Hejmara 166an a Nûbiharê derket

Ji jimara 166an merheba!

Em gelek bextiyar in ku bi jimareke nû li pêşberî we ne.

Bi vê jimarê kovara Nûbiharê dibe 32 salî û cildê me yê 27an jî temam dibe.

Di vê jimarê de jî me dosyayeke amade kiriye.

Navê dosyaya me “Medyaya Civakî” ye.

Dema em medyaya civakî dibêjin ez bawer im hûn dizanin em behsa çi dikin.

Ji zarokan bigre heta mezinan, îro gelek kesan qet nebe Facebook, You Tube, Twitter, WhatsApp, Instagram, Telegram, Tik Tok yan jî navekî din bihîstiye.

Em dizanin erdnîgariya me di nava çar dewletan de parve bûye; mixabin di navbera Kurdên van dewletan de danûstandinek xurt tuneye. Di ser de, Kurd tenê li çar dewletan najîn. Li payetextên van dewletan, li bajarên wan yên mezin, li Ewrûpayê, li Emerîkayê; bi kurtî li çar deverên cîhanê îro Kurd hene.

Dilê me ji hevûdu re bixwaze jî, em ji hev dûr in û her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e.

Erê dewleteke Kurda tuneye, lê weke milletên xwedîdewlet, Kurd jî dikarin ji îmkanên medyaya civakî îstifade bikin.

Eger bixwazin dikarin li ser van hesaban agahiyan belav û bar bikin û bêyî pasaport peyamên xwe bigihînin her deverên dinyayê.

Jixwe van salên dawîn me dinyayek agahî li ser van paltforman bar kiriye.

Îro Kurd li ser van platforman muzîk, dîrok, çand, ziman û gelek materyalên xwe li cîhanê belav dikin. Bi vî awayî wan ji wendabûnê xelas dikin û dikin xizmeta Kurdên cîhanê.

Ev çend sal in, medyaya civakî dinyaya me kiriye yek û sînorên ku dewletan ji me re danîne rakirine.

Helbet aliyê neyinî yên van paltforman jî hene; dema meriv bi niyetek xirab bi kar bîne, ev paltform ji xirabiyê re jî xizmetê dikin.

Yek tiştê neyinî yê medyaya civakî derew e/îftira ye; derew weke rastî pir zû belav dibe.

Tiştekî din; gelek derdor, sazî û dewlet dikarin medyaya civakî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, dînî û rêxistinî bi kar bînin.

Jixwe nivîskarên dosyayê li ser van mijaran jî sekinîne.

Edîtorê dosyaya me Ahmed Kanî ye.

Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kösen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Önen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên xwe ked dane vê dosyayê.

Ji bo keda wan ya hêja, em ji tevan re spas dikin.


Çend gotinan jî derbarê nivîsên derî dosyayê de bibêjim:

Hanifi Taşkın digel helbestek Mela Ebdurehîmê Heyderî derheqê jiyana wî de jî têra xwe agahî dane.

Abdullah Can nêrînên Seîdê Kurdî yên li ser komarê kirine mijara nivîsa xwe.

Edîb Polat li ser naverok û lehengên romanên Ereb Şemo nivîsa xwe ava kiriye.

Şerîf Çelebî li ser têkiliyên mirovan û xebatên ilmî 5 prensîbên girîng nivîsîne.

Di vê jimarê de 3 nivîskaran, 3 heb pirtûk dane nasandin: Receb Dildar romana Lalîxan ya Halil Aktuğ, Emînê Botî romana Qasim Pîro Lerz, Lokman Polat jî romana M. Seîd Temel Şêxê Piçûk daye nasandin.

Nivîskarên çîrokên wan weşiyane ev in: Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sönmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi.

Berken Bereh, Mustafa Berzan Döner, Hafizê Şîrazî. Asyah Goyî, Zeynel Abidîn Yıldırımçakar, Seyyid Rissînî, Abdullah Încekan, Sezai Karakoç, Hibrî (Rizgar Elegez), Şukran Çaçan, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Muaz Özel, Yusuf Abay, Evdilxaliqê Îsa, Mehmet Soysal, Cîhan Roj, Hekîm Meretoyar û Hamza Tokmak jî şairên vê jimarê ne.

Hevpeyvîna ku Nihat Gültekin bi hunermend Dilovan re kiriye, ew jî di vê jimarê de weşiyaye.

Heta jimara 167an bi xatirê we.

SÜLEYMAN ÇEVİK

 

 

04  Mela Ebdurehîmê Heyderî (1917-2001)  Hanifi Taşkın

10  Seîdê Kurdî û Têgeha Komarê  Abdullah Can

14  Romannûsiya Ereb Şemo  Edîb Polat

18  Miaşê te heftê banqnot  Felat Dilgeş

20  Wê  Mustafa Berzan Döner

21  Birîn  Berken Bereh

22  Şefqeta mar û mêr  Sabri Akbel

25  Sipêde-dem bo tobeyê  Hafizê Şîrazî / Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar

26  Dilovan: Çil û du stranên bavê min di radyoya Erîvanê de hene   Hevpeyvîn: Nihat Gültekin

34  Şahê Dilî  Asyah Goyî

***

35  Medyaya civakî ya Kurdî û girîngiya teyîdkirinê  Edîtorê Dosyayê: Ahmed Kanî

36  Di bin bombebarana nûçeyan de dê Kurd çawa bikarin wan teyîd bikin  Ahmed Kanî

38  Hîva Çardeyî  Zeynel Abidîn Yıldırımçakar

39  Piştrastkirina zanyariyan û rewşa bikarhênerên Kurdên medyaya civakî  Ferid Demirel

41  Li ser çapemeniya nû galegala li qehwexaneyê  Cemil Oguz

43  Medyaya edetî û ya dîjîtal  Murat Bayram

45  Bikaranîna medyaya civakî ya Kurdî  Hasan Kösen

47  Zarok  Seyyid Rissînî

48  Medyaya civakî û bikaranîna wê  Hecî Kardoxî

49  Li Berlînê  Abdullah Încekan 

50  Bikaranîna tora civakî li Başûrê Kurdistanê  Dr. Magded Sapan / Ji Soranî bo Kurmancî: İbrahim Şadman

52  Doç. Dr. Ekrem Önen: Medyaya Kurdî hîn di qonaxa partîtiyê de ye  Hevpeyvîn: Ahmed Kanî

57  Serban  Sezai Karakoç / Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî

58  Rewşa zimanê medyaya civakî li Başûr  Welat Tofîq

59  Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat  Hesîbe Fayiqî

60  Rewşa medyaya civakî li Rojava  Konê Reş

****

61  Terlan û Baz im Ez  Hibrî (Rizgar Elegez)

62  Mirineke Naîf  Mehmet Sena Sönmez

65  Keskesor  Şukran Çaçan

66  Esas û prensîbên xebatên ilmî  Şerîf Çelebî

71  Heft Haykoyên Zivistanê  Sidîq Gorîcan

72  Demsalên Temen  Zeynep Çelik

74  Melûlî bû  Azad Rêbiwar

75  Evîn  Muaz Özel

76  Zêrka Zêran  A.R.T Dilazad

77  Halepçe  Yusuf Abay

78  Du Bav û Law  Dawid Aram

80  Li rex te  Evdilxaliqê Îsa

81  Qewmê Nûh  Mehmet Soysal

82  Dîrega Ceyranê  Tekin Çifçi

83  Heyran  Cîhan Roj

84  Lalîxan: Teswîra Dem û Dewranekê  Receb Dildar

86  Payîz  Hekîm Meretoyar

87  Hem nav û hem qamet elîf   Hamza Tokmak

88  Hûrbîniyek li ser Romana Lerzê  Emînê Botî

92  Romana jiyan û têkoşîna Şêx Evdirehîm  Lokman Polat

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *