Nûbihar Akademî 17 derket!

Nûbihar Akademî 3 derket!

Jimara sêyem a kovara akademîk a xebatên Kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî derket!

Jimara sêyem a kovara akademîk a xebatên Kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî derket. Derbarê rewşa kovarê de edîtorê kovarê Doç. Dr. Abdurrahman Adak dibêje ku; “Cihê kêfxweşiyê ye ku bi saya Nûbihar Akademiyê di nav lêkolînerên Kurdolojiyê de tevgereke akademîk a berbiçav tê çavdêrîkirin. Daxwaza me ji endamên akademiya Kurdî ew e ku bi nivîsîna gotar û lêkolînên xurt ên akademîk piştgiriyê bidin Nûbihar Akademiyê. Guman tuneye ku bihêzbûna Nûbihar Akademiyê bihêzbûna akademiya Kurdî bi xwe ye û di riya tekamula xebatên Kurdolojiyê de qeti’kirina mesafeyeke mezin e.“

Adak herweha dibêje ku “Me di vê jimarê de me nûjeniyek kiriye û bi sernavê “Wergerek”ê beşeke nû a kovarê saz kiriye. Armanca me ew e ku di vê beşê de em gotarên girîng, jibîrbûyî û klasîk ên Kurdolojiyê bi bal Kurdî yan Îngilîzî ve bidin wergerandin û pêşkêşî cîhana Kurdolojiyê bikin.“

Li gor agahiyên ku Adak di pêşgotina jimara sêyem de dane; di vê jimara Nûbihar Akademiyê de di qadên Kurdolojiyê yên ciyawaz de çar gotar, wergerek û dokumentek cih digirin. Ji bilî dokumenta ku bi Îngilîzî ye, hemû nivîsên dîtir bi Kurdiya Kurmancî ne. Ji gotarên Kurmancî yek bi alfabeya Kurdî-erebî, yên dîtir bi alfabeya Kurdî-latînî ne. Ji çar gotaran du heb bi şêweyeke înterdisîplînerî hatine nivîsîn ku yek ji wan di warên edebiyata klasîk û çanda Kurdan, ya dî jî di warên muzîk û tarîxa Kurdan de ye. Ji gotarên dîtir yek jê di warê zimanzanî, ya dî jî di warê folklorê de ye. Werger di warê edebiyata Kurdî ya klasîk, dokument jî di warê baweriyên Kurdan de ye.

Abdurrahman Adak di gotara xwe de ku sernavê “Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê” ye, li ser helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan Şêx Muhyedînê Hênî, malbata wî ya Xalidî-Neqşebendî ku ji berhemdariya wî re bûye paşxan û menzûmeya wî ya xwarinê ku ji girîngtirîn berhemên qada edebiyata ladînî-beşerî a serdema klasîk tê hesibandin, analîzeke berfireh kiriye.

Nurdan Şarman di gotara xwe ya bi sernavê “Analîza Strana Ez Xelef im: Li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala 19mîn” bi arîkariya tarîxa devkî û ya nivîskî ya sedsala XIXem û bi nîşandana varyantên ciyawaz ên strana navdar a bi navê Ez Xelef im a herêma Botan, hin xalên tarî û pêşqebûlên şaş ên bi tarîxa Kurdan a sedsala XIXem û yên bi metnê stranê ve peywendîdar ronî kirine.

Bakir O. Ali û Abdulwahab Kh. Mosa di gotara xwe ya hevpar a bi navê “Zimanî Stander, Fonolojî û Rênûs” de li ser rastiya têgehên zimanê standart, fonolojî û rênusa Kurdî rawestiyane, peywendiya navbera wan û kartêkirina wan a li ser hev destnîşan kirine û hewl dane ku ji bo sazkirina yekîtiyekê di navbera têgehên van qadên cuda de hin pêşniyazan bikin.

Necat Keskin û Ramazan Pertev di gotara xwe ya hevpar a bi sernavê “Bîbliyografyayek Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurd” de hem ji bo lêkolînerên folklora Kurdî bîbliyografyayeke gotar û pirtûkên li ser folklora Kurdî yên di zimanê Îngilîzî de amade kirine, hem jî bi vê gotara xwe bal kişandine ser girîngiya amadekirin û nûjenkirina bîbliyografyayên hemû qadên Kurdolojiyê.

Di vê beşa “Wergerek”ê de Abdullah İncekan, gotareke Martin Hartmann a li ser edebiyata Kurdî ya klasîk ku di sala 1898an de bi navê “Zur Kurdischen Literatur” (Li ser Edebiyata Kurdî) di kovara Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes de hatiye weşandin ji Almanî bi bal Kurdî ve wergerandiye. İncekan herweha li pey vê wergerê cih daye wergera nivîsa Harttman a ku di sala 1904an de li Berlînê di destpêka çapa dîwana Melayê Cizîrî de li ser Mela nivîsiye. Bi vî awayî her du nivîsên Hartman ên ku li ser Kurdolojiyê nivîsîne bi hev re hatine pêşkêşkirin.

Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de Mustefa Dehqan ji mecmmû’eyeke destxet ku di sala 1005/1596an de hatiye îstînsaxkirin û niha li Meşhedê (Îran) li pirtûkxaneya “Astanê Quds”ê tê parastin, şîroveya Êzîdiyan a alimê Kurd ê sedsala XVIem Mela Mihemedê Berqel’î deşîfre kiriye. Berqel’î ev şîroveya xwe li ser fetwaya Êzîdiyan a alimekî dî yê Kurd bi navê Mela Salihê Hekkarî kiriye.

Kovara “Nûbihar Akademî”yê hem çapkirî hem jî online tê weşandin. Hûn di malpera www.nubiharakademi.com de dikarin metnên tam ên gotarên ku di jimarên yekem û duyem de hatine weşandin û kurteyên jimara sêyem bi dest bixin.

Ji bo ku di jimara çarem de bên weşandin hûn dikarin gotar û nivîsên xwe ji navnîşana nubiharakademi@gamil.com re bişînin.

Em ê wek malbata Çandnameyê niha ji were kurteyên van gotaran weşênin. Bi hevîya ku hûn ji vê nivîsê sûd verbigirin.

Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê

Abdurrahman Adak
Doç. Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: abdurrahmanadak@gmail.com

PUXTE

Şêx Muhyedînê Hênî (k.d.derdora 1897an) yek ji girîngtirîn helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan e. Paşxana wî ya edebî, wekî piraniya helbestvanên wê serdemê Xalidîtiya Neqşebendî ye. Lewra bavê wî bi xwe postnişînê şaxa Xalidiyan a Hênê bû. Şêx Muhyedîn ku mexlesên wî Sa’î û Heqî ne, hem li pey şopa Melayê Cizîrî helbestên klasîk nivîsîne, hem jî di mijara xwarinê de menzûmeyeke serbixwe nivîsiye. Di wê serdemê de li Hênê û Aqtepeyê di nivîsîna helbestên bi temaya xwarinê de bizaveke edebî derketiye meydanê. Bi qasî ku tê dîtin, di tarîxa edebiyata Kurdi de yegane helbestvanê klasîk ê ku di vî warî de berhemeke serbixwe nivîsiye Şêx Muhyedîn e. Ji ber ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de di mijarên ladînî-beşerî de berhemên serbixwe kêm in, ev berhema nivîskar girîngiyeke taybet bi dest dixe. Berhema ku bi qasî 20 kom û 130 cureyên xwarinê di xwe de dihewîne, bi şêwazeke edebî xwarinên Kurdan ên serdema nivîskar, pênaseyên wan û menûya ser sifreyê radixe ber çavan. Berhem ji vî aliyî ve wekî berhemeke pêşserdemî dikare bê hesibandin.

Bêjeyên sereke: Şêx Muhyedînê Hênî, Xalidîtî, simatiye, xwarin.

***

زمانى ستاندةر، فؤنؤلؤذى و رِيَنوس

Bakir O. Ali
Prof. of Linguistics (Phd) University of  Sulaimani Sulaimani. Kurdistan Region- IRAQ
e-mail: bakromar15@yahoo.com

Abdulwahab Kh. Mosa
Assist. Prof. of Linguistics (Phd) University of  Zako Duhok. Kurdistan Region- IRAQ
e-mail: abdilwahabm@yahoo.com

ثؤختة

هؤكاريَن ميَذوويى رؤلةكىَ مةزن طيَرِاية كو هةتا نهو كورد نةبوينة خؤدان ئةلفابيَيةكا خؤسةر و بىَ ئاريَشة، يان هةر ض نةبيت ئةو ئاريَشيَن هةين ب ساناهى خؤ بدةن دةستىَ ليَكؤلةران بؤ ل دويظضوون و ب دةستظةهيَنانا ضةند ئةنجاميَن كةتوارى و ل دوماهييَ ذى ببنة شةنطستةكىَ زانستى كو قؤناغ بؤ قؤناغىَ ئاظاهيىَ نظيَسين و راستنظيَسا كوردی ب ريَك و ثيَك ل سةر بهيَتة ئاظاكرن.

سةربارى هةر هؤكارةكىَ ميَذوويى، ئةطةر زمانىَ كوردی شيابيت خؤ ذ نةمان و مرنىَ ب ثاريَزيت، لىَ نةشياية هةمبةر ئةو دةستودارىَ كورد و كوردستان تيَدا بورين ببيتة زمانةكىَ سةرتاسةريىَ نظيَسينىَ ل كوردستانىَ، هةروةسان ببيتة زمانةكىَ خؤدان ئيَك كولتوور و ئيَك ئةلفابيَيا نظيَسينىَ، دةرئةنجامىَ ڤیَ ضةندىَ ذى هةبوونا ڤێ دياردا ل سةرى ب شيَوةكىَ طشتى ئةظ دوو خاليَن هةرة نةرينى ل دویڤ خؤ هيَلاينة:

ئيَك – كورد نة خؤدان ئيَك كولتوورىَ نظيَسينيَنة.

دوو – زمانىَ كوردى نهو خؤدان كؤمةكا دياليَكت و دةظوكيَن ذيَكجوداية و كوردستان ذى يا دابةشكرية د ناظبةرا ضةندين دةولةتيَن فرةنذاد و فرةكةلتوور خؤدان زمانيَن خؤييَن جودا ذ زمانىَ كوردى، ڤێ ضةندىَ ذى ب هةر رةنطةكىَ هةبيت كارتيَكرنا خؤ ل سةر بيركرنا مروظىَ كورد و زمانىَ كوردى كرية و مة بظىَ و نةظىَ ذى ئةظرؤ د مةيدانا نظيَسينا كورديدا ئةم ييَن بوينة خؤدان دوو ئةلفابيَييَن نظيَسينا ب زمانىَ كوردی.

سةبارةت ئةو هةردوو ئةلفابيَييَن نهو كوردان هةين بؤ نظيَسينىَ، ظيَجا چ ئةلفةبيَيا تيثيَن عةرةبى بيت بؤ نظيَسينا زمانىَ كوردی يان ئةلفابيَيا تيثيَن لاتينى بيت بؤ نظيَسينا زمانىَ كوردی، هةرئيَكىَ ذ وان ئاريشة و كيَماسييَن خؤ هةنة و د شيانداية ل دويظ ثيظةريَن زانستى و تيَطةهىَ ئةلفابىَ ليَكؤلينةكا زانستى بؤ ظىَ دياردىَ بهيَتةكرن و وةكو ثيَدظى ، رةخساندن و طونجانا وىَ ل طةل تايبةتمةندييَن زمانىَ كوردى بهيَتة بنةجهكرن.

كليلا ليَكؤلينىَ: زمانىَ كوردى، زمانىَ ستاندةر، ئةلفابيَيا ستاندةر، فؤنؤلؤذى

***

Analîza Strana Ez Xelef im li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala XIXem

Nurdan ŞARMAN
Wanebêj, Zanîngeha Şirnexê, Dibistana Bilind a Tûrîzm û Kargeriya Otelkariyê, Şirnex, Turkiye.
e-mail: nurdanurek@gmail.com

PUXTE

Ji ber ku di dîroka Kurdan de zargotina Kurdî, nemaze muzîka Kurdî, çavkaniyeke girîng e, xebatên di vî warî de dikarin di gelek xalên dîrokî de bibin rênîşaner. Li ser vê xetê strana Ez Xelef im a bi nav û deng -herçiqas derheqê jêdera stranê de em ne xwediyê agahdariyên dorpêç û eseh bin jî- dikare di gelek waran de sedsala XIXem ronî bike û derfeta lêpirsînên taybet bide destê me. Nirxandina vê stranê dê di nav şert û mercên sedsala XIXem de nerînên me fireh, asoyên me geş bike û çend versiyonên vê stranê dê deriyê xwendinên cuda li ber me veke. Lewre ev stran xwediyê rîtîm û naverokeke wisan e ku dikare atmosfera sedsala 19mîn a Kurdistanê ya şeran, ya geşandinên polîtîk ku di dîroka Kurdan de bûne sedemên geşandinên girîng bide ber çavan. Ku bi nêrinek din mirov vê stranê bide ber xwe ev yek hem dê derfet bide ku mirov li geşandinên Kurdistanê yên ku din nav dîroka nivîskî de cih negirtine binihêre û li ser wan ji nû ve bihizre, hem jî dikare li ber me deriyê şopên nirxandineke nû li ser hin şexsiyet û bûyerên ku heya niha bi çavekî ji rastiyê û reseniyê dûr hatine nirxandin vebike.

Bêjeyên sereke: “Ez Xelef im”, sedsala XIXem, serhildan, berxwedana Êzdînşêr, Şêx Ubeydullah.

***

Bîbliyografyayeke Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurdan

Necat KESKİN
Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: necatkeskin@gmail.com

Ramazan PERTEV
Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: ramazanpertev@gmail.com

PUXTE

Her xebateke akademîk ku îdîayeke wê ya reseniyê hebe, berî her tiştî divê ji xebatên di warê xwe de çê bûne agahdar be. Ji ber vê yekê jî bîbliyografya di pêvajoya lêkolînan de cihekî gelekî girîng digirin. Pirtûkxaneyên bi îhtîşam û mezin li ber lêkolîneran ‘biçûk’ dikin û bi vê yekê re jî bêtir wextê lêkolînê ji lêkolîneran re dihêlin. Ev yek ji bo her beşeke zanistê, herwiha ji bo xebatên folklorê û ji bo folklora Kurdan jî wiha ye.

Ev xebat jî ku derbarê folklora Kurdan de weşanên bi zimanê Îngilîzî tomar dike, bi vê armancê hatiye amadekirin û wek her bîbliyografyayekê ji bo lêzêdekirinê vekiriye.

Peyvên sereke: bîbliyografya, folklor, çand, Kurd, weşanên Îngilîzî.

***

Li ser Edebiyata Kurdî & Li ser Melayê Cizîrî

Martin Hartmann
Ji Almanî: Abdullah İncekan
Lêkolîner, Almanya, reasercher, Germany.
e-mail: aincekan@gmail.com

Pêşekî

Martin Hartmann yek ji rojhilatnasên navdar yê Almanyayê ye. Ew di sala 1851î de li Breslauê (Polonyaya îro) tê dinê. Li pey qedandina zanîngehê ew li ser zimanê Samî di bin navê Die Pluriliteralbildungen in den semitischen Sprachen doktora xwe dike. Dû re ew li Edirne û Stenbolê dimîne û zimanê Tirkî hîn dibe. Di nav salên 1876-1877an de Hartmann li Beyrûdê li konsolosxaneyê wek tercuman dixebite. Di vê demê de ew li bajarên devûdor digere û wan ji nêzîk ve nas dike. Gava di 1887an de Bismarck li Berlinê enstîtûya bi navê Seminar für Orientalische Sprachen vedike, Hartmann li wir dest bi kar dike û hetanî teqawudbûnê di 1918an de li wir dixebite.

Hartmann li ser gelê musilman û coxrafyaya wan gelek xebatan dike. Ew ji Edirneyê bigre ta Stenbolê, ji Suriyeyê ta Lubnanê, ji Misirê ta Lubnanê, ji Libyayê ta Çînê lêkolînan li ser ziman, adet û gelên van deran dike. Ji bo ku Almanya jî vê coxrafyaya hanê ji nêzîk ve nas bike, ew bi hin kesên din re di sala 1912an de civata Deutsche Gesellschaft für Islamkunde (Civata Almanî ji bo nasîna Îslamê) ava dike û ev kom bi navê Die Welt des Islams (Cîhana îslamî) kovarekê derdixe ku hê jî tê çap kirin.

Martin Hartmann di xebatan xwe de ciyekî taybet dide Kurdan jî. Xebata wî yan pêşîn di heqê herêma Botan de di sala 1896an de wek pêveka kovarekê bi vî navî der tê (68 rûpelî ye):

Bohtān. Eine topogr.-histor. Studie (Botan. Lêkolîneke topografîk û dîrokî). Aus: Mitteil. der Vorderasiat. Gesellschaft 1896, Berlin.

Salekê dû re ew beşê dudiyan yê vê berhema xwe, ya ku îcar 112 rûpelî ye, diweşîne. Di van herdu xebatên xwe de ew li ser navê gund, eşîr û bi gelemperî li ser Botan disekine.

M. Hartmann salekê li pey vê xebata han îcar bi nivîsekê li ser edebiyata Kurdî li ber xwendevanên xwe ye. Nivîsa 10 rûpelî di kovareke li ser Rojhilatê de der tê:

Zur Kurdischen Literatur (Li ser Edebiyata Kurdî). Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes 12 (1898), rûpel 102-112.

Martin Hartmann di sala 1904an de Dîwana Melayê Cizîrî wek fotolitografî çap dike. Ji bo ku xwendevan di heqê berhemê de bibin xwediyê fikrekê, ew jê re pêşgotinekê amade dike û wê li Berlinê derdixe.

Ji bo xwendevanên Kurd ji van xebatên Martin Hartmann haydar bibin, min nivîsa wî ya li ser edebiyata Kurdî wergerand Kurmancî. Pêşgotina wî jî berî du salan di kovara Nûbiharê de weşiya bû. Ji ber ku herdu nivîs hevdû temam dikin, me muhîm dît herduyan bi hev re biweşînin. Weku dê xwendevan bibînin, zimanê metnan di hinek noqteyan ji Kurdî dûr dixwiyên. Elbet min dikarîbû hin cumle û awayê gotinê ji zimanê eslî yê herdu nivîsan dûrxista, lê min xwest bira xwendevan bi uslûba nivîskar jî bihese, loma jî bêhna wergerê ji wan tê. Ji ber kêmasiya demê min îmkan nedît li name û nivîsên din yên Hartmann binihêrim. Îhtimal heye ku di wan de behsa Kurdan bûbe.

Beriya ku em cî bidin herdu wergeran, ez dixwazim noqteyekê bînim ziman. Di İslam Ansiklopedisi de, ya ku Diyanetê amade kiriye de, maddeyek ji bo danasîna Martin Hartmann û berhemên wî jî heye. Tişta balkêş ev e ku tê de bi tu awayî li ser van hersê xebatên Hartmann nehatiye sekinîn.

 ***

Şîroveyeke Êzîdîtiyê ya Mewlana Mihemedê Berqel’î

Mustafa Dehqan
Lêkolînerê serbixwe, Îran
e-mail: mustafadehqan@yahoo.com

KURTE

Di xebatên Êziditiyê de meyleke xwezayî heye ku ew bi hûrguliyên ecêb û tevlîhev ên rewşa niha, kevneşopiya devkî û metnên pîroz ve bên tepisandin, lê dîsa jî, li cih e bê gotin ku têgehîştin û ravekirinên lêhatî pir zehmet e. Li vê derê armanca min piçekî hêsantir e, ezê wê rola Kurdên Misilman rave bikim ku li Kurdistana sedsalên X-XVIem de li hember Êzîdiyan hatiye lîstin. Ji aliyekî ve, şîroveyên li vê derê bi taybetî jî derbarê wan minaqeşeyên Kurdên Misilman de ne yên li hember dînê Ezîdîtiyê. Herweha ew pala xwe didin xebata min a bi navê “Fetwaya Mela Salihê Kurdê Hekkarî” ku dikare ji bo paşxan û çavkaniyan ji vê xebatê sûd bê wergirtin (Dehqan, 2008). Ev gotara me ji du beşan pêk tê: 1. Hin notên derbarê destxeteke tefsîreke Mewlana Mihemedê Berqel‘î ya ku nû hatiye dîtin ku ew tefsîr li ser fetwaya Mewlana Salih hatiye nivîsîn; 2. Edîsyon û wergera wê metnê bi zimanê Îngilîzî, ya ku cara ewil li vê derê tê pêşkeşkirin.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply