Li qehwexaneyê

Qaseyên sor û spî yên şûşeyên kola yên vala, sipartî li dîwarê paş ê qehwexaneyê, tiştik miştikên xwarinê di refikan da li rû, dolaba cemidandina av û meşrûbatan a  fîrmaya kolayê, fîş tê da ye, dişuxule. Dezgeh, mase, kursî… Derîyê çemilşikestî yê daşirê li ser piştê, ji bîhna ar a destava piçûk û mezin lihevketî, pozê meriv dişewite lê yên ji pêyan daşirê mîzreşandî dikin, dihetikînin û avekê lê nakin, jixwe qet ne xema wan e. Hînbûyî ne!

Û okey; lehîstika demirbaş a qehwexaneyan, qumara zemanzihaker a kesîtîyê ji kîsê meriv dibe… Reqîna miletê ye, di ber hev da ne. Çi tehmekê hiltînin ji rêzkirina keviran li ser istekayê! Tesîra afrodîzyakê li wan dibe pê. Gava lehîstik bi dilê wan be, yê hinekan qûna wan radibe, yê hinekên din zimanê wan dirêj dibe. Çi gotinên qerase yên bimane di hev ra dikin! Lê gava ji wan diçe, li hev soromoro dibin, tiştên netişt ji hev ra dibêjin, dirêjê hev dikin, radikin hev, bi isteka û kursîyan diçin hev û din, dê û jinê li hev dikin pênc pere, namûsê dikin bexdenûs û dihêlin.

Mîrata cixareyê; heb li ser hebê, ji hev pê dixin. Keremê hev dikin bi serê xweş ê kêşayî, camêrî û perepirîya xwe pê nîşan didin. Lewheya nîşane û nivîsa ‘’Cixare nahê kişandin’’ bi camekanê va, qotikên cixareyê bi ser xwelîdankan da diqelibin.

Potên gemarî yên kuncîyên simîdan, hewrikên nan, lodên qaçilên dendikan li ser, tu dibê qey bi mehan e nehatine şûştin. Şekirê hûr ê bi bin tasikan va, ji toz û çaya pê da rijiyayî, eyn bûye ‘brown sugar’. Kermêş, tên, geh li ser şekir, geh li ser mişterîyan datînin. Şûşeyên çayê yên biçevir, zer bûne. Çay ya çîk e, ya buhurî, ya qalind e, ya eyn mîza ga. Tu nemaye ku binikên çayê kevz bigirin.

Nexweşî li alîyekî, xweşîyên qehwexaneyê jî he ne. Xweşîyek jê ew e ku lê bi Kurmancî tê xeberdan. Kurmancîya maye di devê kal û pîrên diranketî da, pê li hafa gorê, li ber mirinê, di ber sekeratê da.

Salnameya bi sûretê Pêşewa Qazî û ‘2×2= 1’ ku gotineka wî ya binavûdeng e, li pişt dezgehê, du wêneyên ji hev cihê yên Ahmet Kaya ku stranbêjek e, li xerîbîyê rehmetkirî, her yek li alîyekê televizyonê, bi dîwar va kirine.

Xaloyekê porspî yê biemir ku nikare ji pêyan nimêjê bike, li ser sendelîyekê ber li qibleyê, sê rekaet nimêja ferz a mexrebê li gor şafiîyan, dike û vedigere li maseya okeyê ku heval li hêvîyê ne. Xalo, ji dîn û dinyaya xwe tevî ra dibe! Xwe ne ji dêrê, ne ji mizgeftê dike!

Sê xort li ser maseyekê bi kaxezan dilehîzin. Çend nûciwan bi pereyê çayê dikevin înterneta qehwexaneyê. Xêra Xwedê! Yek, qotika cixareya titûna bi destan pêçayî dike ku biavêje derva lê li nava derîyê qehwexaneyê, li erdê dikeve. Di pey ra radike qutîya avê û bi ser xwe da dike.

Çend kesên din ên ji dengê okeyê, dûyê cixareyê aciz, li ser kursîyên darîn ên bi qayiş rûniştî, bi xeberdan in. Her carê tiştekî dibêjin û dibe hirehira wan, dikenin.

Mêrikek, bi tena serê xwe, pêyek li ser yê din, destekê xwe wek dengbêjan daye ber guhê xwe, diponije. Ketiye nava xewn û xeyalan. Xuya ye derd û kulan zor daye.

Qehwevanê xort ê zirav ê dirêj, formayê tîma werzişê ya bajar lê, çayê digerîne. Aspîrator digere ku dûyê cixareyê ji hundir derxe.

Ya li qehwexaneyê diqewime, wek ku ne jîyana berahîn lê şanoyeka jixweber, fîlmek e ku her kes û tişt bi rolê xwe radibe.

 

Têbînî: ‘brown sugar’, curekê şekir ê qehweyî ye.

Diyadînê Beynatî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *