Ji bo paqij kirina kezebê 3 rêbazên xwezayî

Cigare, qirêjiya derdor, werzêş nekirin û pir tiştên din jî li ser kezebame bandorên neyînî ango nebaş dike.

Berî ku hûn destbî bernameya 3 rojî ya paqij kirina kezebê bikin divê berî 2 rojan hûn cigarê berdin. Bi saya vê jî wê bedena we ji bo parûzandina ji jehriyê were asta amadebûnê. Beriya 2 rojan dev ji cigarê berdin werzêşê bikin û bi vexwarina çayên giyahî bedena xwe amade bikin.

Naha jî rêbaza 3 rojan ya ku kezebê paqij dike: 2 lîmonan dinava piyalek û nîv ya avê de bigivişin û beriya taştê vexun. Berî xwarina nîvro bi heman pîvanî ava greyfurt û gêzerê bi kar bînin. Ava greyfurt û gêzerê sîstema hilmij ango danûstendina bêhnê bi nîzam dike û xwînê di parizîne.

Di dema xwarinê de 2 piyale embara potasyum ê pêşik yan jî biyan pasar ê çêtir bibînin. Şev beriya razanê jî dîsa 2 piyale ava biyan ango pasar (bi tirkî yabanmersinî herwaha bi İngilizî  blueberries) vexu û wisa birazên. Di nava van 3 rojên ku hûnê vê bernameyê pêk bînin de girîngiyê bidin vexwarina çayên giyahî, werzêşên ku wê kezeba we veke û herwaha rûnên xwazayî yên weke okaliptus yên ku bêhnê vedikin bikar bînin û girîngiyê bidinê.

Peyama Kurd

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Otîzm û Çareserî

Otîzm, pêşveçûna mêjî ya ne normal e ku bandorê li ser ragihandin, tevger û têkiliyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *