Xutbe | Însan: Roniya Çavê Gerdûnê/Kainatê

Dirok: 12.12.2025


Gelî Musulmana!
Her roja ku dertê ewê here avan, her can ewê bimire. Her tişta afirandî ewê dawî lê were. Derya dê bikelin, çiya ji şûna xwe bileqin, stêrk ewê biweşin. Yê di gorran da ewê werin derxistin û her kes; li dunê çi kiriye û çi nekiriye ewê fêhmke.

Gelî Musulman!
Merû heye; naponije çima hatiye, ji ku hatiye û ewê here ku derê, xwe ji bîr dike, Xwedayê xwe ji bîr dike, mirinê ji bîr dike, hîsabê ji bîr dike, bihiştê û cehenemê ji dike, di bin sîwana xirawiyê da digere; dilan dişkîne, xelkê ji xwe dixeyidîne, dibe Qabîl merûyan dikujîne, dibe Qarûn bi zengîniya xwe va doş dibe, dibe Nemrûd bi text û dewleta xwe fexrê dike, dibe Ebû Cehl heq û heqîqetê nabîne. Merû heye; dunê ji xwe ra zeviya axîretê dibîne, him bona dunya xwe him bona axîreta xwe dixebite, dibe Seydayê Mela Ehmedê Cizîrî, dibe Feqiyê Teyran, dibe Şêx Ehmedê Xanî, dibe Mewlana Xalid, dibe Şêx Se’îd, dibe Mela Se’îdê Kurdî, bi hal û qalê xwe va dibe dilistan.

Ey İnsan!
Tu, xulasa ‘alemê yi, bîbika çavê gerdûnê/kaînatê yi, bercesteyê Xaliq ê Zû’l-Celal î. Xweda ye ewê dunya û herçi yê têda afirandine û dane ber xizmeta te; her ew e yê tu bi vî şekl ê bedî’ çêkirî; her ew e yê îz’an û îdrak daye te pê rindiyê û nerindiyê ji hev vedinasî; her ew e yê pirtûkên rêya aram û hedarê nîşan didin bona te verêkirine; her ew e yê pêxember hinartine û ji te ra gerandine rêber. Digel vana hemiyan îcar “Ey însan! Çi ye ew tişta li pêşberî wî Xwedayê te yê keremdar tu xapandî?” Çi ye nahêle ji Xweda ra bendetiyê bikî? Çi ye nahêle fermanê wî cîh bînî, ji qedexeyê wî xwe bihêwişînî?

Gelî Musulmana!
Mixabin! İro em bi gelek tiştên dijberî hev ra hêj bêhtir rû bi rû ne. Li alîkî; merû hene dikoşînin bona dunê ji xwe ra, ji malbata xwe ra, ji xelkê xwe ra û ji hemî beşertiyetê ra bigerînin bihişt; li hêlek din jî merû hene li bindestan û li kesên bêguneh zulmê dikin û dikoşînin bona rûyê zemîn bigerînin cehenem. Li alîkî merû hene maqûl in, efendî ne, pê li gêlekî jî nakin; li hêlek din jî nemeriv hene ji ber qurretî û fexra xwe rêya ku têda dehrin, war û welatê ku tê ra derbas dibin wêran dikin, xopan dikin. Li alîkî meriv hene dikoşînin bona başî û dilbêşî zîlde, zindî be; li alîkî din nemeriv hene bi xirawiya xwe va dixwazin beşeriyetê noqî nav tarî ya reştarî bikin. Qasidê Xweda vî halî di fermûdekî xwe da ewha beyan dike: “Kes ê îmandar ‘ezîz e/qedirgiran e comerd e. Yê fasiq bêhurmet û çikûs e.”

Gelî Musulmana!
Her tişt dikişe diçe; av, dîrok, stêrk, merû û fikr û raman; çirrik dudu ne; ji yekî ronahî dibare; ji yekî tarîtî vedirije. Belê li vê dunya hana ku di heman demê da him ronahî û him jî tarîtî dirije ya li me bawermendan ew e; her der û dergehî bi baweriya xwe va bigerînin warê ewlehî yê, bi ‘îbadetê xwe va bigerînin diyarê hedar û bextyariyê, bi xûypakiya xwe va bigerînin dornaga yareniyê û hogiriyê; rê nedin xirawiyê û neheqiyê; hezkirinê û dostaniyê li hemî qadê jiyanê serdest bikin.

Dixwazim xutba xwe, bi vê fermûdeya Cenabê Pêxember bi dawî bînim: “Merûyên wer hene tu dibê anaxtarê xêrê, kilîtê xirawiyê ne. Kesê wisa jî hene, tu dibê qey anaxtarê xirawiyê, kilîtê xêrê ne. Bextyar in ew kesê ku Xwedê Te’ala anaxtarê xêrê dane destê wan…”

1.İnfitar, 82/6.
2.Ebû Dawûd, Edeb, 5.
3.İbnû Mace, Sûnnet, 19.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *