Derûnkolînerî Li Kurdistanê

Destpêk

Di dîroka Kurdistanê de, kurdan serpêhatiyên dijwar ên derûnî jiyane ku bingeha têgihîştina derûna wî pêk tînin. Trawma (êşa derûnî), tepisandin (repression), bindestî û têkoşîna ji bo nasnameya xwebûna xwe (identity) beşên bingehîn ên dîroka derûnî ya gelê kurd in. Derûnkolînerî (psychoanalysis) wekî rêbazeke giring a têgihîştina derûna mirov, li ser bingehên hişmendî (consciousness), derhişî (unconscious) û binhişiyê (subconscious) disekine. Lêbelê dema em vê nêrînê li ser rewşa kurd û Kurdistanê bicîh bikin, em dibînin ku serpêhatiyên civakî, siyasî û çandî yên taybetî bandor û tesîreke kûr li ser geşedana derûnî ya kurdan kirine.

Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku bi nêrîneke derûnkolînerî rewşa derûnî ya gelê kurd û têkiliyên di navbera ziman, derûn, civak û serpêhatiyên hevpar de vekolim. Armanca sereke ew e ku em fêm bikin ka çawa serpêhatiyên dîrokî û civakî li ser derûna takekesî û hevpar ya kurdan tesîr kirine û ka çi rêyên rizgariya derûnî hene. Di vê çarçoveyê de, em ê li ser çend mijarên bingehîn rawestin: ziman û nasnameya kurdî wekî bingeha derûna hevpar, trawmayên hevpar û bîra dîrokî, têkiliyên bindestiyê û tesîrên wan li ser derûnê, derhişiya hevpar (collective unconscious) û mîrata hevpar, geşedana zarokan di rewşên taybetî de, laş wekî cihê tomara civakî û rêyên rizgariya derûnî.

Mixabin di civaka kurdî de hêjî têgihîştinek kêm li ser pirsgirêkên derûnî heye û xizmetên derûnterapiyê (psychotherapy) gelek kêm in. Hertim, mirovên ku di bin tesîra trawmayên dîrokî û civakî de ne, nikarin alîkariya profesyonel bistînin û bibînin. Ji bo ku em karibin rêyên çareseriyê peyda bikin, pêdivî heye ku em berê rewşa derûnî ya heyî bi rengekî zanistî û kûr fêm bikin.

Ziman û Nasnameya Kurdî – Bingeha Derûna Hevpar

Ziman û derûn (psyche) ji hev nayên veqetandin. Ev rastiya bingehîn a derûnkolîneriyê bi taybetî li Kurdistanê girîng e. Zimanê kurdî ku bi sedsalan hatiye qedexekirin û paşguhkirin, ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê rêberê rasteqîn ê nasnameya hevpar a gelê kurd e. Ziman, rêberê rasteqîn ê rastiya civakî ye, ziman cilê hiş û aqil e û peyv amûrê derûn û giyanê nin. Ziman, hêz û şiyana herî berz a şexsiyeta mirovan e, ziman nexşerêya çandê ye û ji te re dibêje ka xwediyê ziman ji kû hatiye û ber bi kû ve diçe.
Zimanê dayikê bingeha derûnê ye. Li Kurdistanê, dema zarokên kurd destûr nayên dayîn ku bi zimanê xwe yê dayikê bipeyivin, bikarin xwe der (îfade) bikin an jî bi wê re bi hîn bibin, ev astengî ne tenê zanyarî ye, lê birîneke kûr a derûnî û giyanî ye. Mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna (self) xwe diafirîne. Dema ev ziman tê stendin an jî paşguhkirin, xwebûna mirovî jî tê astengkirin. Mirov bi zimanê xwe tê pênasekirin û rêya derûn û derûnnasiyê zimanzanî ye. Çanda me şêwaza derûna me diyar dike û mirov di nava zimanê xwe de xwebûna xwe diafirîne.

Bo gelê kurd, ev nexşeyarêya sedsalan hatiye xerabkirin, lêbelê her tim hewl hatiye dayîn ku ji nû ve were avakirin. Ziman ne tebat e, lebat e. Ziman hizr û ramanê qenc û xerab dike û şikl û şemalê dide fikr û ramanê. Divê mirov li ser hebûna xwe binivîse, ji ber ku rastî ew e ku ziman nikare vebêje. Ji ber vê, têkoşîna ji bo parastina ziman ne tenê têkoşîneke siyasî ye, lê têkoşîneke derûnî jî ye ku mirov di wê de hewl dide ku xwebûna xwe biparêze û bide pêşxistin.

Trawma û Tepisandina Hevpar – Rastiya ku Nayê Gotin

Trawma rastiya ku nayê gotin e. Ev gotineke bingehîn a derûnkolîneriyê di rewşa gelê kurd de wateya xwe ya herî kûr distîne. Trawma ne tenê hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Kurdan bi sedsalan di rewşên trawmatîk (traumatic) de tenê man, bê derfetên parastin, bê derfetên derxistinê û bê derfetên şirovekirin û rawekirin. Trawma ew e ku nikare were gotin û dema nikare were gotin, di laş û tevgerên mirov de xuya dibe.

Tepisandin (repression) wekî mekanîzmayek berevaniyê (defense mechanism) ne tenê li asta takekesî pêk tê, lê li Kurdistanê wekî mekanîzmayek civakî jî xuya dibe. Derhişiya hevpar (collective unconscious) a gelê kurd tije ji bîr û serpêhatiyên tepîsandî ne. Ji qirkirinên hevpar (genocide) wekî Enfal û Helebçe, ji koçberiyên bi darê zorê (forced migrations), ji windakirina rewşenbîran heya astengkirina ziman û çandê, hemû van serpêhatiyan di binê hişmendiyê de cih girtine û di derhişiya hevpar de dimînin. Tiştê ku der nabe dibe derd û ev derdên der nebûyî di nifşên paşîn de jî xuya dibin ango nifguhêzî ye.

Laş zimanê derhişiyê ye û laşê me çîrokên me jî tomar dike. Li Kurdistanê, laşên nifşên paşîn çîrokên qirkirinên, koçberiyên bi darê zorê û bindestiya sedsalan tomar kirine. Bîra trawmatîk (traumatic memory) mirov derûnreş dike û di binê hiş û hişmendiyê de dimîne. Lêbelê piraniya trawmayên hevpar ên gelê kurd hêjî bi awayekî fermî nayên naskirin an jî danepîvandin. Ev bêdengî bi xwe birîneke din a derûnî ye. Dema mirov nikare serpêhatiyên trawmatîk bi ziman der bike, ew di laş û tevgerên wî de xuya dibin, di nexweşiyên derûnî de, di nakokiyên civakî de, di şidetê de.
Hişmendî ji tarîtiyê derdikeve û heta ku hûn derhişiya xwe hişyar hişmend nekin, ew ê jiyana we birêve bibe û hûn ê her bêjin şens û qeder (fate). Lewre hişmendî ji derhişiyê derdikeve. Bo gelê kurd, hişyarkirina derhişiya hevpar û nasîna serpêhatiyên trawmatîk gaveke bingehîn a rizgariya derûnî ye. Mirovên telomelo xwedî derûna tore û aloz in û mirovên berê darilpeyv bûn dema fêm û feraseta wan berz dibe, derûnxweş û berbihêr dibin.
Bindestî û Têkiliyên Serdest-Bindestan
Bindestî derûna mirov xerab dike. Ev rastî di dîroka Kurdistanê de bi awayekî zelal xuya dibe. Gelê kurd sedsalan di bin serdestiya dewletên cihêreng de jiyane û ev rewşa bindestiyê tesîreke kûr li ser derûna hevpar kiriye. Hest û girêka kotîbûn û kêmasiyê (inferiority complex) bingeha bindestiyê ye. Di rewşên bindestiya demdirêj de, mirov dest bi baweriya kêmasiya xwe dike. Ev bawerî ji derve hatiye derxistin û bi serdeman hatiye çandin, lêbelê paşê dibe beşek ji xwebûna mirovî.
Bindest di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê (fear of independence) de dimîne. Ev nakokî di civaka kurdî de jî xuya dibe. Li hêla yekê xwesteka azadî û serxwebûnê heye, lê li hêla din tirsa ji berpirsiyariya azadiyê jî heye. Bindest, mazoşîstên serdestên xwe ne û ji êş û azara serdestên xwe kêfê distînin. Bindest ji bo mayînê (survival) bi serdestê xwe ve tê giredan û bindest serdestê xwe weke xwediyê xwe dişopîne, lêbelê di rastiyê de ev malxerabî û wêranî ye.

Bindest ji bo di çavê serdestê xwe de bê xuyakirin, ji dev xwebûna xwe ya rasteqîn (true self) berdide û xwebûneke sexte (false self) ya li gorî serdestê xwe ava dike. Bindest maskeyê dide ser rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne. Di civaka kurdî de, ev prosesa li gelek asan xuya dibe. Ji bo li hember hêzên serdest mayîn û xwe parastin, mirov hewl dide ku xwebûneke li gorî daxwazên wan ava bike. Lêbelê ev xwebûna sexte bi rêveçûna demê dibe astengiyeke mezin bo xwe-nasîn û geşedana derûna rastîn. Durûtî dema bîr û birîna hişmendiyê têk diçe, dema mirov nikare hestên xwe bifikire û der bike derdikeve holê. Durûtî encama birînên narsîsîstîk (narcissistic wounds) in û dema mirov rêzgirtina xwebûna xwe (self-esteem) wenda dike û bi ti rê jê re nabîne, durû dibe.

Derhişiya Hevpar û Mîrata Hevpar a Gelê Kurd

Derhişiya hevpar mîrata giştî ya mirovan e. Di derûnkolîneriya Jung de, derhişiya hevpar wateya wan heyber û sembolên arketîpî (archetypal symbols) yên di hemû çandan de hene tîne. Lêbelê her gel derhişiyeke hevpar a taybetî jî heye ku ji serpêhatiyên hevpar pêk tê. Heyberên derûnî (psychic objects) cîhana me ava dikin û di derhişiya hevpar a gelê kurd de sembol û arketîpên taybetî hene ku nasnameya hevpar pêk tînin.

Çiya wekî sembola azadî, parastin û berxwedanê di derûna hevpar a gelê kurd de ciheke taybetî dagir dike. Newroz wekî sembola jiyaneke nû, azadiyê û vegera ronahiyê her sal ji nû ve di derûna mirov de zindî dibe. Dengbêj û stranê wekî veguhêzina bîr û çîrokên nifşan di nav gelê kurd de roleke girîng dilîzin. Şehîd wekî arketîpa qurbaniya ji bo gel û welat di bîr û hestên hevpar de cih girtine. Ev sembol ne tenê wêneyên derveyî ne, lê beşên bingehîn ên derûna hevpar in ku di binê hişmendiyê de cih digirin û tevgerên civakî û takekesane yên mirov diyar dikin.

Derhişî dil û derûna rastîn a mirovan e. Ew ê ku derhişiya xwe nas dike xwe nas dike. Derhişî ne dijminê me ye, ew xezîneya veşartî ya me ye. Hişmendî giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de û derhişî gelekî mezintir e ji hişmendiyê. Bo gelê kurd, nasîna derhişiya hevpar wateya nasîna dîroka xwe, serpêhatiyên xwe û ew hêzên ku di binê rewşa civakî de cih digirin e. Bê vê nasînê, mirov nikare xwe bi awayekî tam û têkûz nas bike. Şoreşa rastîn ne di hişmendiyê de ye, di derhişiyê de ye û jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî û derhişiyê de.

Zarokî û Geşedana Derûnî di Rewşên Taybetî de

Zarok, bavê ramana mirovan e. Serpêhatiyên zarokiyê li Kurdistanê bi taybetî girîng in ji ber ku zarok di nava rewşeke cuda de mezin dibin, rewşeke ku tê de çand, ziman û nasnameya wan dikare bibe sedem bo pirs û pirsgirêkên derûnî. Zarok di binê siya derhişiya dêûbavên xwe de dijîn. Dêûbavên kurd bi xwe jî pirî caran mirovên trawmatîze ne, ew di bin tesîra serpêhatiyên trawmatîk ên xwebûna xwe de ne. Ev trawma bê ku were gotin an nas kirin, ji nifşek bo nifşeke din derbas dibe. Serpêhatiyên psîkotîk (psychotic experiences) beşek ji jiyana xwezayî ye û zanîn ji serpêhatiyan tê.

Lîstikên zarokan ne bêwate ne, ew xebata wan a herî rastgo ye. Lîstik cihê ku zarok xwe lê vedişêrin e. Di lîstikên zarokên kurd de, em dikarin serpêhatiyên trawmatîk ên dêûbavan bibînin. Şerr, koçberî, windabûn, hemû van di lîstikên zarokan de xuya dibin. Zarok bi vî awayî hewl dide ku serpêhatiyên ku têgihîştina wan ji wan re zehmet e îfade bike. Her ku em dixwazin ji xwe ji zaroktiya xwe veşêrin, ew di xewnên me de xuya dibe. Neynik (mirror) ji bo geşadana xwebûnê pêwîst e û yên-din neynika me ye.

Di her qonaxa jiyanê de qeyraneke nasnameyî (identity crisis) heye. Bo zarokên kurd, ev qeyran bi taybetî dijwar e. Ew di navbera çanda xwe ya kurdî û çanda fermî ya dewletê de dimînin. Di dibistanê de yek zimanê din ji wan tê hîn kirin, li malê bi kurdî dipeyivin. Ev dubendî dikare bibe sedema nakokiyên derûnî yên kûr. Nakokiya venasînî (cognitive dissonance) mirov bêzar dike û zarokên kurd pirîcaran di bin vê nakokiyê de mezin dibin. Fêrbûna civakî (social learning) bi temaşekirinê ava dibe, lêbelê dema zarok di navbera du modelên cuda de dimîne, geşedana derûnî dijwar û asteng dibe.

Laş – Di Navbera Takekesî û Civakî de

Laş tenê ne zindewer e, lê civakî jî ye. Ev rastî di rewşa gelê kurd de bi awayekî zelal xuya dibe. Laş ne tenê cihê serpêhatiyên takekesî ye, lê cihê serpêhatiyên civakî, siyasî û dîrokî jî ye. Laş wekî tomara dîrokê tevdigere û di laşê kurdan de çîrokên bindestî, êş û berxwedanê hatine tomarkirin. Ji birînên şer heya nexweşiyên derûnlaşî (psychosomatic) ên ji ber stres û trawmayê, laş dibe tomar û şahidê dîrokê.

Êş mirov nexweş naxe, bersiva êşê mirov nexweş dixe. Di civaka kurdî de, pirîcaran êşên derûnî nayên nas kirin û bersiv jê nayê dayîn. Mirov hewl dide ku van êşan bi xwe re biherike, wan asteng bike an jî wan biçûk bike. Lêbelê ev bersiva ne-saxlem dikare bibe sedema nexweşiyên derûnî yên kûrtir. Nexweşiyên derûnî bi gelemperî bertek in û bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness) dibe sedema pirgirêkên derûnî. Asûwasên mirov ji ramanên neyînî (negative thoughts) şax vedidin û mekanîzmayên berevaniyê derûn û giyana mirov diparêzin.

Xwebûn û Nasnameya Mirov – Di Navbera Rastî û Sextebûnê de

Eziya (ego) me gelek xwebûn in, ne yek xwebûn e. Em ne kirdeyê (subject) serpêhatiyên xwe ne, em heyberê (object) wê ne. Xwebûna sexte û derewîn (false self) ji bo parastina xwebûna rastîn (true self) tê afirandin. Bo kurdan, vegera li xwebûna rasteqîn wateya derxistina maskeyan e, berdan û veşartina hestên xwe rawestandin e û bi awayekî azad bi kurdî û bi nasnameya xwe jiyîn e. Rêvebirê xwebûna xwe nas bike da tu xwe nas bike. Xwe-nasîn di derûnterapiyê de pir giring e û xwebûn û nasnameya mirov bi pêwendiya yên-din re ava dibe.

Kesayetî mirov ji hestan diparêze, lêbelê dema kesayetî li ser bingeha xwebûna sexte ava bibe, ev ji parastinê re dibe astengî. Mirov di ziman de hildiweşe û di ziman de winda dibe, lêbelê di ziman de xwe jî dibîne. Hişmendî (consciousness) wêneyek e ku dikare li ser xwe bifikire, lêbelê hişmendî tenê beşeke biçûk a hebûna me ye. Di navbera hişmendî û derhişiyê de derî tune ye, lêbelê tepisandin û astengî hene. Binhişî (subconscious) deriyê di navbera hişmendî û derhişiyê de ye.

Di binê her berzkirinê (sublimation) de qirêjî heye. Radeya berzkirinê çiqasî bilind be, ewqasî jî loda qirêjiyê jî bilind e. Ji bo vê lodê veşêrin, her pesnê xwe didin û xwe mezin dikin. Mirovên henûn û derûnvîl jî henin, mirovên qirêt û derûndûzan jî henin. Em duderûnî ne, lêbelê divê em li ber biçin ku kîjan derûn me diyar dike. Her mirov dixwaze ku ji heyberê ber bi kirdeyê ve biçe û ev xwesteka bingehîn a mirovane ye.

Têkilî û Hevdilî

Mirov bi tenê tê û bi tenê diçe, lêbelê têkilî barê vê tenêtiyê sivik dike. Di civaka kurdî de, têkiliyên malbat, eşîret û civakê pir bihêz in. Ev têkilî ne tenê ji bo alîkariya madî ye, lê ji bo piştgiriya derûnî jî ye. Hevdilî (empathy) bingeha derûnterapiyê ye û amûrê sereke yê fêm û têgihiştinê ye. Hevdilî di nav civakê de hêzeke parastinê ya li hember trawma û êşan e. Di nav civaka kurdî de, berxwedana hevpar ne tenê berxwedaneke siyasî ye, lê berxwedaneke derûnî jî ye.

Mirov li hember astengî û bindestiyê bi hev re rawestiya ne, piştgirî hevdu dikin û hêz didin hevdu. Ev berxwedana hevpar dê bibe bingeha hêza derûnî. Birînên jandar tê tepisandin, lêbelê di nav civakeke ku hevdilî û piştgirî tê de heye, birîn dikarin bi hêsantir werin dermankirin. Beşerxweşî derûndirustiyê bi xwe re tîne û dema mirov di nav civaka xwe de xweyekî şa û bi rûmet bijî, dema têkiliyên bihêz ên civakî hebe, derûna saxlem peyda dibe.

Lêgerîna Wateya Jiyanê û Mirin

Di jiyanê de armanca bingehîn wateya (meaning) wê bi xwe ye. Di nêrîna derûnkolîneriya hebûnî (existential psychoanalysis) de, mirov ji bo wateya jiyanê dixebite, ne tenê ji bo rehetî an jî kêfxweşiyê. Di jiyana gelê kurd de, êş û zehmetî pir in, lêbelê mirov dikare di nav van êşan de jî wateyan bibîne. Wateya têkoşîna ji bo ziman, wateya parastina çandê, wateya berxwedanê li hember bindestiyê, hemû van di nav civaka kurdî de wekî hêzên girîng xuya dibin.

Jiyan û mirin hevdu têkûz dikin, ne dijminê hevdu ne. Di binê hişê xwe de kesek ji mirina xwe bawer nake, lêbelê rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê. Mirin ew e ku wateya jiyanê têr û tîjî dike, ne ew ku wê tune û winda dike. Dema mirov ji zarokî û ciwaniyê derbas dibe û derdikeve nivê duyem ê jiyanê, pirsên wateya jiyanê bi hêztir dibin. Nivê duyem ê jiyanê wateya jiyanê ye û li Kurdistanê pir nifş jiyana xwe di têkoşîna siyasî û bindestiyê de derbas kirine. Nivê duyem ê jiyanê dikare cihê vegerê li xwe, xwe-nasînê û lêgerîna wateya navxweyî (hundirîn) be.
Hêvî ne bendewariya encameke diyarkirî ye, lê hewl û vebûna bo veguhertinê ye. Di rewşa gelê kurd de, hêvî ne li benda azadiya derveyî ye, lê hêviya azadiya hundirîn e. Azadiya derûnî, azadiya rasteqîn bûn, azadiya ji maskeyên xwebûna sexte, ev armancên ku her mirov dikare wan bi dest bixe ne. Her tiştê mirov dikare jê were stendin, lê kes nikare azadiya wî û hilbijartina helwesta wî jê bistîne. Ev azadiya hundirîn tiştek e ku tu hêz nikare jê bistîne û bingeha hêza derûnî ya kurdan e.

Rûmet, Heysiyet û Şeref

Rûmet û heysiyet ne bi pera tê kirin, ne jî bi hêzê tê stendin. Di dîroka Kurdistanê de, her çiqas hewl hatibe dayîn ku rûmet û heysiyeta gelê kurd were jêbirin, ev rûmet her mayî ye. Rûmet û şerefa xwe ji dest nede, herçiqasî zor û zehmet be jî. Ev gotineke ku di civaka kurdî de zindî ye û bingeha gelek helwestên derûnî ye. Rûmet ne tişteke derveyî ye ku ji kesên din were stendin, lê wateya hundirîn a mirov e. Rûmeta mirovan ne bi cil û bergên wî, lê bi helwestên wî tê pîvandin. Mirov bi kirinên xwe rêzdarî û rûmetê dibîne, ne bi pesn û gotinên xwe.

Evîn û kar bingehên jiyana mirovî ne. Di vî zemanî de ji buxtan û bêbextiyê girantir tiştek nîne, lêbelê belka guhê kesî xwê nade. Hesûdî yek ji wan hêzên herî wêranker e û divê mirov ji wê bi xwe biparêze. Rastî rast nayê gotin, lêbelê divê mirov bi rastiyê re bijî. Çi qewimî ye giring e, lê ya giringtir ew e ku me ew çawa şîrove kiriye. Bêyî bîr û hişmendiya ramanê, em nikarin hestên xwe fêm bikin. Di derbarê ramanê de biramin, di derbarê fikrê de bifikirin.

Rêyên Rizgariya Derûnî û Derûnterapî

Her kes derûnkolerê (psychoanalyst) xwe ye, lêbelê di nav civaka kurdî de hewcedarî bi terapiya profesyonel jî heye. Gelek kêşe û pirsgirêkên derûnî ji ber nebûna xizmeta derûnî bê derman û çare dimînin. Tiştê ku der-nabe dibe derd û rêya yekem a dermankirinê derxistina trawmayê ye. Peyivîn, nivîsîn, huner an jî her awayekî din ê îfadekirinê dikare bibe rêya rizgariyê. Di nav civaka kurdî de hewcedarî bi mekanîzmayên ku mirov dikare bi awayekî ewle serpêhatiyên xwe der bike heye. Terapî, huner, wêje, semîner û gotûbêjên civakî, hemû vana dikarin bibe rêyên derxistinê.

Li Kurdistanê hewcedarî bi derûnkoleran heye ku ziman û çanda kurdî nas bikin û rêz bigirin ku dîrok û serpêhatiyên hevpar ên gelê kurd fêm bikin ku trawmayên hevpar û tesîrên wan li ser nifşên paşîn bizanin û ku rêbazên terapiyê li gorî rewşa çandî û civakî adapte bikin. Hevdilî bingeha derûnterapiyê ye û bo mirovên ku serpêhatiyên trawmatîk jiyane, hewcedarî bi kesan heye ku wan bi awayekî kûr fêm bike, hestên wan têgihîjî û cihê ewle ji bo derxistina van serpêhatiyan peyda bike.

Mirov nikare ji tirsê xelas bibe, lê dikare hîn bibe ku bi wê re bijî. Tirsên nenas dijminên me yên rastîn in û dema mirov wan nas bike û fêm bike, dikare bi wan re bijî. Di nav afirandinê de wêranî jî heye, lêbelê di nav wêraniyê de jî derfeta afirandina nû heye. Dînbûn şêwazeke rizgariyê ye ji cîhanek dîn û dema mirov di binê astengî û bindestiyê de be, dibe ku di dînbûnê de azadiyeke derûnî bibîne. Lêbelê rizgariya rastîn ew e ku mirov di jiyana xwe ya rojane de azad be, ne tenê di xeyal an jî di dînbûnê de.

Encam

Derûnkolînerî rêyeke kûr a têgihîştina derûna kurdan û rewşa Kurdistanê pêşkêş dike. Ji tepisandina hevpar heya trawmayên nifşan, ji bindestiyê heya lêgerîna xwebûna rasteqîn, ev nêrîn dikare alîkariya me bike ku em rewşa derûnî ya heyî fêm bikin û rêyên rizgariyê bibînin. Heta ku hûn derhişiya xwe hişyar hişmend nekin, ew ê jiyana we birêve bibe û hûn ê her bêjin şens û qeder. Bo gelê kurd, hişyariya hevpar wateya nasîna serpêhatiyên dîrokî, têgihîştina tesîrên wan li ser derûna niha û hewldana ji bo rizgariya derûnî ye.
Bo geşedana derûnî ya gelê kurd, hewcedarî bi avakirina xizmetên derûnterapiyê bi zimanê kurdî heye, bi perwerdeya derûnkoleran ku çand û dîroka kurdî nas dikin, bi danûstandinên civakî li ser trawmayên hevpar, bi piştgiriya zarokan di geşedana nasnameya xwe de, bi parastina ziman û çanda kurdî wekî bingeha derûna saxlem û bi avakirina mekanîzmayên derxistina trawmayê di huner, wêje, şano (tiyatro) û fîlmê de. Ev rêyên pratîkî dikarin bibe bingeha çareseriya derûnî ya gelê kurd.
Em ne yek xwebûn in, em gelek xwebûn in. Gelê kurd di nava xwe de gelek şêwaz û rêbazên jiyîn û derûnan heye. Lêbelê hemû van şêwazan re hevpar ew e ku mirov di rewşên zor û zehmet de jî hewl dide ku xwe biparêze, nasnameya xwe bipeyade û ber bi siberojeke rehetir ve biçe. Şoreşa rastîn ne di hişmendiyê de ye, di derhişiyê de ye. Şoreşa derûnî ya gelê kurd dest pê dike bi nasîna derhişiya hevpar, têgihîştina trawmayên dîrokî û hewldana ji bo vegera li xwebûna rasteqîn. Ev şoreş ne bi sileh û hêz e, lê bi hişmendî, nasîn û hevdilî ye.
Hişê derhişiya me çavkaniya hêz û şiyan û afirîneriya me ye. Derhişî ne dijminê me ye, ew xezîneya veşartî ya me ye. Dema em derhişiya xwe nas bikin, em xwe nas dikin. Dema em trawmayên xwe der bikin û bi wan re rû bi rû bibin, em dikarin ji wan derbas bibin. Dema em xwebûna sexte bidin û vegera li xwebûna rasteqîn bikin, em dikarin bi rastî bijîn. Û dema mirov di nav civaka xwe de xwebûn û xweyekî şa û bi rûmet bijî, dema ziman û çanda xwe biparêze, dema têkiliyên bihêz ên civakî hebe û dema di pêwendiya rasteqîn bi xwe re be, wê gavê derûna saxlem û bextewarî peyda dibe – beşerxweşî derûndirustiyê bi xwe re tîne.

Çavkanî
– Freud, S. (1915). The unconscious. Di Standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 14, rr. 159-215) de. Hogarth Press.
– Jung, C. G. (1959). The archetypes and the collective unconscious. Routledge & Kegan Paul.
– Lacan, J. (1977). Écrits: A selection. (A. Sheridan, werg.). W. W. Norton & Company.
Winnicott, D. W. (1960). The theory of the parent-infant relationship. International Journal of Psycho-Analysis, 41, 585-595.
– Frankl, V. E. (1985). Man’s search for meaning. Washington Square Press.
Termên Sereke

Derûnkolînerî (Psychoanalysis): Rêbazeke zanistî ya lêkolîna derûna mirov e ku ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye damezrandin. Ev rêbaz li ser bingehên hişmendî, derhişî û mekanîzmayên derûnî disekine û hewl dide ku pirsên derûnî bi vekolîna derfetên zarokiyê, serpêhatiyên trawmatîk û têkiliyên mirov fêm bike.
Hişmendî (Consciousness): Beşa derûna mirov e ku em xêra wê hişyar in û dikarin bi awayekî rasteqîn ramanên xwe, hestên xwe û çavdêriyên xwe bizanin. Hişmendî ew e ku em niha di vê demê de dizanin û hîs dikin. Wekî giraveke biçûk e di deryaya mezin a derûnê de.
Derhişî (Unconscious): Beşa mezin a derûna mirov e ku em bi wê hişyar nînin. Tê de bîr, hest, xwestek û serpêhatiyên ku em wan ji bîr kirine an jî qet zanîna me jê nîne. Derhişî gelekî mezintir e ji hişmendiyê û tesîreke mezin li ser tevger û helwestên me heye, her çend em têra wê hişyar nebin jî. Ev xezîneya veşartî ya derûna me ye.
Binhişî (Subconscious): Asta navbeynî ya di navbera hişmendî û derhişiyê de ye. Tê de wan tiştên ku niha em têra wan hişyar nînin lêbelê bi hêsanî dikarin werin bîranînê hene. Wekî deriyê di navbera van her du astan de ye.
Trawma (Trauma): Birîneke kûr a derûnî ye ku ji serpêhatiyeke an jî serpêhatiyên zor, tirsnak an jî êşdar pêk tê. Trawma ne tenê hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye – dema mirov bi tenê û bê piştgirî di bin tesîra serpêhatiyeke zor de be. Trawma rastiya ku nayê gotin e û pirîcaran di derhişiyê de dimîne.
Tepisandin (Repression): Mekanîzmayek berevaniyê ye ku mirov bi awayekî derhişî bîr, hest an jî serpêhatiyên êşdar û tirsnak ji hişmendiyê derdixe û di derhişiyê de veşêre dike. Ev proseyek xweparêz e lêbelê dema zêde bibe dikare bibe sedema pirsên derûnî. Tiştê ku der nabe dibe derd.
Xwebûn (Self): Têgihîştina mirov ji xwe, nasnameya wî û hestkirina hebûna wî. Xwebûn ne tiştek sabît e, lê di nava pêwendiyên civakî û çandî de ava dibe û diguhere. Eziya me gelek xwebûn in, ne yek xwebûn e.
Xwebûna Rasteqîn (True Self): Xwebûna resen û rastîn a mirov e, ew kesê ku mirov bi rastî ye. Tê de hest, xwestek û kesayetiya rastîn a mirov heye. Ev xwebûn ji dema zarokiyê dest pê dike û hewcedarî bi parastin û geşedanê heye.
Xwebûna Sexte (False Self): Maskeyeke ku mirov ji bo xwe parastin û li gorî daxwazên derveyî û civakê ava dike. Ev xwebûn ji bo di çavê yên-din de bê qebûlkirin û ji êş û redkirinê xwe biparêze ava dibe. Lêbelê dema zêde bibe, mirov ji xwebûna xwe ya rasteqîn dûr dikeve.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms): Rêbazên derûnî yên derhişî ne ku mirov ji bo xwe ji êş, rageşî û hestên neyînî biparêze bi kar tîne. Tepisandin, înkar, veguheztin, berzkirn û rengvedan nimûneyên van mekanîzmayen in. Ew ne her tim xirab in, lêbelê dema zêde an jî bi awayekî ne-saxlem werin bi karhênan dikarin bibe sedema pirsên derûnî.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious): Têgihînek ji aliyê Carl Jung ve hatiye pêşkêşkirin. Ev beşa derhişiyê ye ku hemû mirovan bi hev re parve dikin û ji mîrata mirovahiyê pêk tê. Tê de arketîp, sembol û çîrokên ku di hemû çandan de hevpar in hene. Bo gelê kurd, derhişiya hevpar tê de serpêhatiyên hevpar, trawmayên dîrokî û sembolên çandî hene.
Arketîp (Archetype): Wêne, sembol an jî çîrokên bingehîn ên di derhişiya hevpar de hene û di hemû çandan de xuya dibin. Mîr, pîr, dê, bav, leheng û neynik nimûneyên arketîpan in. Her çand arketîpên xwe yên taybetî jî heye.
Hevdilî (Empathy): Hêz û şiyana têgihîştina û hîskirina hestên kesekî din e. Mirov xwe dide cihê kesê din û hewl dide ku rewşa wî ji dîtina wî fêm bike. Hevdilî bingeha derûnterapiyê ye û ji bo têkiliyên saxlem a mirov pir girîng e.
Qeyrana Nasnameyî (Identity Crisis): Rewşeke ku mirov xêra nasname û xwebûna xwe ne ewle ye û pirsên wekî ‘Ez kî me?’, ‘Ji ku derê me?’, ‘Armanca min çi ye?’ dipirse. Ev nakokî di her qonaxên jiyanê de dikare pêk bê, lêbelê bi taybetî di ciwaniyê de zêde ye. Bo zarokên kurd ku di navbera du çandan de mezin dibin, ev nakokî bi taybetî dijwar e.
Girêka Kêmasiyê (Inferiority Complex): Hesteke domdar a nebawer û kêmasiya li hember yên-din e. Mirov bi xwe re dibêje ku ew ji yên-din kêmtir e, qabiliyeta wî kêmtir e, nirxa wî kêmtir e. Ev hest dikare ji serpêhatiyên zarokiyê, ji bindestiyê an jî ji berhevokên civakî pêk bê.
Bindestî (Subordination): Rewşa ku mirov di bin hêz û kontrola kesek an jî grûpeke din de be. Bindestî ne tenê rewşeke siyasî an jî civakî ye, lê tesîreke kûr li ser derûnê jî dike. Bindestiya dirêj dikare bibe sedema girêka kêmasiyê, windakirina rûmet û şerefê û pêkanîna xwebûna sexte.
Rageşiya Hebûniyê (Existential Anxiety): Rageşiyeke ku ji zanîna ku em ê bimirin, ji bêwatebûna jiyanê an jî ji azadiya û berpirsiyariya hilbijartinan pêk tê. Ev rageşî beşek ji jiyana mirovî ye û ne nexweşiyek e, lêbelê dikare bibe sedema pirsên derûnî dema mirov nikare bi wê re rû bi rû bibe.
Bîra Trawmatîk (Traumatic Memory): Bîrên serpêhatiyên trawmatîk in ku pirîcaran bi awayekî cuda ji bîrên asayî tên tomarkirin. Wan bîran dikarin bi xewnên xirab, flashback an jî hestên fizîkî ji nû ve werin jiyîn. Ew pirîcaran di derhişiyê de dimînin û mirov nikare bi awayekî tam kontrolê li ser wan bike.
Derûnterapî / Derûnkolînerî (Psychotherapy / Psychoanalysis): Prosesa dermankirina pirsên derûnî bi alîkariya terapîstekê profesyonel e. Di vê prosesê de mirov bi peyivîn, lêkolîn û têgihîştinê hewl dide ku çavkaniyên pirsên xwe bibîne û rêyên çareseriyê peyda bike. Hevdilî, ewlehî û naskirina derhişî bingehên vê prosesê ne.
Birînên Narsîsîstîk (Narcissistic Wounds): Birînên ku ji windakirina rêzgirtina xwebûnê, ji redkirinê, ji şermezarkirinê an jî ji têkçûna xebatên xwe pêk tên. Ev birîn dikarin di dema zarokiyê de pêk bên dema zarok ji dêûbav rêzgirtin û dilsozî nabîne. Ew dikarin tesîreke dirêj li ser geşedana kesayetiyê bikin.
Rengvedan / Xwewekdîtina Rengvedanê (Projection / Projective Identification): Mekanîzmayek berevaniyê ye ku mirov hest an jî taybetmendiyên xwe yên ku naxwaze nas bike an jî qebûl bike davêje ser kesên din. Bo mînak, kesek ku hesûdiya mezin heye lê naxwaze nas bike dikare kesên din bi hesûd bike.
Berzkirn (Sublimation): Mekanîzmayek berevaniyê ye ku mirov hêz û xwestekên ku di civakê de nayên qebûlkirin (wekî tundî, seks, hesûdî) veguherîne karên ku di civakê de tên qebûlkirin (wekî huner, zanist, werzîş). Ev mekanîzma wekî yeka erênî tê dîtin, lêbelê di binê wê de hêjî hêzên orjînal hene.
Neynik (Mirror): Di derûnkolîneriyê de semboleke ku têkiliya di navbera mirov û yên-din nîşan dide. Zarok di çavên dêûbavên xwe de xwe dibîne û xwebûna xwe ava dike. Yên-din wekî neynikan in ku em di wan de xwe dibînin û nas dikin. Bê neynikan, mirov nikare xwebûneke saxlem ava bike.
Heyber û Kirde (Object and Subject): Di derûnkolîneriyê de, heyber (object) ew e ku li wî tê mêzekirin an jî tê kirin û kirde (subject) ew e ku mêze dike an jî dike. Her mirov dixwaze ku ji heyberê ber bi kirdeyê ve biçe, ji rewşa pasîf ber bi rewşa aktîf ve biçe, ji rewşa ku tê kontrolkirin ber bi rewşa ku kontrol dike ve biçe.
Nakokiya Venasînî (Cognitive Dissonance): Rewşeke ne-rehet a derûnî ye ku dema mirov du bawer, hest an jî helwestên nakokî bi hev re hebe pêk tê. Bo mînak, dema mirov dibêje ‘Ez zimanê xwe dost dikim’ lêbelê li malê bi zarokên xwe bi zimanê din dipeyive, nakokiyek venasînî pêk tê. Ev nakokî mirov bêzar dike û hewl dide ku wê çareser bike.
Fêrbûna Civakî (Social Learning): Prosesa ku mirov bi temaşekirina û taqlîdkirina yên-din fêr dibe. Zarok bi temaşekirina dêûbav û yên-din fêrî helwest, bawer û tevgeran dibe. Ev proses pir girîng e ji bo veguhastina çand û nirxên civakî.
Bêçaretiya Fêrbûyî (Learned Helplessness): Rewşeke ku mirov ji ber ku pirîcaran hewl daye lêbelê serneket nekiriye, bawer dike ku ew nikare tiştekî biguhezîne û hewldan dide dev jê. Ev rewş dikare bibe sedema depresyon û pirsên derûnî yên-din. Di rewşên bindestiya dirêj de, gelên bindest dikarin vê rewşê peyda bikin.
Nexweşiyên Derûnlaşî (Psychosomatic Illnesses): Nexweşiyên laşî yên ku çavkaniya wan pirsên derûnî ne. Stress, trawma, rageşî û hestên neyînî dikarin bibe sedema êşên serê, pirsên guhedanê, nexweşiyên dilê û nexweşiyên-din. Laş zimanê derhişiyê ye û dema mirov nikare pirsên xwe bi ziman der bike, laş wan nîşan dide.

Brahîmê Alûcî, Derûnnas, Mêrdîn

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *