Pirsname– Ercan Çağlayan

 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ercan Çaglayan (Yrd.Doç.Dr.) 

(Bi alikarî ya M.Samî Çinar)

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Ercan Çaglayan: Hezkirin, aşîtî, xweserî û dadmendî.

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Ercan Çaglayan: Ciwan Haco: Hey Cane

3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Ercan Çaglayan: Aşîtî, xweserî û dadmendî.

4.Tu ji bo çi dijî?

Ercan Çaglayan: Jibo bawerîyê û jibo xebatên baş pêkbînim dijîm.

5. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

 Ercan Çaglayan: Hişmendî

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Ercan Çaglayan: 

Bihêvî,
Pirtûkhez,
Nêrîna xwedî derketina qelbên ku xwedî firaset e.

7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Ercan Çaglayan : “Jîyan, ji bilî yên ku bawerî tînin û emelên qenc pêktînin lîstikek e kû hemûyên wan têde wenda dikin.” Elîya Îzzetbegovîç

8.Egîdê te kî ye?

Ercan Çaglayan: Elîya Îzzetbegovîç

9. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Ercan Çaglayan: Biharê li Silêmanîyê, havînê li zozanên Şerefdînê, payîzê li Hewremanê û zivistanê li Amedê.

10.Tu kîjan pirtûkê dixwînî?

Ercan Çaglayan: Jan Assmann, Bîr a Çandî
John Urry,  Xerckirin a Cîhwaran

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Ercan Çaglayan: Ez naxwazim ti karekî ku rûmet, ûjdan û sincê mirov vedimirîne an jêdibê bikim.

12-Çi te kelecan dike?

Ercan Çaglayan: Aşîtî, xweserî, dadmendî û pirtûkek nû.

13. Çi kelecana te dişikestîne?

Ercan Çaglayan: Mirovên ezezoyî, hesûd û yên tenê ji bo berjewendîyên xwe dixebitin.

14.Kêmasiya kurdan a herî mezin çî ye?

Ercan Çaglayan: Hişmendî

15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Ercan Çaglayan: Hemûyên zimanan.  Lê Kurdî (Zazaki, Kurmancî) û  Farsi axaftin bextewarîyek pir cûda dide min.

16. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

Ercan Çaglayan: Hogir bêtirs felek bêrihm dewran qet sekan nizanê
Êş pirr, hogir tinne, neyar jî hêzdarin.
Fûzûlî

(Dost bî-pervâ felek bî-rahm devran bî-sükûn
Derd çok hem-derd yok düşman kavî tâli’ zebûn )
Fuzuli

17.Xewna bextewariya te çi ye?
     
Ercan Çaglayan: Li Rojhilat a Navîn şînbûyîna aşîtî, xweserî û dadmendîyê.

18.Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

Ercan Çaglayan: Ciwan Haco, Ax û Eman

19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Ercan Çaglayan: Min dixwest di paşeroja xwe de ji bo xwe, bajarê xwe, gelê xwe û hemûyê mirovatîyê re xebatan bibînim.

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Ercan Çaglayan: Min dixwast ku ez xwedîyê behreya li mirovan aşîtî, xweserî û dadmendîyê bitemînim.

 

Ercan Çaglayan (Yrd.Doç.Dr.)
Serokê Beşa Dîrok ê û Serokê Beşa Vêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeh a Mûş Alparslanê

Di sala 1980 de li Çewlikê hatîye dinê. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li Çewlikê xwendîye. Di zanîngeha Erziromê da beşa dîrokê de xwendina xwe domandîye. Di heman zanîngehê de sala 2008 an de lîsansa bilind, 2012 yan da jî dereceya doqtorayê sitendîye.
Xebatên wî pirranî li ser dîrokên bajaran, netewperwerî, dewletên netewî, hindikayî, nûjentîya Komarê ne.
Li ser Kurd an xebat û xwendinên wî hene.
Nivîskar niha jî li Zanîngeha Mûş Alparslanê endamê hîndekarîyê ye.

Berhemên wî yên hatine çapkirin: Li Amedê Avakirin a Nasnameyan ya Komarê [1923-1950] Weşanên Îletîşîm. (ev berhema wî bi Tirkî hatîye çapkirin)
(Cumhuriyet’in Diyarbakır’da Kimlik Inşası: 1923-1950 / İletişim Yay.)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply