feqiyan.
Piştî wezîfeya 30 salan xanenişîn bû û li navenda Cizîrê bi cî bû.
Di 14-10-2018’ê wefat kir, li cebaneya malbatî ya Cizîrê hate veşartin.
Zewiciye û babê 10 zarokan e. Navê zarokên wî: Safiye, Nihayet, Necat, Fahite, Helime, Amine, Muhemed Emîn, Meryem (Wefat kiriye), Fatime , Muhammed Nesim.

Berhemên Wî:

1,Dîwaneya Resûlê Ekrem
2,El-Hecc û we ez-Ziyare
3,Feraiz (Nezm)

Jêderk: Kurê wî Birêz Muhemed Emîn

Ev nivîs ji pirtûka  Abdulkadir Bingöl ku hêj nehatî çapkirin a bi navê “Gulê Baxê Îremê Botan” Mûderisên Botan hatiye wergirtin.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *