Botan Internationalê ragihand ku rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ dê di sala 2023an de dest bi kar bike.
Botan International a di warê rojnamegeriya Kurdî de lêkolîn û xebatan dike û perwerdehiya rojnamegeriyê dide diyar kir ku amadekariyên xebata rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ bi dawî bûne.
Botan Internationalê li ser hesabê xwe fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Rony rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike Kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke.”
Kodên rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ ji aliyê Keyo Lezgîn Çalî ve hatiye nivîsandin.
Botan International a ku navenda wê li Amed û Şirnexê ye, di warê çapemeniya Kurdî û azadiya raderbirînê de projeyan amade dike û xebatan dimeşîne.
Ev sazî bi hevkariya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xebatên xwe dimeşîne.
Rudaw