Evîna Feqî

Pira xasê bi dengê Seyda ji nav cihê xwe hilpekîya. Bi dengek hêrs bûyî bang lê kir:

“Xwedê ji te razî ev çi destmêje vê seetê tu digrî? ma ne te nimêja îşayê kir paşê tu razayî!

Seyda bi zor karîya dengê xwe bilind bike. Wekî palê zevîyê westîyayî be, zipikên xudanê li ser enîya wî dilop, dilop dihate xwar e:

“Jinik bangê zarokan bike ez li ber sikratê me”

Piştî van gotinan  destê xwe dirêjî jina xwe kir. Pira Xasê têgehişt ku mêrê wê dixwaze here li ser nivîna xwe pal bide. Rabû ket milê mêrê xwe ew dirêjî ser qaryolê kir:

“Ax! Ax! Sebrê sebra min! delala min, wan kafirbavan nehîşt em bigehîjin miradê xwe. Ax! Delala min! nizanim dema ez mirim tê werî ser gora min? Tu zanî ez ê îşev bimirin. Gelek wextê min nema lê tu bi Xwedê dikî dema werî ser gora min, dîsa laçikek spî bide serê xwe. Ji bilî te min nedît laçik ewqas li serê jinekê were”

Wê hengâme de, Arîn bi dengê kalik û pirika xwe ve şîyar bibû hatibû li rex nivînê kalikê xwe runiştibû; li gotinên kalikê xwe guhdar bû:

“Pîrê kalikê min behsa kê dike? Kê ye ev Sebrê?

Pîra Xasê acizîya xwe ya bi van gotinên mêrê xwe bi awîrên xwe ve dida der:

“De ez çi zanim kê ye! qey guyê ku kalikê te di ciwanîya xwe de xwarîye ew e.”

Kalê Seyda ku ji ber bêtaqetîya nikarîbû xwe bilivîne li ser gotinên jina xwe bişirî:

“Ez ê xwe bi qurbana te bikim Xasa min, Xasa weke çiftexas! qey tu nizanî ez çiqas ji te hesdikim. Te salên xwe bi min re derbas kir.  Ew şêst sal e em serî datînin ser balgehekê. Tu buyî hevparê şîn û şahîyê min.  Hemd ji Xweda re ku jinek weka te kire para min:

Pira xasê axînek kûr kişand û li merê xwe vegerand:

“Erê wele ew şêst sal e serê me li ser balgehekê yê, lê Sebrê her li gel me bû. Ew herdem di bîranînên te de bû. Erê ez helala te bûm lê ew di dile te de bû”

Seyda bi dengek encax mirov dikarî bibîhîse bangê pîra Xasê kir:

“Xasa min, bermal ya min, bi Xwedê keda te li ser min, li ser mala min, li ser zarokên min gelek e. Tu bi Xatirê mezinahî Xwedê bikî tu min helal bike!”

Dile pîra Xasê bi Seyda şewîtî erê her çiqas ji evîna merê xwe ya şêst û pênç sal berê kumreşî dikir jî, rastî Mêrê wê gelek qedrê wê dizanî. Wê dizanîbû ku bi mirina Seyda ve wê stuna mala wê xirab bibe…

Çû ser qaryolê runişt destê wî girt nav destê xwe heqê xwe lê helal kir.

Seyda xwe bi xwe, bi dest xwendina Yasînê kir. Arîn bilez bangê bavê xwe kir. Hemû malbat li ser Seyda ciwîyan. Hê xwendina Yasinê neqedîya bû seyda xatir ji vê dinyayê xwest.

Li ser mirina Seyda sê meh borîbû…

Meha biharê bi hemû rewneqdarîya xwe ji mirovan re dibişirî. Çemê gund, bi çoşek mezin diherikî. Xweza kirasê hêşin li xwe kiribû. bêhna gul û sosinan li her derî belav dibû…

Arîn ji boy têza xwe ku ya li ser jiyana gund, hatibû gund.

Wê jiyana xwe ya bist û du salan li bajêr derbas kiribû.  Kalik û piraka wê herdem bi vegotinên xwe û bi bîranînên xwe ve wê kiribûn hevparê jiyana gund.

Arîn tevê dotmama xwe ya ku di têza wê de harîkarîyek mezin dida wê; sibê zu ji xew şîyar bû. Wan wîsa biryar dibûn dê berê biçûyana ser gora kale Seyda, paşê wê li gund bi hinek kal û piran re li ser jiyana gund taybet ên salên borî agahî bigirtana…

Goristana gund li berpala çîyê de hatibû avakirin. Heta ber bi deştê ve berfireh bibû. Arînê ji nav heşînahîyan qevşek kulîlk berhev kir. Ber bi gora kalikê xwe ve çû.

Pîrejinek herî kêm heştê salî li ser gora Seyda rûnîştîbû. Laçikek spî li bin kefîya spî dabû serê xwe. Dev û rûyê wê bi laçika spî ve pêçayî bû…

Arîn hêdî silav dayê:

“Merheba ji te re pîra Sebrê”

Pîrê bi dengê wê ve vecinîqî û hinek jî şerm kir:

“Tu çi dizanî ez sebrê me?

“Kalikê min berê mirina xwe navê te got”

Pira Sebrê serê xwe kire ber xwe:

“ Naxwe wî jî ez ji bîr nekirime!

Arîn çû rex pîra Sebrê li ber kêlika gora kalê xwe de runişt:

“Pîrê ger tu pê tehl nebî ez dixwazim kerema xwe ji min hinek qala evîna xwe û ya kale min bike?

Pira sebrê destê wê li ser kêlika mezer hinek xembar li Arinê nihêrî:

“Keçika delal, kalê te li medresa gund de feqî bû. Yek ji wan feqîyan jî kurxalê min bû. Min kalikê te yekem car dema hate ber derê me nane feqîyan xwest dît. Ew kurxalê min bi hev re bûn. Xortek bejin dirêj û zeîf bû.

Piştî wê rojê min ew gelek caran li ser kanîya feqîyan dît. Kanîya feqîyan kaniyek li binya gund bû. Em keçên gund yekcaran ji boy ku xwe nîşanê feqîyên medresê bidin, diçûn me karê xwe li ser wê kanîyê dikir. Gelek caran kalikê te ji dûr ve min temaşe dikir. Min pê derxistibû ku, mêyla wî li ser min e. Tu car bi min re nedipeyivî.

Roj û meh borîn malbata min ez dame kurê apê min. Ne ji min pirsin bê ka ez dixwazim an ne; ne jî min dikarîya ez bêjim min nevê.

Lê hêvîyek min hebû; min digot heger feqî Musa rastî dil li min hebe wî were min birevîne”

“Ma heta wê deme te û kalikê min we qet bi hev re qise nekiribû? Heya wî ji xwezgînîyê te nebû?

Na keça min evîna me nedişîbîya evînên niha. Ne rojek wî tiştek ji min re got ne jî min. Me şerm dikir em rûyê hevdu binerin bes me ji dûr ve hev du hezdikir.

Tenê carek kurê xalê min ji min re got: “Tu zanî feqî Musa dil berda ye te. Wê malbata xwe bişeyne xwazgînî”  Ez ji ber wê gotina kurxalê xwe bi hêvî bûm. Rastî jî min çawa hêvî dikir wîsa bû.

Rojek ez dîsa bi hinceta ku wî bibînim çûm ser kanîyê.  Min dît wî hevsarê hespekî girtîye tevê kurxalê min ve li ber kanîyê sekinîne. Wan çewa ez dîtîm kurxalê min bi lez hat çepilê min girt:

“Sebrê bi lezîne hê kesî hûn nedîtine li hespê sîwar be”

Em bi lez ji gund dûr ketin. Ez li hespê sîwar bûm, lê bi min ez li ser baskê teyrêkê de difirîyam. Dilşadîya min ya wê rojê nayê ziman. Piştî rêwîtîya sê seatan em çûne gundek cinar. Em li malikek gund bûn mêvan. Ew malik jî hevalên kurxalê min bûn.

Nivê şevê em bi dengê çekan ji xew şîyar bûn. mala bavê min tevlî çend leşkeran dor li malê girtin.

Dil û hinav li min qetîya. Êdî derde min tenê ew bû ku kes nemire.

Leşkeran em li erebê sîwar kirin birin qereqolê. Li wir ji min pirsin daku ez bi dile xwe rêvîya me an bi destê zorê. Dema min got ez bi dile xwe rêvîme. Gotin herin zu mehra xwe ya hukumatê bibirin bila kes ji we re nebe asteng. Ez gelek şa bûm.

Lê mixabin dema em ji qeroqolê derketin kalikê te çavsorî bû. got: “Ez heta tola xwe ji wî feqîyê ku giliyê me bi malbata te kirîye  nestînim ez nasekinim. Min lê lava kir got berê min bibe bal mala bavê xwe. Lê min kir û nekir wî bi ya min nekir. Em bi hev re çûne gundê me. Ji min re got tu li ser kanîyê li benda min bimîne ez rebena xwedê li wir mam seet bû nivê şevê kalikê te nehat. Min hêvîya xwe jê birî. Ez vegerîyam mala bavê xwe. Paşê ez pê hesîyam ku dema ew çûye wî feqîyê xebar daye mala bavê min giştî bûne yek wî qasê ku ew mehekê li nexweşxane de bimîne lêxistine.

Erê keça min! çîroka me ev bû. Min piştî wê rojê tu car kalikê te ji bîr nekir; bes min tu car ew efu jî nekir. Ger ew wîsa neketa dû tola xwe em ê bigehîştîna hev”

Arînê li dû gotinên Pîra Sebrê babeta têza xwe guherand. Wê biryar da ku li ser vê evînê teza xwe binivîsîne.

Rojbîn Ozkan

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply