Qamişlo û 119 Saliya Rojnamegeriya Kurdî

Ho bajarê Qamişlo.. Xelkên Qamişlo.. Bihara Qamişlo.. Azadiya Qamişlo..! 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..  Bajarê Qamişlo, xelkên Qamişlo! Werin em silavê li giyanê wan pêşengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira ronahiyê li pêşiya me vêxistin..

Welatîno Werin! Werin em silavê li canê Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Keleş, Bêbihar, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mele Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewşenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Werin em gul û kulîlkên vê bihara rengîn li ser gorên wan deynin.. Werin em li Apo Osman Sebrî guhdarî bikin dema dibêje:

Xwe danînim ber sîtem û zorê

Divê serbilind ez biçim gore

Gava bi rûmet biçim goristan

Hêjaye bibim lawê Kurdistan.

Mihemed Şêxo jî, bi dengê xwe yê xemgîn (Azad e şêrîn..) dibêje..

Ji xwe seydayê Cegerxwîn pesnê xwe dide û dibêje:

Kîme ez!  Ez im rojhilat

Tev birc û kelat

Tev bajar û gund

Tev zinar û lat ….

Bejin bilindim

Wek dêw bilindim

Ez dest dirêjim

Serbest dibêjim

Dixwazim bi lez

Gavan bavêjim

Kîme ez.. kîme ez..

Îro roj, di bajarên rojava de, xortên me ji nû ve bi dûv navê Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîn, Hemze begê Muksî de dibezin.. Li huner û şanên wan digerin.. Ew heyamê ku qedexe bû, em li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin, barkir û çû.. Nema vedigere.. Ew salên ku Osman Sebrî 12 caran, di wan de hat zindankirin, barkirin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: Giha di bin keviran de namîne û hem jî gotine: Dinya siya darê ye..

Erê erê.. Were Qamişlo were, were em sed û nozde saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Konê Reş

Qamişlo, 21.04.2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply