Bilbilê Hazar

slideHebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di heyama kevinde mîrek hebû. Bexçeyekî vî mîrî hebû di dinyayê de ê wek vî tûne bûn. Rojekê mîr û sê kurê wî û leşkerê mîr dinav bexçe de seyrandikin. Kalek diber wan ve diçe û dibêje:

– Xwezî Bilbilê Hazar jî dinav vî bexçeyî de hebane. Ê dî yê bexçe gelekî xweştir bibûna.

Mîr piştî van gotinên kalo bangî wî dike. Jê dipirse:

– Te çi got?

Kalo gotinen xwe dubare dike. Piştî vê gotina kalo mîr her sê kurê xwe li dora xwe dicivine. Ji wana Bilbilê Hazar dixwaze. Dibêje:

– Hûn çibikin bikin lê wî bilbilî ji min re binin.

Her sê bira xwe ji bo rêwingiyê amade dikin. Bi hev re derdikevin rê. Têra xwe dirav û zêr bi xwe re dibin. Piştî ku baş dimeşîn rêya wan li wan dibe sê rê. Li serê wan rêya kalek heye. Ji her sê birayan dipirse:

– Hûnê herin bi kuderê ve?

Her sê bira armanca rêwingiya xwe dibejin. Kalo ji wan re dibêje:

– Rêkek ji vana diçe rojava, yek diçe rojhilat û ya dî diçe başûr. Gelek mirov weke we di van rêka re çûne. Lê mixabin tû kes ji van rêyan nevegeriyaye.

Her birayek bi rêkê de diçe. Birayê mezin diçê rêya rojava, birayê navê diçê rêya rojhilat, birayê piçûk diçê rêya başûr.

Birayê mezin di rê de rastî komek civan tê. Dibînê ku ji qesrêke keçikeke bedew serê xwe derdixê û dîsa serê xwe dixe hundirû. Dit ku nabê meyzandina keçikê bi diravaye. Birayê mezin hemû diravê xwe ji bo vena xercdike.

Rêya birayê nevî dikevê bajarekî. Li wî bajarî her kes şarabê divexwê. Birayê nevî piştî ku carekê şerabê divexwe hişê wî ji serê wî diçê û hemû heyîna xwe di vê rê de xercdike.

Birayê piçûk di rêya xwe de malekê dibînê. Ji xwediyê malê re dipirse:

– Tû mevana qabûldikî?

Xwediyê malê wî dawetî mala xwe dike. Roja dî sibehê piştî taştê xwediye malê mevanê xwe dawetî palevaniye dike. Mezurvan dibêje;

– Ku tu vê daxwaza min nepejirêne ezê te bikujim.

Kurik ji neçarî bi mazurvanê xwe re palevaniye dike. Mazurvan dibêje:

– Ger tu biserkevê tu çi ji min bipirsê ezê bersiva te bidim. Ger ez biserkevim ezê serê te jêbikim.

Ji neçarî kurik dipejirîne. Bi hev re palevaniye dikin. Kurik mazurvanê xwe têk dibe. Dema ku mazurvan dikeve erde şaşika serê vî jî dikeve erde. Kurik dibînê ku mazurvan keçikeke. Kurik jê Bilbilê Hazar dipirse. Keçik dibêje:

– Ez nizanim lê xweha min ya piçûk dizane. Lê berî wê yê xweha min ya nevî jî yê wek min bi te re palevaniye bike. Tê ji wan re bibêjî min zora xweha we bir. Ê dî ewê te qebûlbikin.

Kurik tiştê ku keçikê jê re gotin yek bi yek anîn cih û giha xweha keçikê ya piçûk. Xweha keçikê ya piçûk şîreta xwe veha li kurik dike:

– Tê di vê rê de herî. Wê deriyekî mezin derkeve pêşiya te. Li ber derî şêrek û li ber şêr giya heye û hespek û li ber hesp goşt heye. Divê peşî tu cihê giya û goşt bihev biguherînî. An yê ew heywan te bixwîn. Piştî ku te ve anî cîh wê derî li ber te vebe û tê bikevî hundir. Li wir keça şahê periya razaye. Li wir di hundirê qafesê de Bilbilê Hazar heye. Divê tu keçikê şiyarnekî û Bilbilê Hazar ji wir derxînî û derkevî. Dema ku tu derketî yê hemû çiya û deşt û çem û heywan we bibêjin hawar, Bilbilê Hazar tê revandin. Lê tu guh nede wan denga. Rêya xwe dewam bike. Ev deng xeyal in.

Kurik van gotina yek bi yek bicîh têne û vedigere. Her sê xweha jî bi xwe re tinê û tê cihê ku rêya wî û ya birayên wî ku ji hev veqetiyaye. Dibînê ku ew kalê li serê rê li wir runiştiye. Jê dipirse:

– Ka birayê min di vir de neçûne?

Kalo dibêje:

– Na. Ez dikarim kelîkekê Bilbilê Hezar meyzenim.

Dema ku birayê piçûk Bilbilê Hazar direjî kalo dike keçikek ji wa dibêje:

– Nede kalo, ger tu bidiye wê ev kal vegere xortekî çardeh salî û ê dî wê te bikuje.

Dema ku birayê piçûk va gotina dibihîze radibe kalo dikuje. Duvre li birayên xwe digere. Herdû birayê xwe dibîne. Lê herdû bira ji hevdû şepirzetir in. Duvre berê xwe didine malê. Di rê de tî dibin. Li ser rêya wan bîrek heye. Birayê piçûk dadikeve hundurê bîrê. Avê ji birayê xwe re dişiyine. Duvre her du bira Bilbilê Hazar û her sê xweha dibine malê. Birayê xwe yî piçûk di hundirê bîrê de dihelin. Her du bira tên malê. Ji bavê xwe re dibejin heya me ji birayê me yî piçûk nine. Bilbilê Hazar berdana nav bexçe. Lê Bilbilê Hazar tu cara naxwine.

Piştî ku ev buyer buhurîn keça şahê periya ji xew radibe. Tê birayê piçûk ji bîrê rizgar dike. Birayê piçûk hemû tiştê hatiye serê xwe ji bavê xwe re dibêje. Bavê wî ji bo vê neqanciyê ceza dide herdu kurên xwe. Dema ku Bilbilê Hazar çav li birayê piçûk dike dest bi xwendinê dike. Birayê piçûk bi keça şahê periya re dizewice. Her sê xweh dibine alîkarê keçika perî. Bilbilê Hazar di nav bexçeyê bêhempa de bi şev û roj dixwene. Li ber dengê Bilbilê Hazar birayê piçûk û keçika pêrî di bin siya darê bexçede jiyanekê dilşadî û kefxweş diborinin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply