Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ji Evîna Rojên Kevin: Ronahiya Şevên Beriya Mêrdînê

Min xwe di maleke kurdî û civateke gundî ya orjînal de li Beriya Mêrdînê dît. Malek, guhdana wê bi çandiniyê û xwedîkirina pez û dewaran hebû. Digel ku piraniya gundiyan ji bestên derdorî gund dixebitîn.. Li ber ronahiya çirayê, fanosê, lempê (Lumba) û lûksê (Luxe Lighting) mezin bûme.. Min xwedîkirina …

Read More »

Bûye

Derdê te nayê gotin. Ne tu tê guhertin ne ez te diguherim. Êşa te nayê kişandin. Ne tu diedilî ne ez te diedilînim. Tu bûyî kewa dafikê. Durûtî bûye edet li ser axa te. Jana te bûye girêk û ketiye ser dilê min. Tu ji ku safî dibî ! dîroka …

Read More »

Jiyan

Êdî Jiyan min diwestîne Bi gava ji zaroktiyê Ber bi xortaniya xwe ve Xortaniya xwe di xweziyê ixtiyarekî de Di hêviyê zarokekî de dibînim Di xetên nîvê eniya min de Lay kurahiya Dicle û Feratê tême veşartin Tu dibêje vê guherîna fizîkî Ez dibêjim xirbih Bi dirêjbûn û kinbûna sîya …

Read More »

Tenêtî Karxezalek bû

Tenêtî karxezalek spehî û delal e. Tenetî nîvxwedêbûna mirovî ye û tenêtî destpêka afirînerîyê ye. Di vê dewra modern de tenetî bûye bela serê mirovan û mirov ha ha û zû bi zû ji tenetîyê direvin û berê xwe didin cihê qelabalix. Ew qelabalixî mejî û kesatîya wan ditevizîne û …

Read More »

Xerîbî Zor e, Sirgûnî Zehmet e!

”Bila biqede sirgûnîya min, dixwazim di welatê xwe de bijîm, bihêlin di welatê xwe de bimirim.” OVÎDÎUS   Xerîbî zor e. Jîyandina sirgûnîyê zehmet e. Hezar derd û kul, êş û kelemê wê heye. Li ser zor û zehmetîya xerîbîyê nivîskarên edebîyata cihanê gelek nivîsên baş û balkêş, û gelek …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin: Pîra Emo

Pîra Emo; pîrejinek mêrdînî ya bî bû. Apê me Xelefê Şêxko, ew li xwe mahir kiribû û bi hev re stirî bûn. Piştî mirina apê me Xelef, bi tena xwe, di xanîkê xwe de li gund dijiya.. Xanikê wê di orta gund de bû, aboriya xwe bi xwedîkirina mirîşka, eloka, …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baş zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û şevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine …

Read More »

Koçkirina Xelefê Zêbarî, Nesrîna wî û Mihemed Şêxo û “Ga dimire Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne”

Di roja 25/5/2018’an de helbestvan, bêjerê Şoreşa Êlûnê, (Yê ku yekem car di şoreşa Kurdistanê de, bi serokatiya Barzaniyê Nemir, got: “Vêre dengê Kurdistan e”), xwediyê gotinên strana Nesrîn (Ya ku Mihemed Şêxo dibêje) û bêjerê Dengê Amerîkam beşê Kurdî li Washingtonê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Û …

Read More »