Sûreya Rehmân (Sûreya 55an e) Sûreya Rehmân ji sûreyên Mekkiyê ye, bi tevahî 78 ayet e. Navê wê yê tam “Er-Rehmân” e, yanê “Yê Herî Dilovan”. Ev sûre yek ji sûreyên herî xweş û bi rîtm ên Qur’anê ye. Pir caran jê re “Bûka Qur’anê” jî tê gotin, ji ber bedewiya wê ya dengî û wateyî.
Navê wê çawa hatiye dayîn? Ji ayeta yekem: “Er-Rehmân” (Yê Dilovan) ê.
Mijarên sereke:
- Dilovaniya Xwedê: Bi “Er-Rehmân” dest pê dike û hemû afirandinên Xwedê yên mezin wekî delîlên dilovaniya Wî nîşan dide.
- Qur’an hîn kiriye (ayet 1-4): Xwedê Qur’anê û beyanê (axaftinê) hînî mirov kiriye.
- Afirandina gerdûnê: Roj, hîv, stêrk, dar, çiya, derya, av, nebat û hwd. Hemû bi hevsengiyê hatine afirandin.
- Du behrên ku li hev dicivin lê tevlihev nabin (ayet 19-20): Dîmenekî ecêb ê xwezayê.
Gotina ku gelek caran dubare dibe:“Febî eyyî âlâi rabbikumâ tukezzibân?“
(Îcar hûn ê kîjan nîmetên Rebbê xwe înkar bikin?) Ev ayet tam 31 caran di sûrê de tê dubarekirin û rîtmeke xweş çêdike. Her carê piştî nîşandayîna nîmetekê tê gotin ku mirov bîne bîra xwe û şûkir bike.
“Heke hûn karibin ji binya û asîmanan derbas bibin, derbas bibin! Lê hûn nikarin bêyî destûrê Xwedê derkevin.”Behsa du baxçeyên bihuştê (ayetên dawiyê): Ji bo kesên xwedêperest du baxçeyên bihuştê yên tijî nîmet têne behskirin:
- Kaniyên herikbar
- Meyveyên her tim nû
- Hûrîyên çavbedew
- Qatên ji hevir û zêr
Dawiya sûrê bi van gotinan tê:
“Tebârekesmü Rabbike Zil-Celâli wel-İkrâm.”
(Navê Rebbê te yê bi rûmet û keremxwedî pîroz be.)Ev sûre pir caran di mizgeftan de, di merasîmên zewacê û di xatirxwestinan de tê xwendin ji ber ku hem dilovanî û hem jî bedewiya dengî tê de ye.

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm (ez dest bi xwendinê dikim)
اَلرَّحْمٰنُۙ
1. Er-Rahmân,
عَلَّمَ الْقُرْاٰنَۜ
2. Qur’anê hîn kir.
خَلَقَ الْاِنْسَانَۙ
3. Însan xuliqand.
عَلَّمَهُ الْبَيَانَ
4. Beyanê (axaftin û îfadekirina xwe bixwe) hînî wî kir.
اَلشَّمْسُ وَالْقَمَرُ بِحُسْبَانٍۖ
5. Roj û hîv li gorî hisabekî (diyarkirî tevdigerin).
وَالنَّجْمُ وَالشَّجَرُ يَسْجُدَانِ
6. Stêrk û dar ji wî (Allah) re secde dikin.
وَالسَّمَٓاءَ رَفَعَهَا وَوَضَعَ الْم۪يزَانَۙ
7. Me esman bilind kir û mîzan (edaletê di nav însanan de wek pîvan) danî.
اَلَّا تَطْغَوْا فِي الْم۪يزَانِ
8. Di mîzanê de (di pîvana edaletê de) neheqî nekin.
وَاَق۪يمُوا الْوَزْنَ بِالْقِسْطِ وَلَا تُخْسِرُوا الْم۪يزَانَ
9. Kêşanê li ser edaletê bikin û mêzênê/terazîyê kêm nekişînin.
وَالْاَرْضَ وَضَعَهَا لِلْاَنَامِۙ
10. Ser rûyê erdê ji bo candarên (li wê derê dijîn) danî/nizm kir. (Ji bo jiyanê musexer/bikêrhatî kir.)
ف۪يهَا فَاكِهَةٌۖ وَالنَّخْلُ ذَاتُ الْاَكْمَامِ
11. Li wê derê fêkî û darên xurmeyên bi gûşî/bi kulîlk hene.
وَالْحَبُّ ذُو الْعَصْفِ وَالرَّيْحَانُۚ
12. Libên bi qaşil û gîyayên bêhnxweş hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
13. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
خَلَقَ الْاِنْسَانَ مِنْ صَلْصَالٍ كَالْفَخَّارِۙ
14. Wî, însan ji hişkeherîyeke reşeguherî wekî ku pehtî be xuliqand.
وَخَلَقَ الْجَٓانَّ مِنْ مَارِجٍ مِنْ نَارٍۚ
15. Cinan jî ji agirê bê dû xuliqand.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
16. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
رَبُّ الْمَشْرِقَيْنِ وَرَبُّ الْمَغْرِبَيْنِۚ
17. (Ew,) Rabbê herdu rojhilatan û herdu rojavayan e.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
18. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
مَرَجَ الْبَحْرَيْنِ يَلْتَقِيَانِۙ
19. Ji bo ku bigihîjin hevdu (yek şîrîn û ya din şor) herdu behr hatin berdan.
بَيْنَهُمَا بَرْزَخٌ لَا يَبْغِيَانِۚ
20. Di navbera wan de astengek heye. Ji tixubên hevdu naborin (têkilî hev nabin.)
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
21. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
يَخْرُجُ مِنْهُمَا اللُّؤْلُؤُ۬ وَالْمَرْجَانُۚ
22. Ji herduyan jî dur û mercan derdikeve.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
23. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
وَلَهُ الْجَوَارِ الْمُنْشَاٰتُ فِي الْبَحْرِ كَالْاَعْلَامِۚ
24. Ew keştîyên li ser behrê ku wekî çiyan diherikin û diçin jî yên wî ne.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ۟
25. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
كُلُّ مَنْ عَلَيْهَا فَانٍۚ
26. Her kesên li ser wê hene hemû bihorbar in/fanî ne.
وَيَبْقٰى وَجْهُ رَبِّكَ ذُو الْجَلَالِ وَالْاِكْرَامِۚ
27. Lê Rabbê te yê xwedî celâl û îkram wê baqî bimîne.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
28. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
يَسْـَٔلُهُ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ كُلَّ يَوْمٍ هُوَ ف۪ي شَأْنٍۚ
29. Li erd û esman her çi kes hene (hewcetîyên xwe) jê dixwazin. Ew her roj di karekî de ye.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
30. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
سَنَفْرُغُ لَكُمْ اَيُّهَ الثَّقَلَانِۚ
31. Gelî Seqelan (ên ji însanan û ji cinan pêkhatî ne)! Em ê (di demeke nêz de) hisabê we bibînin.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
32. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
يَا مَعْشَرَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِ اِنِ اسْتَطَعْتُمْ اَنْ تَنْفُذُوا مِنْ اَقْطَارِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ فَانْفُذُواۜ لَا تَنْفُذُونَ اِلَّا بِسُلْطَانٍۚ
33. Gelî civaka însan û cinan! Eger,ji derketina sînorên erd û esmanan re quweta we bigihîjê, derkevin. Lê belê hêz û otorîteyeke we ya (herî mezin) nebe hûn nikarin vê bikin.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
34. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
يُرْسَلُ عَلَيْكُمَا شُوَاظٌ مِنْ نَارٍ وَنُحَاسٌ فَلَا تَنْتَصِرَانِۚ
35. Bi ser we herduyan de jî alavê agir û dû tê şandin. Hûn nikarin (jê re) bibin asteng jî.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
36. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
فَاِذَا انْشَقَّتِ السَّمَٓاءُ فَكَانَتْ وَرْدَةً كَالدِّهَانِۚ
37. Dema asîman diqelişe û bibe wekî sorguleke mîsala rûnê helîyayî.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
38. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
فَيَوْمَئِذٍ لَا يُسْـَٔلُ عَنْ ذَنْبِه۪ٓ اِنْسٌ وَلَا جَٓانٌّۚ
39. Ew roj ne însan û ne jî cin ji gunehê xwe tê pirsîn.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
40. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
يُعْرَفُ الْمُجْرِمُونَ بِس۪يمٰيهُمْ فَيُؤْخَذُ بِالنَّوَاص۪ي وَالْاَقْدَامِۚ
41. (Ne hewceyê pirsê ye, lewre) ew ên mucrîm/sûcdar ji rûyên xwe tên naskirin û ji perçem/ji bisk û lingên xwe tên girtin.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
42. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
هٰذِه۪ جَهَنَّمُ الَّت۪ي يُكَذِّبُ بِهَا الْمُجْرِمُونَۢ
43. Ha ev, ew cehennem e ku mucrîman ew diderewand.
يَطُوفُونَ بَيْنَهَا وَبَيْنَ حَم۪يمٍ اٰنٍۚ
44. (Ew) di navbera vê û ava kelandî de diçin û tên.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ۟
45. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
وَلِمَنْ خَافَ مَقَامَ رَبِّه۪ جَنَّتَانِۚ
46. Ji bo kesê ku (ji bo hisabê) ji rawestana hizûra Rabbê xwe ditirse re, du cennet hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۙ
47. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ذَوَاتَٓا اَفْنَانٍۚ
48. Çiqlên darên herdu cennetan jî bi sih û zêde bi fêkî ne.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
49. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ف۪يهِمَا عَيْنَانِ تَجْرِيَانِۚ
50. Di herduyan de jî du kanîyên diherikin hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
51. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ف۪يهِمَا مِنْ كُلِّ فَاكِهَةٍ زَوْجَانِۚ
52. Li wir ji her çeşîdên fêkî cotecot hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
53. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
مُتَّكِـ۪ٔينَ عَلٰى فُرُشٍ بَطَٓائِنُهَا مِنْ اِسْتَبْرَقٍۜ وَجَنَا الْجَنَّتَيْنِ دَانٍۚ
54. Li ser binraxên/doşekên ku betanê wan ji hevrîşimê stûr paldayî ne. (Bi dest xistin û civandina) fêkîyên herdu cennetan jî nêzîk/hêsan e.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
55. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ف۪يهِنَّ قَاصِرَاتُ الطَّرْفِۙ لَمْ يَطْمِثْهُنَّ اِنْسٌ قَبْلَهُمْ وَلَا جَٓانٌّۚ
56. (Di herdu cennetan de jî) jinên wisan hene ku çavên wan her li mêrên wan in. (Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
57. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
كَاَنَّهُنَّ الْيَاقُوتُ وَالْمَرْجَانُۚ
58. Ew, her wekî yaqût û mercan in.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
59. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
هَلْ جَزَٓاءُ الْاِحْسَانِ اِلَّا الْاِحْسَانُۚ
60. Ma qey berdêla qencîyê ji qencîyê pê ve tiştekî din e? (Ew ê li dinyayê qencî bike wê li axîretê qencî bibîne.)
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
61. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
وَمِنْ دُونِهِمَا جَنَّتَانِۚ
62. Ji xeynî wan herduyan du cennetên din hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۙ
63. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
مُدْهَٓامَّتَانِۚ
64. Kesketarî ne/Kipîkesk in.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
65. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ف۪يهِمَا عَيْنَانِ نَضَّاخَتَانِۚ
66. Di herduyan de jî du kanî hene ku bênavber dipijiqin hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
67. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin.
ف۪يهِمَا فَاكِهَةٌ وَنَخْلٌ وَرُمَّانٌۚ
68. Di herduyan de jî fêkî û xurme û hinar hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
69. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
ف۪يهِنَّ خَيْرَاتٌ حِسَانٌۚ
70. Li wê derê jinên bixêr (salîha û) xweşik hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
71. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
حُورٌ مَقْصُورَاتٌ فِي الْخِيَامِۚ
72. Di nav konan de horî (yên ku bitenê mêrên wan ew dibînin) hene.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
73. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
لَمْ يَطْمِثْهُنَّ اِنْسٌ قَبْلَهُمْ وَلَا جَٓانٌّۚ
74. (Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِۚ
75. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
مُتَّكِـ۪ٔينَ عَلٰى رَفْرَفٍ خُضْرٍ وَعَبْقَرِيٍّ حِسَانٍۚ
76. Li balgihên kesk û binraxên/doşekên di xweşikahîyê de (dilkêş in) paldayî ne.
فَبِاَيِّ اٰلَٓاءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
77. (Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
تَبَارَكَ اسْمُ رَبِّكَ ذِي الْجَلَالِ وَالْاِكْرَامِ
78. Navê Rabbê te yê xwedî celâl û îkram çi qas berz/bilind e.
Çavkanî: Ji meala tevhidê hat standin
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…