JIYAN Û ŞIROVA EVDALÊ ZEYNIKÊ

-Mirov dema li vè benda wîya dawîya kilamè guhdarî dike, çewan ku me diserî de anî ziman , Ku Du Evdalin Yek Ciwan û bi nav û deng. Her wisan jî Du Qulingin ,dema ku Evdal li ber çîyan ,Zozan û çav kanîya Kilam gotîye , refèn Qulingan jî li dev Avan Qingîyane. Li hewa dema ku firîyane Evdal li wan temaşe kirîye . çewan ku gotibe heyran çiqas dengèn Qulingan xweş û bilind difirin . Lè ? Qulingè malxirab jî nizanî buye ku rojek were Kalî, Korî an jî xizanî were serî. Dema ku mirov dibîne Evdal jî her wekî ku li xwe mikur tè çewan min jî nizanî bu , an jî nedi fikirîm ku rojek were , Ez kal bim , çavè min nabînin. Heval û hogirèn min èn ku li dora min bun tev çun. Ew Dîwana ku Camèr û Canik li hev kom dibun . Min ji wan re sitran digot.
Quling mala te xirabe ma te jî nizanî bu ku rojek were tu ji Ewr û Esmanan werî xwar baskè te şikestî be gelo tu qet nefikirî.

Di kalama Quling dema ku dibèje di dawîya her bendek de , berîya ku Hahî bike û biqedîne wiha dibèje
« Ebur nabe Temo lawo Abur nabe/Jidestè Tehn û niçèn Qiz û Bukèn vè Zemanî derbas nabe /
Wey kalîyè Wey korîyè/ Temo lawo bila qeda were ,
Li herçar Rojèn Feqîrîyè »/

-Evdal mabesta wî yak u feqîrî û Xizanîyè tîne ziman ,ne ji bona mal û serweta Dinèye . Xizanî û Feqîrîyan ku dibèje bè xwedîtî , bè rumetîya di nava Civakè deye . Ew dost heval , Eşîr Mîr û Rusipîyèn ku dîtibu û bi wan re heval tî kirî bu , ji bilî Temo û Qulingè ku Baskè wî şikestî bi tenè mane.

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply