Duaya Xwarinê – Ji Rîsale-î Nûr

Ey Sultanê me yê ku bi nîmetên xwe me perwerde kiriye!

Nîmetên ku te numîne û siyên wan nîşanî me daye, eslên wan û çavkaniyên wan nîşanî me bide.

Û me bibe navenda saltanata/maqarr-i saltanata xwe.

Me di van çolistanan de winda neke.

Me bibe ber huzûra xwe.

Rehmetê li me bike.

Ew nîmetên lezîz ên ku Te li vir daye me tamkirin, li wir me bide xwarin.

Bi zeval û dûrketinê me tazîb(ceza) neke.

Ev bindestên te yên dilşewat û spasdar, yên mutî, bêserî nehêle û îdam neke.

Ya Reb! Qusûrên me bibexşîne, me wekî evdên xwe qebûl bike.

Heta, dema ku emaneta xwe bistînî, me di emanetê de emîn bike.

Ruhê me li ser cesedê me, dilê me li ser nefsê me, aqilê me li ser zikê me serwer bike.

Me ji wan evdên xwe yên ku lezzetê ji bo şukrê dixwazin bike.

YA REB! Bi bereket û hurmeta Resûlê Ekrem (s.x.l.), bereketê bide rizqê me yê madî û manewî yê ku te îhsanî me kiriye!.. Amîn!…

Ji Rîsale-î Nûr

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *