Xutbe I Zikat û Fitre

Dîrok: 06.03.2026

Gelî Musulmana!

Mal û milkê me û hemî derfet û îmkanê me yên hene tevda emanetê Xwedê ne dane ber destê me. Edakirina şukr û spasiya wan emanetan bi vê yekê va tê cîh ku; heyiyê xwe bi hewcedaran ra, bi sêwiyan û bêkesan ra parva bikin. A şi’ûra vî emanetî bi zikat û fitrê va digere dibe ‘îbadet.

Gelî Musulmana!

Zikat, yek ji pênc bingehê İslamê ye. Zikat, ne tenê dayinek e ku em didin, belkî îbadetek e Xweda û Qasidê wî bi xwe ew danîne; mal ji xwe pê kêm nabe, ser da jî nî’metek xwedayi ye dibe bereketa mal û milkê meriv.[1] Çawa ku di vê ayeta hanê da difermê: “Nav malê wan da, pişka feqîr û xizanan jî heye.”[2] zikat, ne lutfek e dibe serevda serê xizan û feqîran, belkî teslîmkirina heqê wan e.

Gelî Musulmana!

Zikat, navbera îmandaran da dibe pira alîkariyê û rehmet û dilbêşiyê; dibe wesîla xurtbûna yekrêziyê û yekdestiyê, dibe sedemê wê yekê dilan da û li nav malan û li ser sifran bi destbiratiya hev bihesin. Ji vê hêlê va zikat, sulh û aram û xweşiyê tîne nav civakê. Dayina zikatê, merûyan ji xwedbîniyê û çavnebariyê û timatiyê dûr dixîne. Zikat, dibe alîkar bona hezkirina mal û çavbirçîtiya dunê were zeftkirinê û ji gunehan pakbibin. Çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “…Çer av agir vedimirîne her weha zikat jî xeta û gunehan diweşîne.”[3]

Gelî Musulmana!

Herçîke fitre ye; şukr û spasî ye bona em gîhiştin meha Remezanê û me rojiya xwe girt û va ye şahiya eydiyê bi ser me da hat. Cenabê Pêxember li me ferman dike beriya nimêja ‘eydiyê/cejnê fitran bidin kesên hewcedar.[4] Lewra bi xêra fitran eydiya/cejna Remezanê dibe dem û dewranek berceste ya wer ku dilbêşî û dostanî û kêf û şahî li hemû civakê belav dibe.

Gelî Musulmana!

Di zikat û fitrê da esil ew e; gotî merû berê pêşiyê ji merûyê xwe û ji cîranan li yên hewcedar mêzeke. Dûwra alîkariyên xwe ji xwûşk û birayê xwe yên deverên din ra bişîne. İro ya li me ew e; vê meha pîroz a Remezanê ji xwe ra bigerînin wesîle û bi zikat û bi fitrê xwe va sifra feqîran şênbikin; barê deyndaran sivik bikin; bibin alîkarê yekî rê da mayi; rûyê sêwîkî, belengazkî bidin kenandin; li aliyê mezlûm û bindestan bin, ji wan ra bibin hîvî, bibin pişt da ku wan derfet û îmkanên Heq Te’ala dane ji xwe ra bigerînin kesb û qezencek a ebedî.

Xutba xwe bi vê ayet a kerîme bi dawî tînim ku difermê: “Nimêja xwe durist bikin, zikata xwe bidin. Hûn pêşda ji xwe ra çi bikin hûnê li cem Xwedê wê bibînin. Herçî tişta hûn dikin Xwedê dibîne.”[5]  

[1] Beqere, 2/276.

[2] Zariyat, 51/19.

[3] Tirmizî, Cûm’e, 79.

[4] Bûxarî, Zekat, 70.

[5] Beqere, 2/110.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *