Kurdistan – Kamuran Aalî Bedr-Chan
Em ji ber vê nivîsa têr û tijî spasdarê xwendevanekî Kurd ê li Munchenê ne, ku ji malbateke hikumdar yê welat e.
Nivîsarên di heqê Kurdistanê de vê dawiyê derdikevin qismen ji aliyê mirovên ku dixwazin agahiyan bidin, hatine nivîsîn; qismen jî ji aliyê hin kesan ku nezanîna wan ji sernivîsê xuya dibe, ku xwendevan muhtacî otorîteyekê dikin. Bi tevahî meriv dikare bibêje, ku bi saya van nivîsan di heqê Kurdan û ciyê çanda wan de hîseke ewqas zêde şaş derdikeve holê, ku min xwe mecbûr hîs kir, hin agahiyan bidim.
Herêmên Tirkiyeyê yên serîhildana Kurdan tenê perçeyek in ji tevahiya Kurdistanê; ew perçeyê herî mezin e û ji ber ciyê xwe yê merkezî yê herî muhîm e jî. Ev herêma navenda Kurdistanê ye bi herêmên din yên Kurdan dorpêçkiriye; herê-ma li ser Farisan (Rojavayê Urmiye û yê Kirman-şanê û Loristan), Iraqa di bin mandatiya Îngilîzan (Silêmanî, Kerkuk, Erbîl) de, Suriyeya di bin mandatiya Fransizan de – ku herêmên wir yên sinorê Kurdistana navendî hema hema bi temamî Kurd e- û herêmên Musilê yên di gengeşiyê de ne. Kurdistan bi tevahî çiyayî ye. Ji bakur ve, ku ji wir çiyayê îhtişam yê Araratê (ji 5000 m bilindtir e) bi berfa xwe ya daîmî hikûm dike, hêdî hêdî ber bi ejderha çiyayan nivis dibe û di dawiyê de li başûr bi qûma sehrayê fireh dibe ve ev welatê çiyayî yê bi kortên mezin bi deştên xwe yên welûd û bi zozanên xwe yên têr û tijî dewlemend e.
İqlima Kurdistanê yeke kontinental e. Zivistanên bi berfên giran yên asê xwe bi havînên kelî ve diguherin. Erdê dewlemend bi avên Firat û Dîcleyê û bi robarên wan tên avdan. Çiyayên Kurdistanê bi daristanên ku darên bi qedr û qîmet lê ne, hatine xemilandin. Û axa wê jî bi xezîneyên wek hesin, paxir, qirşûn, risas û hwd. û li nêzîkî Musilê jî bi çavkaniya petrolê ya Zaxo dewlemend e. Fêkiyên darên Kurdistanê gelek in û bi awayekî ewqas muhteşem in, ku bi qasî tê bîra min Erîzerklos dibêje, ku ew bi xweşikbûna xwe ji fëkiyên Gurcistanê derbas dibin. Belkî divê meriv li vir bibêje, ku bi du hev zebeşên Diyarbekirê hêştirek barê xwe hildigire; ewqas mezin in ew.
Nifûsa tevahiya Kurdan nayê tesbîtkirin. Ew li herêmên Kurdan yên Tirkiyê texmînen li dora 3-4 mîlyonan e; û ev texmîn wek rastiyek tê qebûlkirin. Li herêmên di bin mandatiya Îngilîzan de jimara 800 000 Kurdan miheqeq ne mubalexe ye; herwisa li aliyê Farisan bi mîlyonekê û yê Surî bi 200 0001. Εν reqem ji aliyê komîsyoneke lêkolînê hatine tesdiqkirin, ku xêncî îmzekeran temsilkarê hikûmeta Brîtanyayê, Major Noel jî tevlî bûye.
Ciyê jinê li Kurdistanê herî baş bi wê tê terîfkirin, ku di demên berê de wan serwerî kiriye û tew rêberiya leşkerî kirine; bi vê taybetiya xwe jinika navdar Kara Fatma qeleha Erzirumê li hember Rûsan parastiye. Piştî şerê cîhanê gelek jinên Kurd bi serokatiya şaredariyan xwe îsbat kirine.
Di heqê çanda Kurdî de hetanî dawiya Dewra Navîn meriv nikare tiştekî vekirî bibêje, ji ber ku gelek dokument tiştên eksê hev dibêjin, wek yên dewra dîroknivîskar Ksenofon. Bi agahiyên ji qir-nê 16an vir ve meriv dikare bawer be. Lê beriya wê Kurdan bi awayekî qet’î roleke tarîxî li ser asta cîhanê lîstine: Di binê serweriya Sultan Selahedîn de, dijminê Xaçparêzan yên Îstilaya 3yan li hember Friedrich Barbarosssa, Richard Lowenherzê Îngilîzan. Selahedîn Kurd bû, leşkerên wî yên pêşeng jî herwisa.
Lêkolînerê Tirk Ewliya Çelebî di lêkolînên xwe yên wî li gerên Kurdistanê kirine de, bi awayekî pêbawer behsa çanda Kurdan a qirnê 17an dike, ku nivîsên wî li Ewrûpayê belav û meşhur in û di kitûbxaneyên mezin yên ilmî de tên dîtin.
Di notên xwe yên gerê de ev lêkolîner wisa beh-sa bajarê Kurdan Bilîsê dike, ku li rex Diyarbekir, Musil û Wanê yek ji bajarê herî mezin û pêşketî ye:
Bilîs paytexta Mîrektiya Bilîsê bû. 28 mintiqeyên wê hebûn û bi sûreke mezin hatibû dorpêç-kirin. Avahî bi piranî bi kevirên mezin hatibûn çêkirin: ew behsa 8 qesrên Mîr û 5000 avahiyên mezin dike, ku li gorî wî “malên bi îhtişam” in. Ji bo îbadet, civîn û dersê 110 camiyên mezin û 26 kilî-se hebûn. Li tevahiya camiyan xalîçeyên Farisan raxistî bûn. Sobeyên mezin û deriyên qenc dihiştin ku hewayeke xweş hebe ji bo mirov zêdetir li wan deran tebat bike. 6 fakulteyên dînî, 70 dibistanên gel û 20 keşîşxane û kitûbxane û eywanên xwendinê di xizmeta perwerdeya gel de bûn.
Bi saya çûnûhatin û tîcaretê 9 xanên mezin û 1200 dikanên ji keviran hatine çêkirin xizmetê didan. 5 hev hemamên gel tevî 600 hemamên nav malan di xizmeta paqijî û siheta lasî de bûn. Di nav û devûdorê Bilîsê re 17 co û robar derbas dibûn, ku 11 hev pire li ser wan hebûn, yên ji aliyê lêkolînvan ve wek “berhemên hunerî yên mezin” tên binavkirin. 111 kanî û bîr bi têra xwe av didan. Li ciyekî nêzîkî Bilîsê, ciyê havîngeha gel, 1200 hev baxçe hebûn.
Wê demê li Bilîsê 40 cerah û gelek pisporên tibbê hebûn, ku serketî emeliyatên çavan pêk dianîn. Heta diceribandin, ku mirovên pîr ciwan bikin, weke ku îro tê kirin bi taybetî ji aliyê Emîrê Bilîsê bi xwe ve. Ew bi xwe doktorek mezin bû. Divê bê gotin, ku gelek kîmyager û sîmyager jî li wir hebûn.
Heft hev şairên mîlad dan destpêkirin û alimên cihê yên li Bilîs û dora wê diman, bi berhemên xwe çanda Kurdî di ser sinorên Kurdistanê re ber bi welatên cînaran belav kirin.
Divê bi taybetî bê gotin, ku tesîra kûr ya şairê dahî Resî yê Hesenkehfê û Nabiyê Rihayê li ser edebiyata Tirkan bira zêde bûye. Şairê nesrê Xanî ewqas zêde naskirî ye, ku pêdivî pê tune di heqê wî de tiştek bê gotin, herwisa di heqê şairê filozof û mîstik Melayê Cizîrî de jî.
Rêya di navbera Wan û Bilîsê de di zivistanan de li hember berfê dihat parastin. Wek hilberînên endustriyel yên bi kalîteyeke giranbiha yên welatî divê em van navan bibêjin: kilîmên Kurdî yên îro jî wek yên herî baş tên qebûlkirin, xalîçe, qumaş, çermê bi taybetî tê hazirkirin. Û hesinê Kurdî.
Ev kêmnîşaneyên çandî îsbat dikin, ku meriv nikare behsa bêçandbûn yan jî dijminatiya Kurdan a li hember çandê bike. Ji ber çandeke wisa merivê Kurd fedikar nîne, digel ku ew qebul dike, ku îro ro medeniyeta gelek welatan pêşdetir e jî. Divê em bi bîr bînin ku tew miletê Alman jî, yê mêjiyên mezin dayê mirovahiyê, îro ro bi ‘barbariyê tê îsnadkirin.
26.03.1925, Münchner Neuesten Nachrichten
Kovara Nûbihar – 173 – Payiz 2025
Wergêr: Dr. Abdullah Încekan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…