Mewij Gelo Kêrî Çi Dikin

Hat diyarkirin ku mewij sîstema parastinê ya laşê mirovan bi hêz dike û stresê jî kêm dike.

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zîreatê yê Zanîngeha Selçûkê (ZS) Doç. Dr. Alî Sabir di daxuyaniya xwe de got ku mewij ji bo tenduristiya mirovan gelekî bi feyde ye.

Sabir got di mewijan de vîtamînên A û Byê digel kalsiyûm, potasyûm, hesin û sodyûmê hene. Ev vîtamîn ji bo laşê mirovan girîng in û sîstema parastinê ya laşê mirovan bi hêz dikin.

Sabir got ku mewij ji bo hin nexweşiyan jî derman e. Heke nexweş mewijan bixwin dê ji nexweşiyan jî zûtir pak bibin û wiha dewam kir:

” Mewij laşê mirovan ji pençeşêrê diparêze. Di mewijan de madeya ‘Rezveratrol’ heye, ev made nahêle di laşê mironvan de hucreyên pençeşêrê çêbin û zêde bibin. Herwiha ev madeya ku di mewijan de heye, di heweya sar de jî mirovan ji vîrusên ku dikevin laş û dibin sedema nexweşînan jî diparêzê. Feydeyên mewijan tenê ev nînin.ewij xwîna mirovan pak dikin, bi saya mewijan xwîn hêsantir û zûtir di rehên laş de digere. Rehên dil naxitimin û nexweşînên wek yên dilî, xitimîna rehan pêk nayê. Bi mezinbûna mirovan re nexweşînên wek alzaymirê (nexweşiya jibîrkirinê) derdikevin holê. Lê mirovên ku mewijan dixwin kêm bi vê nexweşînê dikevin. Ji bilî vê dema hewa sar û germ jî dibe nexweşînên wekî bapêşê derdikevin holê. Herwiha feydeya mewijan ji bo tenduristiya mirovan pir e.”

“Mewijan biwxin ber li stresê bigrin”

Doç. Dr. Sabir got ku di mewijan de madeyên ku roviyan baş didin xebitandin hene. Mewij him ji bo mîdeyê him jî ji bo mehandinê gelekî baş in û wiha dewam kir: “Mewij ji bo stresê jî gelek bi kêr e. Xwarina kulmek mewijan stresê kêm dike.”

trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply