Nûbihar Akademî 17 derket!

Nûbihar Akademî 4 derket!

Kovara Kurdî a akademîk û bihekem Nûbihar Akademî bi hejmara xwe ya 4em derket pêşberî xwînerên xwe.

Kovar bi nivîsa edîtor Doç. Dr. Abdurrahman Adak dest pê dike û bi nivîsa Zülküf Ergün a bi navê “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” dewam dike.

Wekî din di kovarê de nivîsa Erdal Çiftçi a bi navê “Di Sedsala 18em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan”, nivîsa M. Zahir Ertekin a bi navê “Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs”, nivîsa M. Şirin Filiz a binavê “Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî” hatine weşandin

Ji aliyekî din ve di kovarê de beşên “Wergerek” û “Dokumentek”ê jî hene. Nivîsa D. N. Mackenzie a bi sernavê “Zimanê Medan” ji aliyê İbrahim Bor ve ji Îngîlîzî hatiye wergerandin. Dokumenta bi sernavê, “Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî “ ji aliyê Yusuf Baluken ve hatiye amadekirin.

Ji bo agahiyên zêdetir li jêrê nivîsa edîtoriyê hatiye weşandin:

Ji Edîtor

Ji Nûbihar Akademîyê merhaba.

Nûbihar Akademî wek kovareke akademîk û navneteweyi gihîşt jimara xwe ya çarem. Vê tecrubeya kurt nîşanî me da ku zehmetiyên kovargeriya akademîk di warê Kurdolojiyê de gelek in. Nebûna tradîsyoneke bihêz a nivîsîna gotaran bi şêweyeke akademîk wek dijwariya herî berbiçav a qonaxa destpêkê derdikeve pêş. Em di wê baweriyê de ne ku di vê qonaxê de hebûna kovareke wek Nûbihar Akademîyê bi serê xwe di berterefkirina vê dijwariyê de gaveke girîng e. Lewra kovareke akademîk hem di prosesa weşandina gotarên akademîk de wek qonaxa herî dawî roleke girîng dilîze, hem jî lêkolîneran ji bo nivîsîna gotarên akademîk han dide. Bi vî awayî mercên guncaw ji bo çêbûna tradîsyoneke akademîk pêk tên.

Ev jimara Nûbihar Akademîyê çar gotar, wergerek û belgenameyekê di xwe de dihewîne. Ji bilî gotareke Îngilîzî hemû lêkolînên vê jimarê bi Kurdiya Kurmancî ne. Di vê jimarê de serdestiya sê qadên kurdolojiyê heye ku ew jî edebiyat, tarîx û ziman in.

Gotara Zülküf Ergün a bi sernavê “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” bi Kurdiya Kurmancî ye û di warê edebiyata Kurdî ya modern de ye. Ergün di vê gotara xwe de ji destpêkê (1880) heta bi salên 1975an helbesta Kurdî ya modern vekolaye, rengvedana hizra neteweyî ya Kurdî a li ser wê tesbît kiriye û faktorên ku di dirûvgirtina wan hizran de rol lîstine destnîşan kirine.

Gotara Erdal Çiftçi ya bi sernavê “Administrative Structures in the Upper Ottoman Kurdistan During The 18th Century” bi Îngilîzî ye û di warê tarîxa Kurdan de ye. Çiftçî di vê gotara xwe de di çarçoveya têkiliyên navend û perîferiyê de, li ser hêza rasteqînî ya desthilatdariya Kurdên bakurê Kurdistana Osmaniyan (serhed) rawestiyaye. Çiftçi di çarçoveya belgenameyên Osmanî yên sedsala XVIII’em de gihîştiye wê encamê ku berevajiyê hin nêrînan, herêma Serhedê di desthilatdariyê de ne pasîf e û têgehên wek “yurtluk ocaklık” hêza wan a desthilatdariyê tam îfade nakin.

Gotara M. Zahir Ertekin a bi sernavê “Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs” bi Kurdiya Kurmancî ye û hem bi qada tarîxa tesewufê, hem jî bi qada edebiyata klasîk ve têkildar e. Ertekin di gotara xwe de biyografiyeke menzûm a ku ji aliyê Mela Eliyê Baqustanî (k.d.2002) ve li ser sofîgerekî navdar ê herêma Mêrdînê Siltan Şêxmûs daye nasandin û metnê berhemê ji aliyê edebî ve vekolaye.

Gotara M. Şirin Filiz a bi sernavê “Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî” bi Kurdiya Kurmancî ye û di warê tarîxa zimanê Kurdî de ye. Filîz di vê gotara xwe de di çarçoveya şablona “feodalîte, netewe dewlet û hilweşandina netewe dewletê” de statuyên ku zimanê Kurdî ji serdema mîrektiyên Kurdan heta îro bi dest xistine nîqaş kirine û têkiliya xurt a rewşa siyasî û statuya ziman li ber çavan raxistiye.

Di wergera vê jimarê de İbrahim Bor nivîseke kurt, lê balkêş a D. N. Mackenzie a bi navê “The Language of the Medians Zimanê Medan “ ku di sala 1959an de li Cambridge di kovara Bulletin of the School of Oriental and African Studies de hatiye weşandin ji Îngilizî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Mackenzie di vê nivîsa xwe de di destxeteke Ermenî ya sedsala XVem de li ser hevokekê rawestaye ku ji Ermenî bi bal Medî ve hatiye wergerandin, hevsaniya vê hevoka Medî û Kurmanciya îro destnîşan kiriye û ev hevsanî wek belgeyeke nêzîkbûna di navbera zimanên Medî û Kurdî de pêşkêş kiriye.

Di belgenameya vê jimarê de Yusuf Baluken, piştî diravên Mîr Evdalê Botî ku di jimara duyem a Nûbihar Akademîyê de dabûn nasandin, vê carê jî şeş diravên zîv dide nasandin ku di sedsala XVem de ji aliyê Mîr Şemsedînê Welî yê mîrê Rojkan ve li Bedlîsê hatine çapkirin û wek Diravên Şemsedînî hatine binavkirin. Bêguman wek nîşaneya herî grîng a serxwebûna dewletên serdemên navîn belavkirina diravên mîrên Cizîr û Bedlîsê ji bo cîhana zanistê girîng e.

Bi hêviya ku di jimareke din de em dîsa li hemberî we bin.

Bimînin di xweşiyê de.

Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Edîtor

NAVEROK

  • Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de – Zülküf ERGÜN
  • Di Sedsala 18’em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan – Erdal ÇİFTÇİ
  • Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs – Zahir ERTEKİN
  • Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî – Şirin FİLİZ
  • WERGEREK
    Zimanê Medan – N. MACKENZIE | Ji Îngilîzî: İbrahim BOR
  • DOKUMENTEK
    Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî – Yusuf BALUKEN

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply