Hevoknasî

Wek ku ji navê ”hevok”ê jî diyar e, ew çend peyvên hevgirtî ne anku ew komeka peyvan e. Gelo çi cûnên (corên) hevokan hene? Gelo di wê komê de çi endam hene?

Di her koma hevokekê ya mezin de çend komên biçûktir jî dikarin hebin. Em ê navên ”tevok” (clause) û ”komik” (phrase) li wan bikin. Lê gelo ew komên ji hevokê biçûktir çawa bi xwe di koma hevokê de komeka din pêk tînin û çawa ew ji endamên din yên komê vediqetin?

Ev nivîsar hewl dide ku xusûsiyet û taybetmendiyên hevokan diyar bike. Em ê hevokan li gor armancên wan (ragihandin, ferman, pirs, gazî), endamên wan (kirde, berkar, lêker, temamker, pêvek), gera wan (gerguhêz, negerguhêz, rewşî, hevsengî) û avaniya anku struktûra wan (sade, hevgirtî, têkil yan jî hevgirtî-têkil) binasînin.[1]

Hevok, tevok û komik

Hevok (sentence) dikare ji yek, du, sê yan – wek prensîp – ji bêhejmar peyvan pêk bê. Di nivîsînê de hevok bi peyveka bi herfa wê ya yekem mezin dest pê dike û bi nuqteyekê (.), bi nîşana pirsiyariyê (?) yan jî bi nîşana gazîkirinê (!) bi dawî tê. Çend nimûne:

1)   Were!

2)   Ew çû.

3)   Te şîv xwariye?

4)   Zarokê sava digirî çunkî birsî ye.

5)   Birayên min yên biçûk dixwazin bi me re bên dikana taxê.

Her hevok ji yek yan çend tevokan (clause) pêk tê. Di her yekê ji hevokên 1 –3 de tenê tevokek heye. Di hevoka 4 de du tevok hene: a) ”zarokê sava digirî” û b) ”çunkî birsî ye”. Hin tevok serekî ne (main clause), wek ”zarokê sava digirî” anku bi tenê jî hevokekê pêk bînin. Hin tevok jî girêdayî ne (dependant/subordinate clause) anku tenê dikarin li gel tevokên serekî hevokeka temam pêk bînin. Bo nimûne ”çunkî birsî ye” tevokeka girêdayî ye ji ber ku ew bi tenê nabe hevokeka temam.

Endamên her tevokê dikarin ji yek yan çend peyvan pêk bên. Heke endamekê hevokê/tevokê ji du yan zêdetir peyvan pêk hatibe, ew peyv bi hev re dibin komikek (fraz). Di hevoka 4 de ”zarokê sava” komikek e. Di hevoka 5 de”birayên min yên biçûk”, ”bi me re” û ”dikana taxê” her yek ji wan komikek e.

Hevok li gor armanca xwe

Hevok dikarin li ser çar cûnan bên parvekirin:

6)   hevokên ragihîner (deklaratîv)

7)   hevokên fermanî (imperatîv)

8)   hevokên pirsiyarî (interogatîv)

9)   hevokên gazîker (eksklamatorî)

Hevokên ragihîner (deklaratîv) rastiyekê yan nêrînekê ”radigihînin” yan diyar dikin. Hevokên ragihîner dikarin erênî (pozîtîv) yan neyînî (negatîv) bin. Di nivîsînê de li dawiya hevoka ragihîner nuqteyek / xalek (.) tê danîn:

10)           Ez ê sibê biçim.

11)           Ev xwarin xweş e.

12)           Ew ne li vê derê ye.

Hevokên fermanî (imperatîv) fermanan didin yan jî şîretan yan daxwazan dikin yan jî tiştek tê qedexekirin. Cînavên fermankirî (tu, hûn) bi piranî nayên bikaranîn lê mimkin in. Hevokên ragihîner dikarin erênî yan neyînî bin. Di nivîsînê de li dawiya hevoka ragihîner nuqteyek yan jî nîşana gazîkirinê (!) tê danîn:

13)           (Tu) derî bigire!

14)           (Hûn) neçin derve!

15)           Bila (ew) bixwin!

Hevokên pirsiyarî pirsan dikin. Di hevokê de peyveka pirsiyarkî (bo nimûne ”çi, çawa, çend, kî, kê, ma, gelo…”) dikare hebe lê ne herdem hewce ye. Di axiftinê de bi bilindkirina tona dengî ber bi dawiya hevokê ve diyar dibe ku mebest pirs e, ne ragihandin e. Di nivîsînê de li dawiya hevoka pirsiyarî nîşana pirsiyarî (?) tê danîn.

16)           Tu çi dibêjî?

17)           Kî wisa dibêje?

18)           Navê wî Ehmed e?

Hevokên gazîker gazî yan hawarekê dikin yan jî bo agadariyê ne. Di axiftinê de ew bi dengekê bihêz pêşkêşkirin. Di nivîsînê gaziyê (!) tê dawiya hevokê:

19)           Hey hawar!

20)           Ev ne xweş e!

21)           Ev çi bêwijdanî ye!

Hevok li gor endamên xwe

Di hevokê de – wek di her komê de – endam hene. Endamên li gor erk û karên xwe tên binavkirin.

Di kurdî de di her hevoka temam de bi kêmî lêkerek heye. Lêker (kar, fiil, verb) ew peyv e ku kirinê yan bûnê diyar dike:

22)           (Ez) hatim.

23)            (Ew) mir.

24)           (Tu) negirî!

Kesên yan heywanên yan tiştên ku ku tiştekî dikin, tiştek in yan jî tiştek tê serê wan,kirde ne (biker, fail, subjekt):

25)           Ew rabû.

26)           Ehmed ket.

27)           Sêv dirizin.

28)           Diyarbekir bajarekê mezin e.

Tiştên ku di hevokê de tesîra kirinê lê dibe yan armanca kirinê ne, berkar in (bireser, mef’ûl, objekt). Sê cûnên berkaran hene: berkara yekser (dîrekt), berakara neyekser (indîrekt) û berkara daçekî (prepozîsyonel).

Berkara yekser ew endama hevokê ye ku kirin yekser tesîrê lê dike yan jî yekser armanca kirinê ne:

29)           Min sêvek xwar.

30)           Tu dibînî?

31)           Avê dixwazim.

Berkara neyekser ew endama hevokê ye ku ne bertesîra yan armanca serekî û yekser ya kirinê ye. Di van nimûneyan de berkara neyekser hatiye qelewkirin û berkara neyekser hatiye xwehrkirin:

32)           Wê av da min.

33)           Ez ê bibim malê.

Berkara daçekî ew endama bertesîr e ku daçek anku prepozîsyon pê re heye:

34)           Ez ji te hez dikim.

35)           (Tu) li hêviya min bisekine.

 

Pêvek (adjunct) ew peyv, komik yan tevok in ku dikarin ji hevokê bên rakirin û dîsa jî peyvên mayî dikarin wek hevokeka temam bimînin. Bo nimûne (pêvek hatine xwehrkirin):

36)           Îro min ew li malê dît.

Anku peyvên mayî ”min ew dît” dîsa jî hevokeka temam e.

Temamker (complement) ew peyv, komik yan hevok in ku kirdeyê, berkarê yan jî lêkerê temam dikin. Temamker dikare  Temamker di hevokên nimûne de hatine qelewkirin û di kevanokan de hatiye diyarkirin ka mebest jê temamkera kirdeyê, temamkera berkarê yan jî temamkera lêkerê ye:

37)           Ew spehî bû. (temamkera kirdeyê)

38)           Tu kurd î? (temamkera kirdeyê)

39)           Me ew kir serok. (temamkera berkarê)

40)           Stranbêj dê guhdaran kêfxweş bike. (temamkera berkarê)

Hevok li gor gera xwe

Hevok dikarin li gor endamên xwe yên hevokî (kirde, lêker, berkar) wek hevokên gerguhêz (transitîv), negerguhêz (intransitîv) yan du-gerguhêz (dîtransitîv) bên parvekirin.

Hevokên negerguhêz (instransitive sentences) bûnê yan rewşê diyar dikin. Di wan de yek yan zêdetir kirde[2] û yek yan zêdetir lêker hebin lê ti berkarên yekser nînin.

41)           Ew hat.

42)           Ez û tu biçin.

43)           Em rabûn û rûniştin.

Hevokên gerguhêz (transitive sentences) tesîrkirina kesekî yan tiştekî li ser tiştekî yan kesekî diyar dikin. Di hevokên gerguhêz de bi kêmî kirdeyek, berkarek û lêkerek heye[3]:

44)           Pisîkê mişkek girt.

45)           Ew helbestan dixwînin û stranan dibêjin.

46)           Min û wî zebeşek ker kir û xwar.

Hevokên du-gerguhêz (ditransitive sentences) xwedî du berkaran in ku yek jê yekser û ya din jî neyekser e. Di nimûneyan de berkara yekser hatiye qelewkirin û ya neyekser jî hatiye xwehrkirin:

47)           Min av da .

48)           Evînê bigihîne malê.


Hevok li gor avaniya xwe

Hevok dikarin sade, hevgirtî, têkil yan jî hevgirtî-têkil bin.

Hevokên sade (simple sentence) her yek ji tevokeka serekî pêk tê û ti tevokên girêdayî nînin. Di wan de ti peyvên pêkveker (konjuksiyon) yên bo nimûne wek ”lê, çunkî, daku…” nînin. Çend nimûne:

49)           Rabe!

50)           Ez ê sibê biçim Kurdistanê.

51)           Tu û ew bi hev re vî karî bikin.

52)           Hûn li ser vê meseleyê çi dikifirin?

Hevokên hevgirtî (compound sentences) ji du yan zêdetir tevokên serekî pêk tên ku bi pêkvekerekê yan xalbendiyekê (bi taybetî bêhnokê anku vîrgulê) pêk ve tên bestin. Di hevokên hevgirtî de adeten du lêkerên serekî hene. Bo nimûne (di nimûneyan de peyva pêkveker yan bêhnok hatiye qelewkirin):

53)           Dixwazim biçim Kurdistanê û li gelek bajaran bigerim.

54)           Ew li te digeriya tu nedîtî.

55)           Havînê dinya germ e, zivistanê sar e.

Hevokên têkil (complex sentences) ji tevokeka girêdayî û yek yan zêdetir tevokên serekî pêk tên. Tevok bi peyvên girêder (subordinator) bi hev ve tên bestin. Girêder herdem li destpêka tevoka girêdayî ye. Heke hevok bi tevoka serekî dest pê bike, hingê girêder dikeve navbera tevoka serekî û ya girêdayî. Heke hevok bi tevoka girêdayî dest pê bike, hingê peyva girêder di navbera wan de nîne loma tevok bi bêhnokê (,) ji hev tên veqetandin. Bo nimûne (girêder û bêhnok hatine qelewkirin):

56)           Zarok digirî çunkî birsî ye.

57)           Çunkî zarok birsî ye, digirî.

58)           Dema ku tu biçî, wî jî bibe.

59)           Yê ku bixwaze, dikare hînî her zimanî bibe.

60)           Her kesê ku welatparêz be, divê berî her tiştî hînî zimanê xwe bibe.

Hevokên hevgirtî-têkil (compound – complex sentences) ji bi kêmî tevokeka girêdayî û bi kêmî du tevokên serekî pêk tê. Tevok bi pêkveker (û, lê…), girêderan (ya ku, çunkî, loma…) bi hev ve tên bestin yan bi bêhnokan (,) ji hev tên cudakirin. Bo nimûne (di nimûneyan de pêkveker û bêhnok hatine qelewkirin û girêder hatine xwehrkirin):

61)           Dema ku tu bê mala me, em dikarin şîvê û bixwin bi hev re li futbolê temaşe bikin.

62)           Ez hevalê te me û dixwazim alîkariya te bikim ji ber ku gelek ji te hez dikim.

63)           Her kesê ku kurdperwer be, divê ku ber her tişî hînî kurdî bibe ji ber ku kurdî giringtirîn nîşana kurdbûnê ye.

Cûnên cuda yên kirdeyan û berkaran

Me heta vê dera nivîsara xwe di nimûneyan de hin peyv (navdêr yan cînav) wek kirde bi kar anîne. Lê gelek cûnên cuda yên kirdeyan hene. Cînav di nimûneyan de hatiye qelewkirin û di kevanokan de hatiye ravekirin:

64)           Yar(a Azadî) pirr ji wê hez dike. (navdêr yan komika navdêrî / noun [phrase])

65)           Xwandin(a kitêban) xweş e. (lêkera navdêrkirî / gerund)

66)           Doktorbûn ne karekê hêsan e ([komika] raderî navdêrkirî / infinitive verb [phrase])

67)           Ku ew bike baş e. (tevoka ”ku” ya temam / full that-clause)

68)           Çi tiştê ku dibêje rast e. (tevokeka peywendîdar / relative clause)

69)           ”Ji te hez dikim” hevokeka xweş e. (gotineka wergirtî / direct quotation)

70)           (Tu) derî veke! (cînavê veşartî)

Bi heman awayî berkar jî dikarin ji hêman û elementên cuda pêk bên:

71)           Min ava sar vexwar. (komika navdêrî yan cînav / noun [phrase] / pronoun)

72)           Ji bîr neke ku divê tu gulan av bidî. (tevokeka ”ku” ya temam / that-clause)

73)           Me ji bîr kir gulan av bidin. (tevoka rût / bare clause)

74)           Ez hatim daku / ji bo ku te bibînin. (tevoka ”daku / ji bo ku” / for-clause)

75)           Em nizanin çi qewimiye. (tevoka pirsiyarî)

76)           Wî dest bi xwandinê kir. (lêkera raderî)

77)           Ew nikare biçe. (lêkera bilanî / subjunctive)

Husein Muhammed
Ji Malpera Zimannas


[1] Peyvrêzî anku rêza peyvan di hevokê de (çi peyv berî yan piştî çi peyvên din tê) ne mijara vê nivîsarê ye. Min berê di nivîsareka berfireh de behsa wê kiriye:http://www.kulturname.com/?p=8857.

[2] Kirde dikare veşartî jî be, bo nimûne ”Hatim.” li cihê ”Ez hatim.”

[3] Kirde û/yan berkar dikare veşartî jî be, bo nimûne ”Dixwînin” li cihê ”Ew kitêban dixwînin.”

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply