Agahîyên Nû

Zrîng bi naverokeke têr û tije derket

Hejmara 10’emîn a kovara Zrîngê ya mehê carekê derdikeve çap bû û bi naverokeke têr û tije gihîşt xwînerên xwe. Berga kovarê ya ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişanîne ser sala nû û xizaniya li Kurdistanê. Gelê kurd serê sala bi lîstikên kalo û pîrê, …

Read More »

Pirtûka ”Dîroka Navdarên Kurd”

Dîroka navdarên Kurd ku ji hêla seydayên hêja Mela İsmet Kılıçarslan û M. Reşit Irgat ve hatiye wergerandin çap bû… Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye. …

Read More »

Romana Merdan: Berbanga Şevînê

Ev romana di destê we da beşa sêyem ya rêzeromana nivîskar Mehmed Dehsiwar pêk tîne: Şopa Xeterê (Apec, 2017), Çepera Giran (Apec, 2019) û Berbanga Şevînê (Apec, 2020). Piraniya bûyerên ku di vî cilda sêyem ya romanê re derbas dibin li çend paytextên îroyîn, dîrokî û nîv-fermî da diqewimin, wek …

Read More »

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an! Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên …

Read More »

Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket. Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê …

Read More »

Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye

Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha …

Read More »

jı Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî derket

Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev …

Read More »

Sûc û Ceza

Ev berhema Dostoyevskî ji sala 1886an vir ve ji aliyê bi milyon kesan ve hatiye xwendin, niha jî tê xwendin û wisa xuya ye ku wê di rojên pêş de jî were xwendin. Ev berhema han ji wêjeya Rûsî şaheserek e ku navê xwe li rûpela wêjeya dinyayê daye nivîsandin. …

Read More »