Biparêz li vê jiyanê
Bo her lawir û heywanê
Ruh û canê wan jî heye
Ew ji bo me li cîhanê
Li wan zilmê neke ti car
Mafê wan jî wek her candar
Kerr û lal in li wan meke
Zêdegavê wek gurê har
Ji mar û mor heta çûkan
Ji kerr û korr heta qopan
Mîh û moz û masî yek e
Xwedî maf in bo mirovan
Bi dilnermî mihribanî
Û dilgermî her heywanî
Biparêz û ji dil hez ke
Li her der û her zemanî
Yek dizûre yek dinore
Yek dibore yek diore
Yek disûre yek diqûre
Her yek bi dengek dilore
Mitefa Rêzan