ziman

Cotmeh, 2017

  • 2 Cotmeh

    Bê Te

    Şevekî tarî  de were Destê xwe bide destê min Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir Bibe ronahîya dilê min Bila zivistan be çile be ! Germahî  û hebûna te bes e ! Bila şev kûr û dûr bin Di xewnên şevan de jî Bi te re zeman çiqas xweş e ! Hîva min ! Tava min Roja min, rojbaşa min …

  • 1 Cotmeh

    Jiyana PÎREMÊRD

    Şairê Kurd î navdar PÎREMÊRD, navê wî Tewfîq e, kurê Mehmûd Axa yê kurê Hemze Axa Mesrif e. Bi navê PÎREMÊRD tê naskirin; ev nasnav jî di vegera xwe ya welêt de li xwe kiriye. Bi wêjeyê re mijûl bûye û vê nasnavê jî li xwe dike.  Bapîrê wî Hemze Axa jî wezîrê Ehmed Paşayê Mîrektiya Baban bûye. Pîremêrd, di …

  • 1 Cotmeh

    Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok

    Li dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek lêkolînan. Pirr caran çîrok, bi bêjeyên “hebû tunebû li welatekî”, “hebû tunebû carekê ji caran” dest pê dike û guhdaran dixe nava xeyalên neasayî û fantastîk, carcaran guhdaran dibe ser çiyayên di nava ‘ewran de, car caran jî guhdaran dibe heft tebeqe di binê ‘erdêde. Di şevên zivistanê yên dirêj …

Îlon, 2017

  • 30 Îlon

    Çînê teleskopek şande fezayê

    Çîn ji bo ku li ser tîrêjên X’ê û qulikên reş lêkolînan bike teleskopa fezayê ya ewil a welêt şand fezayê. Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê teleskopa fezayê ji Baregeha Cîuçîenê ya ku li Çola Gobiyê ye hat şandin. Teleskopa ku giraniya wê 2 ton û nîvek e bi roketa 4Byê ya Çangcingê (Meşa Dirêj) va şandin fezayê. Teleskop gihîşte …

  • 30 Îlon

    Kela Xoşavê piştî Mîr Bedixan, 150 sal in vala maye

    Li Payîzavaya navçeya Wanê, bi mîmariya xwe ya balkêş kelaya Xoşavê! Piştî ku 150 sal vala û bê xwedî dimîne, xebatên lêkolîn û nûjenkirinê (restorasyon) destpê dikin. Serokê wan xebatên lêkolîn û nûjenkirinê Mehmet Top radigihîne ku hem bi mîmariya xwe hem jî bi temaşeya xwe Kela Xoşavê balkêş e. Li ser girekî kevirîn, dîwêrê kelaya Xoşavê bi hunereke balkêş …

  • 29 Îlon

    Roja Dûmahiyê (Xutbe)

      وَلَا تُخْزِنِي يَوْمَ يُبْعَثُونَ (87) يَوْمَ لَا يَنْفَعُ مَالٌ وَلَا بَنُونَ (88) إِلَّا مَنْ أَتَى اللَّهَ بِقَلْبٍ سَلِيمٍ (89) الشعراء                                            Bawermendên birûmet! Yek ji esasê îmanê yê bingehîn baweriya bi roja dûmahiyê ye. Çi tişta ku di erd û asîmanan de heyî, wê her dê rojekê hilweşe û wêran bibe, temamê zindeweran dê bimirin û di pey wê de …

  • 28 Îlon

    Li Heskîfê jiyangeheke 11 hezar û 500 salî hat dîtin

    Bendava Ilısû û projeya Hîdro Elektrîk Santralî ya hebûnên çandî parastin û rizgar kirinê de li Heskîfê li şikeftekê de lêgerîna ku hat pêkanîn de niştecîhbûnek ango cîheke niştecîhbûnê yê 11. hezar 500 sal berî naha hate dîtin. Xebatên ku ‘’ xebatên kolanê ya Arkolojîk yên Heskîf ‘’di çarçoveya parastin û rizgarkirina hebûnên çandî yên proja Hîdro Elektrîk Santral de …

  • 28 Îlon

    Ji Çolê Komkirina Êzingan

    Resûlê Xweda (sxl) û eshabê bi wî re di rêwîtiyekê de dereke xalî û bêgiya peyabûn. Hewcedariya êzing û agir çêbû. Ferman kir: “ Hin tiştên ku em pê agir pêxin kom bikin.” Eshap got: “Ya Resûlellah ka binêrin ev der çiqas xalî ye, tu êzing xuya nabe.” Lê got: “ Li hember vê dîsa jî hûn dikarin hinekî kom …

  • 27 Îlon

    Tirsa Dilê Me

    Rojekê alimek li kevîya golekê runiştî ye. Dinêre kûçikek ji tîna dike ku helaq bibe. Lê kûçik her cara ku nêzîkî avê dibe şûnda direve. Ev rewş bala vî alimî dikşîne û buyerê zêdetir temaşe dike. Dinêre ku kûçik dema tê ser avê sûretê xwe di avê de dibîne û ditirse, loma şûnda direve. Dawîya dawîn kûçik êdî nikare îdare …

  • 27 Îlon

    Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

    Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin. Ji Çîyayê Baxirê (Koyê …