Xutbe | Remezan Meha Qenciyan e

Dîrok: 07.03.2025

Gelî Musulmana!
Cenabê Pêxember piştî ku hat Medîn a Mûnewer gelek kes hatin wî bajar ê nûranî bona İslamê hîn bibin. Yek ji wan jî Newwasê ku xortaniya xwe da bi İslamê muşerref bibû. Newwas rokî ji Hz. Pêxember pirsî biweku qencî û neqencî çi ye? Cenabê Pêxember ev bersiv a bi hîkmet dayê: “Qencî/başî, exlaqê rind e; nerindî tişta dilê te lê rûnanê û tu naxwazî xelk pê bihese.” (1)

Gelî Musulmana!
Bi angorî İslamê qencî, ne tiştek şeklî ye, ne gotin û tevgerekî riyakarane ye. Qencî; armanca jiyana me, îcaba îmana û bendetiya me ye, kara me ya tewrî mezin, mîras a me ya tewrî hêja ye. Ewca exlaqê, kapikê herî zexmê aştiya civakî ye.

Xwedayê jorîn, di sûreyê Beqere di ayeta sed û heftêyi da ewha behsa rindiyê dike: Rindî; baweriya bi Xwedê û bi roja axirê û bi melaîketê wî û bi kitêvê wî û bi pêxemberê wî ye. Rindî ew e tevî ku ji malê hezdikî dîsan jî bidî merivê xwe û sêwiyan û feqîran û rêwiyê rêda mane û kesê ji ber hewcedariyê recûxwaziyê dike, bi awakî durist nimêjkî, zikatê bidî, we’dek da pêkbînî, tengasiyan da, nexweşiyan da û hengamê cîhadê da sebirdarbî.(2)

Gelî Musulmana!
Her wextî û li her derê bona her yekî ji me; helbet qencîkî heye ku bike; bi destê xwe, bi zimanê xwe, bi malê xwe, bi ‘ilmê xwe, bi pêşeyê xwe û bi tecrûbeyê xwe. Qencî carna; dibe ewladkî baş be, hemserkî wefadarbe, dê û bavê dilbêş bin, kesekî rûgeşê devken bî û ziman şîrin bî. Carna jî rindî ew e; silav bidî her kesî, xatirê xelkê bipirsî, ji zarûkî hezbikî, ji mezinkî ra hurmetê nîşan bidî, li sewalkî merhemetê bikî, ne bi destê xwe ne bi zimanê xwe kesî neêşînî.

Gelî Musulmana!
Heyf ku em dewranek wisa da ne ku qencî ber nig dibe, nerindî hey dehre belav dibe. Di rûyê bêxêran da li cîhanê ro bi ro hey diçe herb, xûkirin, dijminatî zêde dibe. Zulimkar, li Xezzeyê û li welatê musulmanan bêgunehan dikujin. Nahêlin xwûşk û birayê me îhtiyaciyê xwe yê esasî jî pêkbînin. Ya li me ew e îcaba ayeta hanê bikin: وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوٰىۖ “li ser rindiyê û teqwadariyê pişta hev bikin.” (3) qenciya xwe zêdekin, mezlûman bi destê zaliman da bernedin. Derbirînê kesê piştgîriya zaliman dikin, ji sifreyê xwe, ji malê xwe, ji karxaneyê xwe, ji hemû jiyana xwe derxin.

Gelî Musulmana!
Qencî merûyan vediguherîne. Xwedayê jorîn difermê: “Rindî û nerindî wek hev nabin. Nerindiyê bi rindiyê rake. Wê hingê tu yê bibînî ewê bi te ra neyarbû bi te ra bûye yar!” (4) Wekî wer e werin em Remezanê bikin wesîl e bona dilmayinê xwe, xeyda xwe li cîh bihêlin. Efûwkarbin, dijminatî û çavnebariya ku ziyanê didin biratiya me, yekrêziya me em wan rakin, ji jiyana xwe biavêjin. Vê Remezanê û her wextî dilê xwe ji xwûşk û birayê xwe ra, deriyê xwe ji cîranê xwe ra vekin.
Qasidê Xweda difermê: إِنَّ اللّٰهَ كَتَبَ الْإِحْسَانَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ “Xwedê, di her karî da rindî emir kiriye.” (5) Wekî wer, hema ji mala xwe va dest pêkin rindiyê bikin. xan û manê xwe bi qenciyê va xwedan bereketkin. Tovê qenciyê li dilê zarûyê xwe bireşînin. Xwûşk û birayê xwe yê noqî nav gunehan bûne û ji jiyanê hiviya wan nemayê destê qenciyê dirêjî wan kin. Qenciyê bikin daku jiyana me xweşikbe, rindiyê bikin ku dunya me veguhere. Vê Remezanê û herdemî sermiyanê me bera rindî be, padaşa me bera bihiştbe.

Xutba xwe bi vî dû’ayê Cenabê Pêxember diqedînim: “Xwedaya! Jiyana mi bigerîne wesîla qenciyan. Mirinê jî bigerîne sedemê xilasiya ji hemû xirawiyan!”(6)

———————–

1.Mûslîm, Bîrr, 15.
2.Beqere, 2/177.
3.Maîde, 5/2.
4.Fûssîlet, 41/34.
5.Tirmizî, Diyat, 14.
6.Mûslîm, Zîkr, 71.

Mella ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *