Ev pirtûka bi navê ”Kîtabus-Sîseban” a bi tîpên erebî, ji aliyê Zeynelabidin Zinari ve hatiye tîpguhaztin û ji aliyê Pencinar Weşanxaneya Çanda Kurdî ve li Stockholmê hatiye weşandin.
Pirtûk bi tîpên erebiyeke ciwan hatiye nivîsandin, helbestên wê xweşxwîn, zelal, bi kêş û qafiye, bi nikl û rewan in. Tê de 431 malik hene û tevek 100 rûpel e.
Diyar e ku gelek nusxeyên Sîsebanê bi kurdiya kurmancî hene. Lê xwediyê vê nusxeya ku Zinarî veguhaztiye latênî, ne diyar e.
Her kes dibêje ”Newala Sîsebanê” lê gelo ev newal li kurê ye?
Bi erebî ji newalê re dibêjin ”wadî” Lê Sîseban navê geliyekî şên e ku niha di nêv nexşeya Ermenistana îro de ye û nêzê sînorê Ezerbêcanê ye.
Leşkerên Îslamê (dema Xelîfe Umer) xwestine ku Geliyê Sîsebanê jî vegirin, lê pêrgê şerekî giran bûne û leşkerên Îslamê şkestineke mezin xwariye. Piştre sehabe Elî çûye hewara leşkerên bisilman û Gelî vegirtine û desthelatiya Îslamê li wirê serdest kirine.
Li gor hin çavkaniyan, wê demê Geliyê Sîsebanê di destên Kurdên Şedadî de bûye.
Eynelabidin Zinar vê nusxeya Sîsebanê ya bi tîpên erebî jî bi vê nusxeya xwe ya bi tîpên latênî re daye çapkirin. Beşa bi tîpên erebî li aliyê rastê cih girtiye û ya bi tîpên latênî jî li aliyê çepê ye. Bi vî hawayî, wê kesên xwenasê herdu alfabeyan jî karibin bixwînin.
Bi hêviya ku ev berhem sûd bigehîne Çanda Kurdî û pê refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî şêntir bibin.
Stockholm 16/ 04/ 2019
Rojeva Kurd