Şevekî tarî de were Destê xwe bide destê min Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir Bibe ronahîya dilê min Bila zivistan be çile be ! Germahî û hebûna te bes e ! Bila şev kûr û dûr bin Di xewnên şevan de jî Bi te re zeman çiqas …
October, 2017
-
1 October
Jiyana PÎREMÊRD
Şairê Kurd î navdar PÎREMÊRD, navê wî Tewfîq e, kurê Mehmûd Axa yê kurê Hemze Axa Mesrif e. Bi navê PÎREMÊRD tê naskirin; ev nasnav jî di vegera xwe ya welêt de li xwe kiriye. Bi wêjeyê re mijûl bûye û vê nasnavê jî li xwe dike. Bapîrê wî Hemze …
-
1 October
Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok
Li dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek lêkolînan. Pirr caran çîrok, bi bêjeyên “hebû tunebû li welatekî”, “hebû tunebû carekê ji caran” dest pê dike û guhdaran dixe nava xeyalên neasayî û fantastîk, carcaran guhdaran dibe ser çiyayên di nava ‘ewran de, car caran jî guhdaran dibe …
September, 2017
-
28 September
Ji Çolê Komkirina Êzingan
Resûlê Xweda (sxl) û eshabê bi wî re di rêwîtiyekê de dereke xalî û bêgiya peyabûn. Hewcedariya êzing û agir çêbû. Ferman kir: “ Hin tiştên ku em pê agir pêxin kom bikin.” Eshap got: “Ya Resûlellah ka binêrin ev der çiqas xalî ye, tu êzing xuya nabe.” Lê got: …
-
25 September
Hemolek û Kemolek
Hebû tûnebû, ji rojan rojkî, Hemolek û Kemolek hebûn. Herdu bihevra dijiyan. Rojekî biharê, baran barî û xaniyê wan dilop dikir. Hemolek derdikeve ser xaniyê ku banê wî lox bike. Linga wî dişimite û dikeve bin loxê dimire. Xwîna wê bi ava baranê ve ji çironekê tê xwarê. Wê demê …
-
24 September
Prof. Dr. Salih Akın: Çarenûsa Kurdî bi statuya Kurdan ve girêdayî ye
Van demên dawîn, ji ber şert û mercên awarte li seransera Kurdistanê nîqaşên li ser ziman, çand, dîrok û folklora Kurdî rawestiyane û raya giştî bi piranî bala xwe daye geşedanên siyasî û leşkerî. Lê me derfetek dît ku bi Zimannas Prof. Dr. Salih Akın re ku li Zanîngeha Rouen …
-
21 September
Jan Dost: Min Romana Kobanî Wek Tedawîyekê Nivîsî
Herba Kobanîyê di Îlona 2014’an de destpê kir. Fikra nivîsîna romaneke li ser Kobanîyê, dema herbê bi te re çêbû yan paşê? Jan Dost: 2009 bû, min plana vê romanê danîbû û min gotibû ezê navê wê jî bikim Mihela Seyda. Çend beş jî min jê nivîsîn. Paşê min li …
-
20 September
Îmamê Newewî
Muhyuddîn Ebû Zekerîyya Yehya b. Şeref en-Newewî di sala 636/1230 de li gundekî nêzîkê Şamê hatîye dinyayê. Xwendina xwe li Şa-mê temam kirîye. Bi ‘ilm û zuhdê meşhûr bûye. Ewî li Şamê di Daru’l-Muheddisînê dê tedrîsat kirîye. Xwe weqfê ‘ilm û te’lîm û kitêbnivîsan-dinê kirîye. Di Mezhebê Şafiî dê cihek …
-
18 September
Senfoniya Giyan
ez rêwiyê keştiyeke li diyarên bêxwedî asê mayî me pêlên okyanûsa nava min di pêl avêtina ser pêlên xwe de xeniqîn rojan ez mişextî reştariya konçalên bêbinî kirim birîneke xedar di gewriya min de qalik girtiye her roj giloka êşên bêderman dadiqurtînim zimanê keskesora nava min ker û lal e …
-
17 September
Kurdekî Hezarfen Mela Mehmûdê Bazîdî
Destpêk Xebatên li ser dîroka wêjeya kurdî kêm in û yên heyî jî hê virnî ne. Ya rastî ji ber gelek egerên ji hevdu cihê -her wiha bi hevdu ve girêdayî- çavkaniyên sereke yên edebiyata kurdî baş derneketine ber ronahiyê.[1] Ji ber vê yekê divê berhemên kurdî yên nivîskî û qedîm …