Teyr -Özlem Çağlayan

Rojekê sê heval di rê de diçûn û di nava newalekê de derbas dibin. Nava newalê de ronahiyekê dibînin. Diçin lê dinêhêrin ku ew ronahî di nava perekê teyrê ve xûya dike. Wî perî radikin dibin cem padîşah.
Padîşah got: “Heke ku ew per hebe, perê din jî heye.”
Padîşah ji xizmetkarên xwe re gotiye “Herin wê newalê, wê teyrê bigrin û ji min re bînin.” Ji bo ku ew wê teyrê bigrin,  li her derê newalê genim direşînin û beranekî jî şerjê dikin û diavêjin li ser darekî.
Xizmetkar jî xwe dike binê wî laşê beranê û xwê vedişêre. Çûk û teyr jî têne newalê. Dema kû teyr tê li ser laşê beran û bi  teyrê digrin.Teyrê dibin cem Padişah. Padîşah gotiye: “Herin qîza wê teyrê jî bigrin û ji min re bînin.”
Xîzmetkar û leşkerê padişah  diçin li keça teyrê digerin û dibînin kû keça teyrê di hindirê zinarekî de ye. Çil leşker didin aliyekî û çil leşker jî didin alîyê din.
Leşker gurlê dibarînin ser zinar û keçika teyr derdikeve holê û nişka ve dikeve hindirê zinar. Dikin nakin teyr ji hûndirê zinar dernakeve. Padişah jî çil keçikan tîne ber zinarê û dide‎ lîstin. Keçika teyrê dîsa jî ji hundirê zinar dernakeve. Padîşah êdî hêviya xwê dibire û qenaeta xwe tenê teyrekî re tîne.
BERHEVKAR: ÖZLEM ÇAĞLAYAN 
Zanînge‎ha Çewligê de beşa zimanê Kurdî
www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply