
Slav li ser te be ey Xweda!
Rojekê Behlûl çû cem xelîfe û bala xwe dayê ku xelîfe li ser textekî bilind rûniştiye û maiyeta wî jî tev li dora wî, li piya sekinîne.
Behlûl çawa gihişte cem, got: “Slav li ser te be ey Xweda!”
Harûn got: “Ez ne Xwedê me!”
Behlûl got: “Slav li ser te be ey Cebraîl!”
Xelîfe got: “Ez ne Cebraîl im jî.”
Pişt re Behlûl got: “Ey mirov, madem ku tu ne Xwedê yî û ne jî Cebraîl î, çima tu çûyî li cihekî ewqas bilind rûniştiyî? Ger tu rast dibêjî, wê demê hinekî dakeve jêr û di nav civatê de rûne!”
[box type=”info” align=”” class=”” width=””]Ji bo behtir xwendina cîrokên Behlûlê Dîwanê hûn dikarin pirtûka ku bi navê “Henek û Çîrokên Şîrîn ên Behlul Dîwane” ji weşanên nûbiharê derketiye bidest bixin.[/box]
Gotara berê: “Kurdiwan” şax fêkî dan
Gotara piştî: Kovara Nûbiharê Bi Jimara Xwe Ya138an Derket
Gotarên Têkildar
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

