Banga Kovara Philosophiaê ji bo Hejmara Pêncan

Nivîskar, lêkolîner û felsefenasên hêja. Piştî weşandina hejmara çaran a Philosophiaê a niha jî wekî edîtorya û rêdaktorîya kovarê, em amadekarîya hejmara pêncan dikin. Berî her tiştî, em gelekî spasîya nivîskar, lêkolîner, akademîsyen û felsefenasên me ên kurîziman dikin ku bi gotar, nivîs û lêkolînên xwe, beşdarî xebatên me bûne û piştgirîyê dane me. Mala wan û xwendevanên kovarê her ava be, spas.

Ji bo hejmara pêncan me biryara xwe da ku em wekî dosye, li ser mijara ‘Philosophia Democracyê’, ‘Têkilîya Philosophia û Democracyê’ û ‘Di Geşedanîya Democracyê da, Tesîra Philosophia û Ramanên Philosophic’ rawestin û wekî mijara sereke, di vê hejmarê da cih bidine van mijaran. Herweha em dixwazin bi çend nivîsan cih bidin mijara ‘Di Dîktatorîya Piranî û Temsîlê da, Arîşeya Edaletê’ jî. Herweha, nivîsên li ser mijarên ‘Têkilîya Democracy û Wekhevîya Sîyasî’, ‘Philosophia, Democracy û Nirxên Democratic’ ê jî, dê werin pejirandin.

Dîsa, em dixwazin cih bidin nivîsên rexneî jî li ser gelek babetên cihê. Bes, divê li gor krîterên rexneî bin û dîsa bawerîya me pê heye ku hemû ramanên philosophic, dikarin werin rexnekirin. Heke li ser van mijaran jî, nivîsên we hebin hûn dikarin bi dilekî xweş ji me ra bişeynin. Bi hêvîa jiyaneke xweş û geş, her bextewar bin.

Li Ser Navê Kovarê
Alî Gurdilî / 25.06.2023

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply