Pirtûka Bajarê Moriyan a Zarokan DERKET

Pirtûka Bajarê Moriyan ji hêla helbestkarê hêja Yehya Elewîferd ve hatiye nivîsîn. Helbestkar û nivîskarê me li Xorasana Îranê ev bû 20 sal e ku li ser wêjeya zarokan xebatên xwe didomîne.
Xwedî û berpirsyarê weşanxaneya Emû Elewî ye. Y. Elewîferd di vê pirtûka xwe de leheng wekî Morî an jî Kurmorî hilbijartiye û bi saya jiyana moriyan , jiyan û daxwaziyên zarokan bi rêya helbestan vegotiye. Di pirtûkê de helbestên bi navê “Bajarê moriyan, zarokên moriyan, park, trafîk, çiyager,kamera, cîranên min,bûka min, helaw û wendabûn.” Bi tevahî 10 helbest cî girtine. Wêneyên pirtûkê ji hêla Îlgar Rehîmî ve hatine neqişandin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *