Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Hezîran, 2017

  • 1 Hezîran

    Pirsgêrêka Tirkan

    Ji bo ku birîn zû û baş werin dermankirin dibê êşzanîyeke/teşhîseke baş werê danîn. Ku êşzanî baş hate danîn, derman hesan dibê. Heta bijijkek êşê û birînê baş nasnekê nikarê derman jê re binvîsênê. Ger dibin darê zorê de binvîsênê ya yê birîndar bikujê yan yê birîndar birînxedar bikê. Bi salaye ku ji rexê hemû kesî ve ji bo mafê …

Gulan, 2017

  • 1 Gulan

    Nêrîneke Giştî Li Ser Edebiyata Nûjen Ya Kurdî

    Destpêk Ev xebat wek kurteyeke edebîyata kurdî ya modern e. Di vir de armanc wek tegehên sereke yên ku bi edebîyata kurdî ya modern ve giredayîne bêne pêşkeşkirin. Ew kesên ku di demeke kin de li ser edebîyata modern biwazin bibin xwedî agahîyan dikarin ji vê xebatê sudwerbigrin. Bi taybetî ev xebat ji kesên ku li zanîngeha beşa ziman û …

Nîsan, 2017

  • 1 Nîsan

    Kurdistan

    Rojek ji rojên bihara rengînbûn. Wek her car hişê min li zozan, gelî, newal û çiyayê bilindbû. Her çiqas bedena min ji hev hatibê felişandin û di zivistaneke dijwar de bê jî, dil û hişê min hê bihara xwe dijiya. Di sibehe ke biharê de ez ji nav livînan derketim. Min dît ku taştêyeke xumalî hatîye amadekirin. Her tiştê ku …

Adar, 2017

  • 1 Adar

    Ji Bo Folklora Kurdî Çend Mînak

    Tiştenok / Mamik Tiştanok/Mamik Bersiv Şîrove Şêrîno li darîno, Darîno li gohbelo, Gohbel di rê de, Pî pahno li pey de. çi ye? Cotkar Şêrîno; tireh /tirî Darîno; selik Gohbelo; ker Pî pahno; mirov Zîq û zîq, Heşt ling û du pîx. çi ye? Cotkar Zîq û zîq; halet Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet Du …

Sibat, 2017

  • 1 Sibat

    Gernameya Spanya û Fasê

    25 Nîsan Ji bo rêwingiye serê sibehê zu şiyarbûm. Min xwe ji bo rê amadekir. Duvre li cihê civînê ez gihaştim rêhavalê xwe. Bi hevre em çune balafirgeha Merdînê. Ji ber ku me taştê nexwaribu li bufeya balafirgehê çayek vexwar. Xeribe lê çayek bi 2 tl’bu. Ev ji min re gelekî giran hat. Lê çibikim tiştek ji dest nayê. Seat …

Rêbendan, 2017

  • 1 Rêbendan

    BÛKÊN SÛRÎ[1] – Jiyana Kurdên Sûrî

    Destpêk[1] Welatê kurdan cara yekem bi peymana Qesrî Şîrîn bi awayekî fermî bû du parçe. Duvre bi peymana Lozanê bû pênç parçe. Piştî ku sînor li nav axa kurdan ketin ê dî kurd ji hevdû re bûne bîyanî. Sînor wek xencera ku li dil ketibê kurd ji hev qutkirin. Li ser axa kurdan ji bo ku mirov bigerê dibê li …

Hezîran, 2016

  • 1 Hezîran

    Sînema û Nasnameya Kurdan

    Nivîskar û lêkolîner Dilazat ART, li ser “Avakirina Nasnameya Kurdî Di Sînemaya Kurdî De”  li şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, semînerek da (30.10.2016). Bi kurtayî nivîsa Dilazat ART li jêr e: Wek di vê xebatê de hate dîtin sînema di sala 1895an de ji aliye Biraderên Lumiere ve hatiye îcadkirin. Ji sala 1895an heta sala 1930î sînema bêdeng bû. Piştî salên …

Sermawêz, 2016

  • 1 Sermawêz

    Tûrikê Ramanên Azad

    – Di diroka mirovatîyêde herdem zilam serlîstikvanin, jin fîgûranin. *** – Hemû evîndarên ku negihaştine hev bûne destan/qawl. *** – Di jiyana me de ti tişt bi dilême çênebûye. Ji gelek sedema daxwaziye me nehatine bicih. Her dem jiyana me li gor kesen ku pewendiye wa bi me re hene tê meşandin. Azadiya kesatîya me di nav civakêde hatiye birîn. …

Cotmeh, 2016

  • 1 Cotmeh

    Nirxandina Pirtûka “Şark Uleması”

    Destpêk Pirtûk ji hêla nivîskar û lêkoliner Mehmet Çağlayan ve hatîye nivîsandin. Di sala 1996an de di nav rêza weşanxanêya Çağlayan de li Stenbolê hatîye weşandin. A- Nasnameya Pirtûka Şark Uleması Nav                 : Şark Uleması Nivîskar          : Mehmet Çağlayan Ziman             : Tirkî, Kurdî (Mînakên ji berheman) Weşanxane     : Çağlayan Cihê Weşanê   : Stenbol Sala Weşanê   : 1996 Rûpel              : 320 …

Îlon, 2016

  • 1 Îlon

    Hevaliya Şêran û Guran

    Ji demên qadîm di welatekî qadîm de şêr di daristana xwe de serbixwe dijiyan. Serê çiya car caran di nav asîmanan de wundadibûn. Kanî û çem bi xûşe xûşeke mîna dengê stranên dilxweş diherikîn. Çol û nawal û deştê welat bi adanîbûn. Herkes bi azadî jiyana xwe di domandin. Her aşîrek di warekî welat te bi cihbûbû. Car caran di …