Forum

Qîmetê bidin berhemê

Edebiyat, hunera nexşkirina wêneyê civatê ye ku ji dêvla wênesazan li ser destê nivîskaran tê formulekirin; tu divê  bila ev tablo reşûsipî be û tu divê rengîn be, ew perspektîfa nivîskaran ya ji bo destnîşankirina vegotina rewşa reel û surrel ya civatê naguhere. Di vê geramolê de nivîskar çi qasî xwe …

Read More »

Dilgeşê Can: Şivan Perwer

Di sala 2014’an de, min li Don Kîşot Sahaf ya li Ofîsa Diyarbekirê, kitêbeke Mahmut Baksi ya ser Şivan Perwer dît. Kitêb di sala 1990’an de li Stenbolê hatibû çap kirin û çar sal berî wê çapê li Sîdneyê bi Îngilizî derketibû. Çapa yekê jî 1984, Stokholm bû. Qey meraqê …

Read More »

Çîroka beqên tirsonek û serketina beqê kerr

Dibêjin rojekê beq li hev civiyan û pêşbirkeke(musabeqeyeke) bezê çêkirin. Hêniya wan li ser qotê çiyayekî bilind bû. Dibê derketana serê wî çiyayê bilind. Gelek beq jî wek temaşevan hatibûn ciyê pêşbirkê.Beqên ewê tevî pêşbirkê bibûna ketin rêzê û pêşbirkê dest pê kir. Temaşevanan bawer nedikir kes bikanibe xwe bigihîne …

Read More »

Beyar Robarî: Kurd û daxwaza serxwebûnê

Bêgûman ji mafê gelî Kurd e, wek hemû gelan, daxwaza mafê serxwebûna xwe bike, û ev jî yek mafên wî ye. Mafê çarenûsiya gelan di zagonên navnetewî de hatî çespandin, û ji hêla hemû saziyên navdewletî ve û hatî pejrandin. Li ser vê bingehê rapirsîna Başûrî Kurdistanê gavek rawa bû …

Read More »

Hoker Di Zimanê Kurdî De

MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ Hoker anku hevalkar (bi inglîzî adverb)1 ew peyv in ku wek ravekerên lêkeran (karan, fiilan, verban) tên bikaranîn. Hoker adeten çawaniyê, demê, cihî, sebebî yan awayê kirina yan qewimîna tiştekî diyar dikin. Navên ku di rêzimanê de li van peyvan hatine kirin çawaniya wan peyvan diyar …

Read More »

Bayê d’avînan

Ger hê jî bikaribî bibî pelek kizrawî û xwe li ber bayê d’avînan bigirî û kulê rakî, kovanê dakî, keserê lêkî.. nexwe hê jî “jiyan” berdewam e. Belkî jî “çîroka çîroka mirov” evqasî kurt û kur(d)mancî bit. Li “berdewamîyê” bialiqe û jê pê ve “berdîberdaneke ji dera hanê” bit. Çi …

Read More »

Kilama Kurdî û Denbêjîya Serhedê

Rojhelatnas û kurdologên Ewropî wexta ku li ser kurdan lêkolîn kirine, di serê serî da li ser folklorê kurdî hûr bûne. Bavê kurdolojiyê Aleksandir Jaba dema ku bûye konsolosê Uris û di salên 1850an da hatiye Erziromê, li ser daxwaza Akademiya Urisêtê ya zanyarî, li ser kurdan dest bi lêkolînê …

Read More »

Çand, Perwerdehî û Kurdolojî

Ev gotar ji sê beşan pêk tê:Çand, Perwerdehî û Kurdolojî. Beşa 1.Çand Di serê pêşî de divê bê gotin ku çand,nasnameya neteweyan e û netew, bi çanda xwe dibin netew. Çand;ziman, dirûvê jiyanê, raman û hesteyaran dihundirîne. Çanda her netewî li dîroka wî dinêre û bi taybetiyên xwe, bo wî  …

Read More »