Piştî Auschwitzê Helbest û Piştî Kobaniyê Roman – Hamid Omerî

Hamid Omerî

Ji bo edebiyatê du navên sereke Walter Benjamîn û Jorge Luis Borges behsa çîrokbêj û çîrokbêjiyê dikin. Borges axleb ji bo helbestê behsa kêmasiya çîrokbêjiyê dike û dibêje pêdiviya şair bi epîkê heye. Li gor dîtina wî, ji ber çîrokbêjî weke tecrubeyekê di bîra însan de cih girtiye, însan, ji çîrokbêjiyê û guhdarkirinê têr nabin. Walter Benjamîn jî di nivîsa xwe ya bi navê Çîrokbêj de li ser heman xalê disekine û dibêje ji ber aliyê tecrubêyê yê epîk mirî ye çîrokbêjîyê hukmê xwe wenda kiriye. Nexwe digel hemû jenosîd, qetlîam û êşên giran heqîqeten çîrokbêj dê nikaribe vebêje? Helbet, îro eger bes bi deşîfrekirina deng û montajkirina dîmenan be guhdar û temaşevan wê tî biçin ser avê û ji wir dîsa tî vegerin şûna xwe. Lewma çîrokbêj herwekî wê tecrûbeya xwe ya dîrokî dê zimanê xwe şil bike û her car hazir û amade derbikeve ser dikê. Jan Dost di Kobaniyê de tevî taybetmendiya çîrokbêjiyê ya epîk hukmê çîrokbêjiyê dîsa li dar dixe û tîna vê daxwazê dişkêne.

Heta xwîna zimanê kurdî jê nekişe helbet dê vebêjer û çîrokbêjên modern bi zimanê kurdî dê ji me re heqîqeta heyama xwe li gor terhên cureyên nû vebêjin. Çimkî nivîskar çiqas bi usûlên edebiyatê tevbigerin jî bivênevê şahidên dem û heyama xwe ne. Lewma nivîskarê di hêna xwe derdixe û dibe şahidê dîrokê, dikare rihekî taybet bide wê hêna têderxistî. Helbet di hêna vê şahidiyê de dibe, di bin siya rihê Zhdanov û Stalîn de daxwaza ji nivîskar ya were li gor nirxên “partî”yê bibe alîgir û “xizmeta gelê xwe bike” weke agir nivîskar bişewitîne jî. Doktrîna rastiya sosyalîst vî emrî dida nivîskar. Di rastiya vir de “Azadî” û “Gel” digel hemû dubarekirinan herwekî metayekê tesîreke şîdetê ya bilêvkirinê di xwe de bihundirîne jî têr nake û dilê daxwazkar, piştevan û alîgirên xwe xweş nake. Eger ev daxwaz weke ewrekî reş bigre ser rihê edebiyatê dê metnên dersdayînê û bi sloganan dagirtî xwe bi xwendekaran bidin xwendinê.

Lêbelê nivîskarê karibe di bin ewrên reş de sayîbûnekê bibîne dê bikaribe wê birqonekiya parodîk ya însaniyetê îfşa bike. Helbet di vir de ji ber mijara me Kobanî ye û romana nû ya Jan Dost a bi heman navî ye ya divê lê bê miqatebûn û li ser wê bê hûrbûn şîdet e.

Di vê babetê de bivênevê dîtina Theodor W. Adorno wê bê bibîranîn. Adorno, nivîsandina helbestê ya piştî Auschwitzê weke hovîtîyê bi nav dike. Helbet piştî gotina Adorno, şair jî nivîskar jî nesekinînin û derbarê Auschwitzê de helbest jî kitêb jî hatin nivîsandin. Adorno dixwest balê bikişîne ser wê şîdeta derîedet ya li Auschwitzê hatiyê jiyîn ya lazim e ji maneya wê neyê xwarin. Bi vî rengî şîdeta li Kobaniyê rû da ya li ber çavan ne şîdeteke normal bû. Kobanî bi awayeke zindî li ber çavên hemû dinyayê hate dorpêçkirinê. Faşîzma Hîtler li Auschwitzê bi dizî (di)kir hovîtiya xwe. Ew hovîtî bi riya şahidan û bîranîn û lixwemikurhatinan aşkeretir bû. Lê DAIŞ û xwediyên wê, hovîtiya xwe ne bi dizî baxusûs aşkere kirin. Herwekî tê zanîn di destpêka Dîroka Zindanê de M.Faucault, tîne ziman ku berê îşkence aşkere bûye. Piştî damezrandina zindanan îşkence bûye weke mahremiyeta sûcdar û li hundir bêyî kes bibîne hatiye pêkanîn. Li Kobanî û deverên din DAIŞê bi kiryarên xwe yên tund yê selefîtiyê weka ji sedan sal berê derketibe û hatibe hovîtiya xwe li ber çavên însanan û kamerayan pêk (di)anî. Li ber çavên gel girtiyan da mehkemekirinê û biryara serjêkirina wan da. Vê biryarê jî demildest li ber çavê însanan pêk dianî. Bi vê re tirs û xofekê (di)xistin dilê însanan. Herwekî wê destpêka tund a Faucault ya di Dîroka Zindanê de behsa wê dike.

Berhema li ber destê me jî piştî berxwedana li hember hovîtiya DAIŞê hat nivîsandin. Nîqaşên biecele yên li ser berhemê beriya xwendinê dest pê kirin. Helbet hem ji ber mijarê hem jî ji ber pêvajoyê diyar e dê nîqaşê bidomin.

Di vê mijarê de piştî xwendina romanê pirsa sereke bi raya min ev e: Gelo bi riya nivîsandina Kobanîyê hovîtiya DAIŞê ya li Kobaniyê pêk anî bi estetîzekirina edebiyatê bêtir hate fahmkirinê an bi riya edebiyatê nerm bû? Gelo êş û bedêla cangoriyên Kobaniyê bi riya estetîzekirinê xisarekê dibîne an nabîne? Pirs belkî bi hebûna xwe jî tahl û ne xweş e lê ya Adorno destnîşan dikir bi îhtîmaleke mezin ev tahliya nermkirina şîdetê bû. Li aliyê din nenivîsandina wê êş û şîdetê jî nermbûn û şîdeteke din ya li hember bîrê û dîrokê ye. Loma çawa mafê êşê yê xeberdanê hebe (parta ewil ya epîk) herwiha mafê xeberdanê yê derî, kavil û goristanên Kobaniyê jî heye (parta duyem ya otobiyografîk). Ya girîng di vî warî de nemehrûmhiştina mekan/Kobanî û helwestê/berxwedanê ye. Bi dawîlêanîna xwendinê re û bi derbasbûna demê re dê edebiyat û xwendekar biryara xwe bide ka ev ji destê şahid hatiye an nehatiye.

Ji ber em li ser berhemeke edebî; li ser romanekê diaxivin ne mumkin e em bi temamî li gor xusûsiyetên şahidbûnê bimeşin. Çimkî ya behsa wê tê kirin tişteke çêkirî ye. Ya zorê dide me rastiya vê meselaya çêkirî ye. Niha Kobanî, bajareke xeyalî bûya, li wir berxwedanekê xwe nedabûna der dibû me xwe ji ser vê mijarê qevasî ser mijareke din bikira. Lê sedemê kûrbûna me şahidbûna me bi xwe ye jî. Em hem li wir bûn hem jî ji wir dûr bûn. Me bombebarankirin, dorpêçkirin, koçberbûna Kobaniyê bi zindî temaşe kir. Bi vî rengî em li wir bûn û me dît. Lê em ne li nava bajêr bûn, me xwe neda ber kavilê malekê û keç û xort li ber çavên me li erdê neketin. Bi vî rengî jî em ne li wir bûn. Lê herçiqas mijara berhemê ji serî heta binî ji jixwedeçûneke çend deqîqeyan binizile jî rastî ye. Çimkî Kobanî bi aliyekê xwe epîkeke nûjen be bi aliyekê xwe yê din jî romaneke otobiyografik e. Nivîskarê li Esenlera Stenbolê bi qasî çend deqîqeyan ji ser hişê xwe diçe di nav kavilên Kobaniyê de me li zarokatî, xortanîya xwe dike şahid. Li hêla din trajediya ku navê wê bûye roman û barê giran ê bi sedan sal e ji ser pişta miletekî nayê xwarê bi çîrokbêjiyeke nû ketin-neketin û berxwedana Kobaniyê nîşanê me dide. Ji lewma Kobanî bi terha xwe tişteke çêkirî be bi navê xwe, bi mijara xwe, bi çîroka xwe, bi karakterên xwe, bi encama xwe heqîqet e.

Vêca madem bivênevê em behsa heqîqeta em jî bi awayekî bûnin temaşevanê wê dikin şahid kî ye û di hêna bûyerê de li kû bûye? Bersiva nivîskar a vê pirsê di berhemê de xwe rasterast dide der:

“Ew kîjan romannivîs e ku ceger bike xwe bide nava vê mijarê! Ma Kobanî bajarek wisa ye ku her kesek destê biavêje qelemê û bibêje ez ê romanekê, ez ê helbestekê derbarê perîşanî, berxwedan û malwêraniya wê de binivîsim!

Kesê ku bayê Miştenûr neketibe pişika wî, ji ser Girê Kaniyê ve nedîtibe bê çawa roj li pişt Qûça Hecanan diçe ava, kesê ku dengê kenê keçikan nebihîstibe gava hirî di nava ava Kaniya Ereban de dişûştin, kesê ku payîzan xwe neda be ber mezrîb û şirrikên Camiya Seyda, kesê ku di ber xeta trênê re li nav darên tûyan bi kêf û bi tirs nemeşiyabe, kesê ku …kesê ku axa Kobaniyê dê û bav û bira û pismam û dotmam û ap û heval û cîranên wî hembêz nekiribe çawa dikare behsa vî bajarî bike!

Ma tenê ew tivinga di destê şervanekî de ye qey! Ma tenê ew çîroka şerekî giran e qey!” (r.337-338)

Nivîskar bi van hizrên xwe weka dixwaze bersiva xalên sereke yên şahidbûnê yê Paul Ricoeur ên ku di Bîr, Dîrok û Jibîrkirinê de rêzkiriye de bide ku ew xalên şahidiyê ev in: Baweriya bi fail, Liwirbûna şahid, Bawerîbixweanîn, Wêrekiya herin ji ê din jî bipirsin, Dubarekirina şahidiyê, Ji sedem îstîqrara şahidiyê avadankirina sazîbûnê. Ricoeur destnîşan dike ku carinan şahidên dîrokî kesên dê li wan guhdar bikin û baweriya xwe bi wan bînin qet’iyen nikarin peyda bikin. Ji jêgirtina jor ya ji romanê diyar e Jan Dost, şahid e, bawerî bi xwe tîne, wêrek e, dikare heta dawiya emrê xwe bibe şahidê Kobanîyê. Û helbet ji ber şahidiya wî çi xeyalî çi çêkirî bûye metneke edebî û êdî li ber destê xwendakaran e dê cimaet û girseyeke mezin ya ku lê guhdarî bike û jê bawer bike jî ji niha pê ve êdî heye.

Taybetmendiyeke din a vê berhemê jî herçiqas yekemin romana Kobaniyê be jî alternatîfbûyîneke din a çîroka berxwedana Kobaniyê li ber çavan radixîne. Lewra di hêna berxwedana Kobanîyê de digel hemû şahidiya tazî ya bi riya ekranan ji xeynê “berdevkan” û agahiyên li ser şer û herbê, ilm û agahê me ji qewimîna li wir çênedibû. ‘Şahid’ bi piranî li ser navê îdeolojiyekê weka ji bo qanekirina me behsa zanist û teoriyeke nû bikin manîpulatîf û xwedî xeyalên nepixandî bûn. Bi xwendina Kobanîyê bi riya şahidekî din digel hemû endîşeyên estetîzekirina şîdetê xwendekar, bi çavekî din bi vîzoreke berfireh ji nava Kobaniyê derfeta nihêrtina li meseleyê dibîne. Gelo ew endîşe xwe çawa dide der ji bo baştir bê dîtinê pêdivî bi nêzîkbûna li metnê dibîne.

Merhemeta zêde ya bo Ebû Tariq ya jî şîreta Adorno!

“Ziyadê ku digotinê Ebû Tariq gulleyeke berda serê şervanekî birîndar ê ku hîn diliviya û ew sar kir, pehînek li cihê birîna wî da û bi peyva “kafirê heram” re jê dûr ket û çû li pîkaba xwe siwar hat û da ser rêya Kobaniyê.” (r.273)

Zilm û şîdeta ji zirbavê xwe dibine, şoreşa li Tûnisê, daxilbûna wî ya li şoreşê û tev li buna wî ya DAIŞê… Nivîskar bi riya çîroka wî û pisîka wî ya bi navê Şeqra dilê xwendekarê xwe bi awayekî bi vî karakterê xwe dişewitîne. Endîşeya estetîzebûna şîdetê bi vê dilzîzbûn ya di vê mijarê de xwe beloqî dike. Lewra piştî hatina xwe ya Kobaniyê ku êdî tê zanîn, Ebû Tariq bi rihetî gulleyan berdaye serê şervanan û carek be jî serê şervanan jêkiriye dikeve nava derûniyeke lixwemukurhatinê. Derdikeve ku Ziyad, hevalê Hemêyê Hec Muslimê Hemziravê Mihacir e ku bi hev re li Tetawînê bîr kolane. Ebû Tariq, li Kobaniyê bi dîtina hin dîmenan û bi riya bîranînên xwe weke marek dibine û dixwaze kirasê xwe biguhere. Di taliyê de Jan Dost, Ebû Tariq dibe mizgeftê û bi awayekî pirr edebî wî dide kuştinê:

“A niha berê min kete ke’beya heqîqî. Qibleya rasteqîn.” Mîna ku nimêjker çawa diçin ruku’ê wî jî xwe daqûl kir. Lûleya tivingê xwe li ser dilê xwe yê ku bi xurtî lê dida danî, qûndax jî danî ser sicadeya di mîhrabê de. Bêyî ku tiştekî din bibêje tiliya xwe ya mezin danî ser tetikê û guvaşt.

Bi reqîniya sê gulleyan re hate xwarê.

Xwîna wî bû sicadeyekê û ew li ser çû secdê.” (r.299)

Bi xwendineke pozîtîf şîreta Adorno tîne bîra meriv mirina estetîk ya Ebû Tariqê gelek kesan bêyî xofekê biavêje ser dilê wî kuştiye û heta serî jî jêkiriye. Adorno, di nivîsara xwe ya bi navê Perwerdeya Piştî Auschwitzê de dibêje ji bo careke din Auschwitz neyê jiyîn divê sûcdarên Auschwitzê bi riya hemû şêwazên zanistî; baxusûs bi riya psîkanalîzê bêne analîzkirin. Adorno lê zêde dike û dibêje lixwemikurhatina kesên wiha dê zehmet be. Niha Jan Dost, Ebû Tariq, lê mikûr tîne û bi ‘mirineke delal’ wî verê dike! Piştî vê lixwemikuranînê û vê ‘mirina delal’ ew endîşe serê xwe ji deriyê hesin ê mala Hec Muslimê Mihacir bitirs nîşanî meriv dide.

Di heman demê de Rewşenê li ber dîwarekî li Kobaniyê tê kuştinê. Bi dê û bavê xwe re bi devoka Kobaniyê diaxive lê di nameyên xwe de û di nava şervanan de herwekî vebêjer! Baranê bi Bazarovbûna xwe ji hemû karekteran bêtir balê dikişîne yê ku ji DAIŞiyan bi xwe re jî dibêje “Ev ne tenbûr e baxleme ye” bi reseniya xwe çiqas delal be jî serê wî li Reqayê tê jêkirinê. Ne digihîje Sosina xwe ne jî bi baxlemeya xwe dibe xwedî CDyek. Mistefa herwekî çîrokên li leşkeriya bakur ji serê banekî dikeve û dimre. Ne digihîhje xanima xwe ne jî dê û bavê xwe. Metînê gerilla yê wêneyî wî bi dîwarê odeya malê ve daliqandî ye tevî hevalên xwe di berxwedana Kobaniyê de canê xwe dide. Lewendê pêşmerge li başûr di çûna çeperên şer de li ser pîkabê bi gulleyekê canê xwe dide. Ne dighîje dê û bavê xwe ne jî ligel xweziya xwe ya zêde nikare tev li refa pêşmergeyên ku bi hawara Kobaniyê diçin bibe. Xedîce ya xwende tevî mêr û zarokên xwe koçber dibe. Zarûk û mêr di behrê de ew jî li nexweşxaneyeke li Ewropa…Hemû xwedî cehdeke taybet in lê hema bêje li ti kesî nateqînin. Mirina Ebû Tariq ya bi şefqet û merhemet lê mirina hemû endamên mala Hec Muslimê Hemziravê Mihacir ku herwekî nexşe û nasnameya Kurdistanê ya bi sosret!

Roman çi bû? Gelo ji dil jî roman “Destana wê dinyaya Xwedê ew terikandibû bû!” Nexwe Kobanî, ne belgefîlmeke ku bi riya montajê hatiye avakirin e. Li Kobaniyê Mihela Seyda jî tê de mizgeft çiqas pirr bin jî qetl û qîtal a hatiye jiyîn dide nişandan ku xwediyê malê bi xwe jî li mala xwe nîn e lê belkî ew jî herwekî me ji dûr ve temaşe dike. Kobanî ji nû ve vejandin û avakirina Kobanîyê ye. Jan Dost bi Kobaniyê bi avakirin û duristkirina pêşangeha karekteran û fikran xwedî roleke demokrat dilîze. Naxwaze neheqiyê li ti kesî û li ti fikrê bike ku ev endîşeya me hinek behsa wê kir bide der jî.

Kobanî bi seyra xwe qehremanî be jî di taliyê de têkçûneke trajîk ya bi navûdeng e. Digel hemû gotinên ne xweş yên beriya çapê yên derbarê Kobaniya Jan Dost de ger em rastiyê bêjin kesên herî pazîfezekirî pêşmerge ne lewra her behsa rewşa wan a li Şingalê li dar e. Heta hatina hawarê ya pêşmergeyan a Kobaniyê jî têra xwe cih nabîne. Yên herî wêrek jî herçiqas ji fahmkirina xwe ya îdeolojîk pirr sar û hişk xuya bibin jî şervan û gerilla ne. Lazim e bê gotin gava nêrînên îdeolojîk ê partiyan ji holê radibin Kobanî jî nîşan dide kurd dikarin bikevin milên hev û bi rûkenî li hev binêrin.

Ji bo pîrtûka Kobanî bidestbixin bitikînin…

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply