Ji Çolê Komkirina Êzingan

Resûlê Xweda (sxl) û eshabê bi wî re di rêwîtiyekê de dereke xalî û bêgiya peyabûn. Hewcedariya êzing û agir çêbû. Ferman kir:

“ Hin tiştên ku em pê agir pêxin kom bikin.” Eshap got:

“Ya Resûlellah ka binêrin ev der çiqas xalî ye, tu êzing xuya nabe.” Lê got:

“ Li hember vê dîsa jî hûn dikarin hinekî kom bikin.”

Eshab belavî çolterê bûn. Bi baldarî erdê dinêherîn. Heke çiqilek ku ketibe erdê bidîtina jî radihiştin. Pişt re her yekî wan tiştên kom kiribûn anîn û bi vî awayî ji êzingên biçûk komek çêbûbû

Di vê navberê de Resûlê Xweda(sxl) wusa got:

“ Gunehên biçûk jî wek van darên biçûk in.”

Destpêkê de çavê yekî nayên. Lê şopker û lekolînerekî her tiştî heye. We lekolîn kir, geriya û ewqas dar kom kirin. Gunehên we jî wê wusa werin kom kirin û jimartin û we rojek ditiye ew gunehên biçûk bûye girseyek mezin.

kurdihikaye.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply