Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Bikeve Rê

Di rêkeke ne dîyar de û li pey şopa sîyên nenas de û ber bi tunebûnê ve dimeşin. Divê carna meriv xwe li rîyan bixe, meriv di rê de li rastî hebûn û tunebûnê dibe. Ji bo rêya rast hewce dike ku meriv ji şaşîyên xwe ders werbigire. Ji şaşîyan …

Read More »

Were Dotmam!

Mîr Celadet Alî Bedirxan kurdperwerekî hêja, welatparezekî bêpayan bû. Xebatên wî yên hêja ji bo rewşenbîr û nivîskarên kurd bûne bingeh. Wî ne di warek de, herweha di gelek waran de xebat kiriye û gelek berhemên hêja afirandiye. Ew hîmdarê gramera kurdî û damezrevanê alfabeya kurdî/latînî ye. Xebata wî piraliye, …

Read More »

Mizgeftên Vî Zemanî Ne Ti Mizgeft In!!!…

Cejna we te va bimbarek be, ey xwînerên hêja…   Vê sibehê bi keyfxweşî ji xew şîyar bûm. Ji xwe divê meriv her sibehîya cejnê bi keyfxweşî pêşwazî bike. Bi dilekî germ û rûyekî li ken min berê xwe da mizgeftê ji bo nimêja cejna hecîyan ku eda bikim.   …

Read More »

Dîwana Osman Sebrî

Sirgûnî, hepis û zîndan herwekî ku bûye qedera rewşenbîr û sîyasetmedarên kurdan. Ji mala Cemîl Paşa û Bedirxanîyan virve bi sedan, bi hezaran kurd sirgûn bûne û ketine hepis û zîndanan. Gelekên wan di hepis û zîndanan de, di sirgûniyê de li welatên xerîb çûne ser heqiya xwe. Jîyan û …

Read More »

Naveroka hemû hejmarên kovara Helwestê

HELWEST Stockholm, 1995 (*) Mahmûd Lewendî   Helwest kovareke kulturî ye ku hejmara wê ya 1. di 1995´an de derket. Kovar xwerû bi kurdî (kurmancî)ye. Piraniya nivîsê wê li ser rexneyên edebî û li ser edebiyat û danasîna pirtûk û weşan û kovar û rojnameyên kurdan e. Her weha di …

Read More »

Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi …

Read More »

Di Munaqeşe û Rexnegiriyê de Pêngavek: Kovara Helwest

Kovara çand û edebîyata Kurdî Helwest, li ser bingeha mineqeşeyên çandî û edebî û rexnegirîya zanîstî û edebî weşana xwe meşand. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de beşa herî qels tûnebûn an jî nekirina rexne û mineqeşeyên edebî ye. Di nav Kurdan de rexnegiriya edebî qet pêş neketiye. Li …

Read More »

Pirtûka “ANATOMIYA WÊJEYA KURDΔ

Dema ez li Stenbolê bûm, pirtûka nivîskara fransî Xanima hêja Clêmence Scalbert a bi nave “Kürt Edebiyatının Anatomisi  / Anatomiya Wêjeya Kurdî“ derket. Lêbelê haya min ji derketina wê tunebû. Birêz Kek Şeyhmus Dîken di Înstegramê de berga wê parve kiribû. Min jî wê parvekirinê eciband û pirtûkê pîroz kir. …

Read More »