Dîabetes Mellîtus(Nexweşiya Şekir)

Wate:

Wateya dîabetes, di zimanê Latînî de tiştê ku diherike an jî ”mîz” e, wateya mellîtus jî şekir e an jî qasî hingiv şêrîn de ye. Yanê di mîza mirovan da derketina şekir e.

Dîrokçe:

Dîrokçeya vê nexweşîyê di tomarên herî pêşîn de digihe beriya mîladê salên 1550’an. Li Misrê di kaxizên papîrûsan de hatiye dîtin. Di van papîrûsan de halên nexweşîya şekirê, wek zehf derketina mîzê hatiyê behs kirin. Li ba Hîndûyan jî di pergala Ayurveda yê de; kêzik, mêş û morîyan cîyê ku ser mîzên hin kesan tên kom dibin, hatiye nivîsandin. Mîza nexweşên şekirê; şêrîn û wekî hengivê ye û ji bo vê sedemê mêş, morî û kêzikên din dihatin ser mîzê kom dibûn. Susruta û bijîşkên din ê Hîndû piştî mîladê sedsalên 5’an û 6’an de vî tiştî ferq kirine û rave kirine, nivîsandine ku du formên vî nexweşîyê hene. Nexweşên ji formekî, jar û zehf jiyanên xwe nadomînin û demeke kurt de dimirin; grûba din de jî nexweş, qelaw û hîn extîyar in hatiye diyar kirin. Ev, senifandina modern a nûjen de wekî senifandina tîp 1 û tîp 2 dîabetes mellîtus ve zehf dişibihe.

Ev têgeh ewil li erdên Enedoliyê li Kapadokyayê piştî mîladê sedsala duduyan de ji hêla Arateus ve hatiye bi kar anîn. Arateus nexweşîya şekirê, mîqdara mîzê de zêde bûn (polyuria), zehf zêde tî bûyîn (polydipsia) û windakirina kîloyê ye; bi vî awayî terîf kiriye.

Îbnî Sîna (980-1037) cara pêşîn lareşîya (gangren) dîyabetîk a lingan terîf kiriye. Gotiye ku nexweşîya şekirê dikare tevineka rehan xera bike.

Li lîteratûra aniha diabetes mellitus wisa derbas dibe ku; hîperglîsemî (di xwînê de zêde bûna şekirê), dîslipidemî (di xwînê de xerabûna rûnê), glîkozûrî (di mîzê de şekir) û digel bi vanan re gelek encamên klînîk û bîyokîmyevî ve didome û ev nexweşîyeke metabolîzmîk, sîstemîk û kronîk (pîrbûyî) e. Ango kêm bûna hormona însûlînê an jî xerabûna bandora însûlînê û ji bo van sedemanan organîzama bi qasî têra xwe ji proteîn, rûn û şekiran nikare îstîfade bike. Nexweşîyeke heweceye ku bi berdewamî lêxweytîkirineke tıbbî hebe.

Ji bo ku ev nexweşîya şekirê baş bê fêm kirin bi kurtasî em li ser metabolîzmaya hormana
însûlînê biaxivin.

Derbar Nûjiyan Xan

Ji Rihayê ye, Li Îzmîrê perwerdeya tibe dixwêne.

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply