Nexweşîya Alzheimerê dikare zû were tespît kirin

Kurmancî:

Lêkolîneke li Îspanyayê hat kirin nîşan da ku bi testa xwînê ya nû hatî pêşxistin, nexweşîya Alzheimerê dikare zû were tespît kirin.

Lêkolînerên ji Enstîtuya Lêkolînê ya Hospital del Mar û Navenda Lêkolînê ya Mêjiyê ya Beta ya Barselonayê (BBRC) destnîşan kirin ku biyobelirteca ‘phospho-tau217’ ku ji bo diyarkirina rîska Alzheimerê tê bikaranîn, di qonaxên destpêkê yên nexweşîyê de jî bi bandor e. Lêkolînê daneyên 1,767 kesan, ku ji çar komên nexweşxaneyî û komeke lênihêrîna seretayî ya li Swêdê pêk tê, analîz kir.

Lêkolîneran diyar kir ku ev biyobelirteç di kesên ku nîşanên têkçûna bîrewerîyê nîşan didin de encamên rast dide. Test, bi taybetî di qonaxên destpêkê yên nexweşîyê de bi rastiyeke bilind encam dide û diyar dike ka hewceyî testên zêdetir û biha ye an na.

Zazakî:

Yew araştirmeyê ke Îspanya de ameyo kerdene nîşan da ke bi testê gani yê newe yê ke ronîyayo, neştestîya Alzheimerî ewwil ra eşkeno tesbît bibo.

Araştirmeyê Enstîtuyê Araştirmeyî yê Hospital del Marî û Merkezê Araştirmeyê Beyinî yê Beta yê Barselonayî (BBRC) destnîşan kerd ke biyobelirteca ‘phospho-tau217’ ke rîskê Alzheimerî tesbît kena, hetanî qonaxanê neştestîye yê ewwilînan de zî tesîrdare. Araştirmeyî daneyê 1,767 kesan, ke çar komê nexweşxaneyan û yew komê lênêrîyê ewwilî yê Swêdî ra pêk ameyo, analîz kerd.

Araştirmeyan diyar kerd ke nê biyobelirteca kesanê ke nîşanê têkçûnê bîrî nîşan kenê de netîceyanê rastî dano. Test, bi taybetî qonaxanê neştestîye yê ewwilînan de bi rastîyêde bilind netîce dano û tesbît keno ke testê zîyade û buha lazim o yan ney.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çend Nexweşî

Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *