Seyrangeha Nobûk/Beybûn û çîroka navê wê

Seyrangeha Nobûk yek ji seyrangehên balkêş a qeza Pêncwîn e, berdewam di demên cuda yên salê de, ji ber cihê wê dest dide û li ser zincîrê çiyayên bilind e û li ser Pencwîn û beşek ji gundên rojhilatê Kurdistanê dinêre, hemwelatî û geştyar serdana deverê dikin.

Yek ji rûniştvanên gund Sofî Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê ew seyrangeha Nobûk tenê daristanek bû û ji ber xweşikiya xwezayê xelkeke zêde berê xwe dida wê deverê. Bi taybet jî keç û kur di dema dawetên xwe de berê xwe didan vê deverê û wêne li vê derê digirtin.’’

Herwaha got: ‘’Çend sal berî naha di rojeke înê de bûk û zavayek bo wêne girtinê hatibûn vê derê, wê demê mayînek di bûkê de teqî û ji ber vê jî jîyana xwe ji dest da û navê seyrangehê bû Nobûk’’

Herwaha Sofî got, ji wê demê ve her kesek bête vê seyrangehê heta berê xwe nede gulên Nobûk û wêneyan lê negre naçe.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply