Oryantalîst û xebatên wan yên li ser Kurdolojiyê

Herêm, çand, ziman û folklora kurdan ‘çiqas bala biyaniyan kişandiye û li ser van çiqas xebat hatine kirin,ajansa Sputnik Kurdistanê kesên Oryantalîst û xebatên wan yên li ser Kurdolojiyê kirinê berhev kir.

Rojhilata Navîn ji kengê de û bi çi awayê bala rojavahiyan kişandiye em nizanin. Herçiqas ên wekê Napolyon û Marco Polo di dema xwe de li gelek ciyê rojhilatê geriyabin jî, ger û keşfên berfireh, di sedsalên 18 û 19an de bûne. Lêkolînerên rojavayî, demek dirêj tenê ji bo sedemên ekonomîk rêya xwe bi herêmên kurdan xistin, lê piştî wextekî milletên rojhilatê ji aliyê çand, ziman û baweriyê ve bala oryantalistan dikşîne. Ev hal jî, bû sedem ku milletê kurd bê nasîn.Kurdolojî bi serê xwe beşek fireh e. Di navê de mijarên wek çand, ziman, folklor, dîn, etmolojî, etnografya hene. Evana hemî, di nav komxebata kurdolojiyê de tên qebûlkirin.

‘MARCO POLO (1270-1280)’

Xebatên ku li ser kurdolojiyê hatine, kirin bi xebatên oryantalîstan dest pê dike. Li derdora salên 1270-1280 Marco Polo gerek berfireh di Rojhilata Navîn de dike. Bi vî awayî rêya wî di gelek bajarên Kurdan re jî derbas dibe. Polo ne ew kes e ku li ser kurdan xebatêkê kurdolojiyê kişriye, ji ber kevintirîn kes e ku behsa herêma kurdan dike me li vir behsa wî kir.Polo bi taybetî behsa kurdên xiristiyan ên ku li çiyayê Mûsulê dijîn dike. Ev behskirin û balkişandina Marco Polo li Kurdistanê dibe sedema xebatên mîsyoneriyê jî. Yek ji wan kesên ku bi wezifa mîsyoneriyê tê û demek dirêj li Kurdistanê dimîne û li ser zimanê Kurdî xebat dike, Maurizio Garzonî ye.

‘MAURIZIO GARZONÎ (1769-1787)’

Maurizio Garzonî, di navbera salên 1769-1787an de nêzî hîjdeh salan li bajarê Amediyê, (ku îro di nava sînorê Kurdîstana Başûr de ye) maye. Çawa ku me li jor jî anî ziman, çûyîna Garzonî ya Kurdîstanê bi niyeta mîsyoneriyê bû, lê belê dema ku li wir dimîne li ser zimanê Kurdî xebatên baş dike.

Diroknas Mehrdad İzady di kitêba xwe ya ‘Bir El Kitabı Kurtler’ de wiha behsa Garzonî dike “Garzonî rahibek Îtalî bû hîjdeh salan li Amediyê maye. Wê demê xebatên li ser Kurdî bi piranî karê mîsyoneran bû. Garzonî bi qasê ku Încîlê wergerîne Kurdî, di Kurdî de pispor bû.” Garzonî di vê deme de li ser çand û zimanê Kurdî gelek agahiyan berbihev dike.

Garzonî, vê xebata xwe di sala 1787an de li Îtalyayê çap dike. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Beşek li ser rêzimaniya kurdî ye, ya din ferheng e. Ferheng, Îtalî-Kurdî ye û ji nêzê 4.600 peyvan pêk tê. Rêzimaniya Garzonî, li ber asta zimanê Kurdî ku îro tê de ye kêm e, ez vê kêmasiyê ji bo ferhengê jî dikarim bibêjim. Lê belê ji ber ku nêzê dused û bîst sal berê bi destê yekê biyanî ve hatiye nivîsandin, xwediyê qiymeteke mezin e. Ev xebata ku beriya 200 salî li ser kurdî hat kirin, ji gelek xebatên kurdolojiyê re bû pêngavek girîng. Ji ber vê di kurdolojiyê de ji Garzonî re ” bavê kurdolojiyê” tê gotin.‘ALESSANDRO CALETTÎ (1928-1985)’

Xebata Garzonî ji hela yekembûnê de girîng e. Lê belê ew kesên Îtalî bûn û li ser Kurdî xebat kirin tenê ne Garzonî bû, yek ji wan Îtalyanên ku li ser kurdî xebat dike Alessandro Calettî ye.

Alessandro Caletti, di salên 1968-1972an ya de çar sal li Herêma Kurdistanê dimîne. Calettî jî wek Garzonî him li ser rêzimaniyê û hem jî li ser ferhengê xebat dike. Xebata Caletti ji du cildan pêk tê. Cilda yekem ya ku li ser rêzimaniyê ye, di sala 1984an de diqedîne. Lê mixabin cilda dudiyan beriya ku biqedîne wefat dike.

‘Prf. FERDINAND JUSTÎ’

Di wê demê de li Almanyayê jî li ser kurdolojiyê çend xebatên dirokî dihatin kirinê. Prf. Ferdinand Justi demek dirêj li herêma kurdan ya rojhilat, li ser zaravayên kurdî xebat dike. Ferdinand li ser hemû zimanên Îranî lêkolîn dike, lê belê ji ber ku demek dirêj li Urmiyê dimîne zimanê kurdî gelek bala wî dikişîne. Li ser çanda Kurda jî gelek agahî berbihev dike.Prf. Ferdinand vê xebata xwe di sala 1880an de bi navê “Kurdisch Gramatik” çap dike. Ferdinand di vê xebatê de ji aliyê etîmolojîk ve jî gelek tesbîtên girîng dike. Îdiaya Ferdinand ya herî balkêş ew e ku dibêje “di nava zimanê Îranî de kurdî zimanek bi serê xwe ye û xwedî ciyek taybet e.”

‘ELY BAMISTER SOANE (1904- 1910)’

Ew kesê ku bi taybetî li ser zimanê Kurdî xebat kiriye, Ely Bamister Soane ye. Soane bi weziya dîplomatîk li Bexdadê û li Duhokê di navbera salên (1904- 1910) de şeş sal dimîne. Di vê demê de zimanê Kurdî bala wî dikşîne û ji bo hînbûna zimanê Kurdî dixebite. Lehçeya kurmancî baş hîn dibe û li ser Kurmancî xebatên rêziman û etmolojîk dike.Soane, ev xebata ku li ser kurdî dike di sala 1913an de li Londra bi navê “Gramer Of The Kurmanji” (Rêzimaniya Kurmancî) çap dike. Şeş sal piştê vê xebate Soane li Bexdadê bi navê ” Elementry Kurmanjî Gramer” (Destpêka Rêzimaniya Kurmancî) xebatek din jî dike. Ev herdu xebat jî li Brîtanyayê ji bo xebatên li ser kurdolojiyê du mînakên girîng in.

Ekrem Malbat
Sputnik Kurdistan

Derbar Rêvebir

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply