Baba Tahirê Uryan

  1. WÊJEYA KURDÎ YA KLASÎK

 

 

قال طرفة بن العبد في معرض حديثه عن الكرم:

نحن في المَشْتَاةِ نَدْعُو الجَفَلَى          لا تــرى الآدِب فينا   يَنْتَقِر

Em di zivistannişînêde ne û qebîle vedixwazin xwarinê, Lê tu nikarî bibînî ku xwediyê ziyafeta me cudatiyê dixe nav qebîlan”.

Têgeha wêjeyê, di Îngilîzî de bi navê “literature” tê bikaranîn. Ev peyv ji peyva Latînî ”letterae”yê tê ku wateya peyvê “tîp û nivîs” in.[1] Ev têgeh, di zimanê Erebî de bi peyva “edeb”ê yanê bi awayê yekjimar tê bikaranîn ku “edeb” peyveke Erebî ye. Di zimanê Erebî de tê wateya zerafet, nezaket û xweşikahiye. Lê di zimanê Kurdî, Tirkî û Farisî de wekî “edebiyat” yanê bi awayê pirjimarî tê bikaranîn.[2]

Peyva “wêje”yê peyveke Kurdî ye û ji Kurdiya Soranî derbasî Kurdiya Kurmancî bûye. Peyva wêjeyê ji peyva “wutin”ê ye. Wutin, xêncî zaravayê Kurmancî, di zaravayên Soranî, Goranî û Zazakî de bi bilêvkirineke nêzî hev beramberî peyva “gotin”ê tê bikaranîn. Têgeha “wêje”yê jî bi “gotin”ê re têkildar e ku meriv dikare di navbera wateya wê ya ferhengî (gotin) û wateya têgehî/îstilahî ya edebê(gotina xweş û bi huner) de têkiliyekê dayne.[3]

Peyva klasîk ji zimanê Latînî û ji peyva Classicus tê. Wateyên vê peyvê esîl, bijarte, ji demên kevin, ji heyama antîk,[4]ji taybetiyên nivîskarên heyama antîk in.[5]

“Ji edebiyata Kurdî ya nivîskî ya ku di serdema Îslamî de di bin bandora dînê Îslamê, unsurên Erebî û Farisî û çanda Îranê de li gorî hinek rêzikan hatiye meydanê” re edebiyata Kurdî ya klasîk tê gotin.”[6]

Têgehên Edebyaya Klasîk:

Kêş (Arûz), Serwa, Riste (Birg), Malik (Dêr), Xezel, Qesîde, Bend, Çarîn, Dubeytî, Dîwan

Wêjeya klasîk a Kurdî, di navbera sedsalên 15-19an de cih digire.

 

  1. BABA TAHIRÊ URYAN(937-1010)(بابا طاهرى عريان)

2.1. Navê Wî û Mexlesa Wî

Navê helbestvanê me yê herî mezin “Tahir” e. Em vê agahiyê ji helbestên wî digrin. Her wekî em dizanin helbestwanên Rojhilat bi piranî ji xwe re mexles xebitandine. Baba Tahir ji xwe re navê xwe yê rast yanê Tahir kiriye mexles. Helbesvanê nemir di dîwana xwe de wiha dibêje:

Xudawenda, be firyadê dilum res!

Kesê bêkes tû yî mû mande bêkes

Heme goyend Tahir kesî nedare

Xwuda yarê men e, çi hacetî kes![7]

Kurdiya Îro

Xwedêyo bigîhîje!Feryada dilê min e

Tu yî kesê bêkesan, min tu kes nîn e

Hemû kes dibêjin Tahir bêkes e

Kes çi hewce ye? Xwedê dostê min e

2.2.Bernavka “Baba”

Bernavka baba, ji bona hurmetê bi wateya “pîr, rêber û şêx” hatiye bikaranîn. Di Tewratê de dema behsa Hezretî Adem, Şît, Îbrahîm û Îshaq tête kirin ew weke baba têne nişandan. Yanê ji pêşengên tesewifê û ji şêxên terîqetan re ev peyva hanê hatiye gotin. Ev peyva hane di nava Yarsaniyan de ji bo mezinên vê baweriyê hatiye gotin. Eva malika hanê ku em li jêr didin, helbestvanê me yê navdar tê de ev peyva hane ji bo xwe bikar tîne.

Mû ez rûzê ezel tahir bizadem

Ez an rû nam Baba Tahir estem[8]

Kurdiya Îro

Ez ji roja ezel virde tahir (paqij) welidîme

Ji bo vê sedemê Baba Tahir binav bûme

Bernavka “baba”cara yekem di pirtûka Rawendî ya binavê Rahetu’s-Sudûr we Ayetu’s-Surûr de ji bona helbestvanê me hatiye nivîsandin. Rawendî pirtûka xwe di sala 599ê (hîcrî) bi erebî nivîsandiye û têde behsa tarîxa selçûqiyan dike.[9]

2.3.Bernavka “Uryan”

Peyva Uryan (عريان)peyvek erebî ye û tê wateya rût û tazîbûnê.[10] Helbestvanê me di hinek helbestên xwe de ev bernavk bikaraniye. Em vê bernavkê di van malikên jêr de dibînin:

Nezûnem rût û uryanum kî kerde

Xwud em cellad û bî cûnum kî kerde

Bide xencer ke ta sînekunem çak

Bebînem işq ber cûnum çî kerde[11]

Kurdiya Îro

Nizanim kî ez kirime tazîû uryan

Cellad ezim, kî ez kirim e bêcan?

Xencerekê bidin sing biçirînim

Da bibînim işqê çi kiriye bi can

Ji bo sedema gotina bernavka”Uryan” çend nerînên cuda hene. Em ê ji wana hinikan li jêr binivîsin.

  1. Baba Tahirê Uryan, destên xwe ji dinyayê û ji mal û milkê dinyayê dikişîne û di dilê wî de jî tu hezkirinek ji bo dinyayê namîne û mîna derwêşekî jiyana xwe derbas dike. Ji bo vê sedemê jê re Uryan hatiye gotin.[12] Ramana ku zêdetirîn tê pejirandin ev e.
  2. Baba Tahirê Uryan, li sûk û bazaran pêxwas û bi kincên kevn û qelişandî geriyaye, ji bo vê sedemê xelkê jê re gotine Uryan.
  3. Rastnivîsa vê bernavkê “Aryan”[13] e, lê di destxetan de bi çewtî “Uryan” hatiye nivîsandin.
  4. Baba Tahirê Uryan, di demsala zivistanê de li ber Medreseya Hemedanê cemedê dişkîne û ji êvarê hetanî sibê di nav ava cemed de disekine, loma jê re gotineUryan.[14]

Baba Tahir bere li Hemedanê karên darfiroşiyê kiriye. Paşê hewesa xwe bi feqiyên medrasan tîne û diçe cem wan ji wan dipirse û dibêje:

  • Hun li vira çi dikin?

 

Feqî, bersiva wî bi henekî wiha didin:

  • Ji bo ku hizra me vebibe em rojê çil carî dikevîn vê hewzê û derdikevin…..
  • امسيت كورديا و اصبحت عربيا.

Piştî vê bûyerê agirek dikeve bedena Tahir, ev agira ewqas bi tîne ku mirov nikare li cem bisekine. Diçe cem çiyayê Elwendê û tê. Ew çiya bi ba û baran û berfa xwe navdar e.

Bernavka Uryan, aliyê helbestvaniya Baba Tahir nîşan nade lê aliyê wî yê tesewifê nîşan dide.[15] Lewra wî di helbestên xwe de peyva “uryan” ji xwe re nekiriye mexles.

Peyva “uryan” di dîroka terîqetan de ji bo ekola terîqeta Qelenderiyan hatiye bikaranîn. Baba Tahir, ji hinek aliyê pisporên terîqetan ve pêşengê terîqeta Qelenderiyan tê hesibandin.Merûf Xeznedar jî di berhema xwe de dibêje kû ji aliyê xelkê Hemedanê ve ev peyva hanê ji bo Baba Tahir hatiye gotin.[16]

2.4.Bernavka “Lorî”

Helbestvanê me bi “Baba Tahîrê Lorî” jî tê naskirin. Her wekî ku  tê zanîn ew ji Loran e, ji bo vê sedemê jê re Baba Tahîrê Lorî jî hatiye gotin. Gelê me yê Lor bi piranî di nava dewleta Îranê de li deverên cûrbecûr dijîn. Gelê me yê Lor vî navê hanê ji vê derê digre: Di dewleta Îranê de bajarek heye navê wê Manrû ye, gundekî binavê “Kurd” li vî bajarî heye û li kêleka vî gundî jî newalek bi navê “Lûk” heye, li nêzîkî vê newalê jî cihek heye navê wî cihî Lor e. Gelên me yên Lor navên xwe ji vî cihî girtine.[17]

Şerefxanê Bedlîsî ji bo Loran dibêje beşek ji beşên gelê kurd e. Şerefxan di pirtûka xwe ya bi navê Şerefname yê de dibêje gelê kurd çar beş in.

– Kurmanc

– Lor

– Kelhor

– Goran[18]

Rewşenbîrê Osmaniyan Şemseddîn Samî[19] di pirtûka xwe ya ansîklopedîk bi navê Kamûsû’l-Alâm de di der heqê vê mijarê de wiha dibêje:“Lor beşek ji beşên gelê kurd e û li rojavayê Dewleta Îranê dijîn…”

Di nava Îranê de hetanî sedsala XXan farisan kurdbûna Loran dipejirandin û digotin Lor kurd  in. Lê ji sedsala bîstan vir de beşekî farisan dibêjin Lor ne kurd in, ew faris in. Sedema vê ramanê jî ew e: Bila neyê gotin kû bingeha wêjeya farisan ya kevn ji aliyê kurdan ve hatiye nivîsandin.[20]Lê ya rast ew e kû Lor kurd in û navê welatê wan jî Lorîstan e. Mînorskî jî dibêje ku Baba Tahîr Kurdê Lor e û zimanê wî jî zimanê Hemedanê ye.[21]

2.5.Bernavka “Hemedanî”

Hemedan navê bajarekî Îranê ye. Baba Tahir, ji bo kû li vî bajarî ji dayikê bûye, li wir mezin bûye û li wir çûye ser dilovaniya xwe, jê re gotine Baba Tahirê Hemedanî. Baba Tahir, di dubeytiyên xwe de bernavka Hemedanî jî bi kar tîne:

Mûan espîdebaz em Hemedanî

Lane der kûh darem dernihanî

Be balê xwud perem kûhan bekûhan

Be çengê xwud kerem nexçîrbanî[22]

Kurdiya Îro

Ez im ew bazê spî yê Hemedanî

Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî

Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya

Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî

Hemedan, bajarekî ji bajarên rojavayê Îranê ye û navê parêzgehek Îranê ye û li ber pêşa çiyayê Elwendê ye. Baba Tahir ji çiyayê Elwendê gelek hezkiriye û di rubaiyek xwe de wiha gotiye:

Beşum be Elwend daman mû neşanum

Da men ez her dû gîtî haweşanum

Kurdiya Îro

Biçim li pêşa Elwendê rûnim

Dest û pêyên xwe ji her du dünyan bikşînim.

 

 

2.6. Sedsala Jiyana Baba Tahirê Uryan

Pirtûka herî kevn ya kû di derbarê jiyana Baba Tahirê Uryan de agahiyan dide, pirtûka Rawendî ya binavê Rahetu’s-Sudûr we Ayetu’s-Surûr fî’t-Tarîxî’d-Dewletî’s-Selçûqîyyetîe. Ev pirtûk bi Erebî hatiye nivîsandin. Lêkolînerê kurd ê navdar Reşîd Yasmî, di pirtûka xwe ya bi navê “Dîwanî Baba Tahir” de ya kû ji bal çapxaneya Armaxan ve hatiye çapkirin di pêşgotina çapa duyemîn de dibêje kû Rawendî ev pirtûka xwe di sala 599/1203an de nivîsandiye.Rawendî di vê pirtûkê de agahiyek wiha  dide: Siltanê Selçûqiyan ê yekemîn Tuxrûl Beg dema diçe Hemedanê rastî sê şêxên qedir bilind tê. Ew hersê şêx jî Baba Tahir, Baba Cafer û Şêx Hamşan in. Ji siltan re dibêjin kû evan her sê şêx, bi zanebûn û teqwayên xwe gelekî mezin in. Siltan Tuxrûl Beg ji hespê xwe peya dibe û bi wezîrê xwe Ebû Nasr el-Kîndî re diçe cem van şêxan û destên wan maç dike. Di navbera siltan û Baba Tahirê Uryan de ev gotûbêja hanê derbas dibe:

Baba Tahirê Uryan: Tirko! Tu dixwazî qûlên Xwdê çawa bi rê ve bibî?

Siltan Tuxrûl Beg: Hûn çi ferman bikin ez ê wî bikim.

Baba Tahirê Uryan: Li gorî vê ayeta ku dibêje: “Xwedê Teala dadmendî û qencîtiyê ferman dike[23]” bi rê ve bibe.

Siltan Tuxrûl Beg: Erê, bi alîkariya Xwedê ez ê wisa tevbigerim.

Baba Tahirê Uryan, misînekî wî hebû û ji berê de av dikir wî misînî û pê destmêj digirt. Perçeyek ji misîne xwe şikandibû û ji xwe re kiribû gustîl. Baba Tahir wê gustîla xwe ji tiliya xwe derdixîne û dike tiliya Siltan û jê re dubare wiha dibêje: Di seltenetê xwe de bi dadmendî kar bike. Tuxrûl Beg wê gustîlê digire û xatir ji Baba Tahirê Uryan dixwaze û diçe.Tuxrûl Beg wê gustîlê mîna tiştekî pîroz dihesibîne û gava diçe herban wê gustîlê bi xwe re dibe.[24]

Ji vê kitêbê tê fam kirin kû Baba Tahirê Uryan di dema Siltanê Selçûqiyan Tuxrûl Beg de jiyaye.

Ji dayikbûn û wefata Baba Tahirê Uryan, bi awayekî zelal nediyar e. Di derheqê serdema jiyana helbestvanê me de du nêrîn hene:

Ya yekemin wekî me li jor got er-Rawendî di pirtûka xwe de qala Siltanê Selçûqiyan Tuxrûl Beg û Baba Tahirê Uryan dike.Li gorî hinek çavkaniyanTuxrûl Beg yan di tarixa 447/1055an yan jî di 450/1058an de çûye Hemedanê. Ji vir diyare ku Baba Tahirê Uryan ji beriya vê tarîxê hatiye dinyayê û piştî vî tarîxê jî çûye ser dilovaniya xwe.

Ya duyemin jî ev e kû ew di sedsala Xan de jiyaye û di serê sedsala XIan de çûye ber rehma Xwedê. Li gorî Riza Qulî Xan Hîdayet, Baba Tahirê Uryan ne di dema Siltanê Selçûqiyan Tuxrûl Beg de jiyaye. Ew vê nerîna xwe jî ji vê dubeytên helbestvanê me digre û dibêje helbesvan di dubeytên xwe de peyvên “elifqed, behr û elf” bi kar tîne. Li gorî hesabê ebcedê van peyvan hesab dike û dibêje tarîxa ji dayîkbûna wî 326/936 e. Marûf Xeznedar jî vê nerînê dipejirîne. [25]

Mû an behr em ke der zerf amede stem

Çû nuqte ber serê herf amed estem

Be herf elfî elifqeddî ber aye

Elîfqedd em ke der elf amed estem[26]

 

Kurdiya Îro

Ez ew deryame kû di kûp de hatime

Ez mîna xalê bi ser herfê de hatime

Di her hezarî de bejnelîfek tê

Ez bejnelîfim di vî hezarî de hatime

 

Wek encam em dikarin bibêjin kû li gorî du çavkaniyên sereke, Baba Tahir di dîroka 937-1010 hatiye dinyayê û li Hemedanê çûye ser dilovaniya xwe. Gora wî jî li Hemedanê ye û li kêleka gora wî du mezelên din jî hene. Li gorî hinek çavkaniyan, gorek ya dayika wî ya şîr e û navê wê Fatma ye, ya duduyan jî ya zilamekî ye û navê wî jî Hecî Mîrza Elî ye.[27]

Baba Tahir, wekî Hecî Bektaşê Welî mutesewif e. Baba Tahir ji aliyê yarsaniyan ve (ehl-î heq) sereke tê hesibandin.

 

3.Berhemên Baba Tahir

3.1. Dubeytî:

Dubeytî, di edebiyatê de rengekî nezmê ye û ji du malikan pêkve tê, her malikek jî ji du misrayan pêk tê û jimara misrayan dibe çar, ji bo vê sedemê ji dubeytiyan re rubaî yanê çarîn jî tê gotin.

 

 

Mijara Dubeytan

Di mijara dubeytan de sînor tu nîne, ji bo vê sedemê tiştên kû eleqeya wan bi jiyanê re hene hemû dikarin ji dubeytan re bibin mijar. Di vê rengêde herdu malikên serî ji bo dabaşa sereke dibin arikar, dabaşa sereke di malika duduyan û sisiyan de derbas dibe. Di vê rengê de kêm helbestvanan ji bo xwe mexles bi kar anîne. Di vî warî de pêşengê kurdan Baba Tahir e, yê farisan jî Omer Heyyam (1048-1131) e û ê tirkan jî Azîmzade Xaletî ( m. 1630) ye.

            Di Dubeytiyên Wî de Kîte, Serwa û Kêş:

Dubeytiyên Baba Tahir ji 11 kîteyan pêk tên Serwaya (qafiyeya) dubeytan aaxa ye, hinek caran jî aaaa tê. Baba Tahir dubeytên xwe bi kêşeya arûzê ji Behra Hezecê li ser wezna “Mefaîlun/mefaîlun/feûlun”U – – – / U – – – / U – – nivîsandiye.

Du nusxeyên sereke ji bo dubeytan derdikevin holê, ew jî ev in:

1- Nusxeya Pirtûkxaneya Neteweyî Ya Parîsê. Di vê nusxeyê de 175 dubeytî hene.

2- Nusxeya Pirtûkxaneya Rojhilatnasiyê ya Petersbûrgê.

Ji aliyê naverokê ve di dubeytiyên helbestvanê me de mijarên evînî/ lîrîk û ramana wehdetu’l-wucûdê (yekîtîbûn) bi hev re tê xuyakirin.

Naveroka Dubeytiyan 

Di dubeytiyên Baba Tahir de mijarên evînî bibandor in. Di dubeytiyên wî de eşkere dibe ku ew evîneke rût û tazî dijî û evîndarî wî serdanpê şewitandiye. Ji ber vî dubeytiyên wî bi giştî lîrîk in. Heman demê de mijarên evîniyê di dubeytiyên wî de bi ramana wehdetê wicûdê (yekitîbûn) ve têkil in. Di helbestên xwe de ji bo vegotina raman û hestên xwe gelek sembolên xwezayêû yên tesewifê bikaranîne. Di dubeytiyên wî de wekî şêweya jiyana wî qelenderbûn û derwêşbûna wî xuya dikin. “Ew wekî qelenderiyê yekem tê hesibandin.”[28] Her wiha têkiliya wî ya bi baweriya Yarsanê ve dîyar dibe ku Yarsan wî ji xwe dihesibînin. Heman demê de ramana yekitiya heyînan (wehdetê wicûd) dubeytiyên wî balkêştir kiriye.

Bi giştî di naveroka berhemên wî de evîn, ramana wehdetê wucûdê, tesewif û baweriya Yarsanê wekî mijar cih digirin.

            3.2. Xezelên Wî:

Xêncî dubeytiyan xezelên wî jî henin ku li gorî xebaten cihêreng çar xezelên Baba Tahir hatine tomarkirin.[29] Em ê li vir xezeleke wî wekî mînak bidin:

Ji ber ez nexweşê te ey dîlber im

Sertapa sotiyî heta cîger im

          Cehennem parçek ji xweliya min e

          Ez we sotîdilê mîzac-agir im

Ne dixwîm, ne radikevim bê te wek

Bi her mûyekî xwe ez xencer dibim

          Eger bê te b’cennet, horî û tûba

          Dilşad bibim, bi rastî ez kafir im

Îftîxar nakim bi tacê şahî ku

Ez bi vî porê tevlihev faxir im

          Elmas dighin li bin balîfê min, lê

          Ez di nav sitiriyan de radizim

Wek mûmkê me, eger sed car ser jêkin

Ez hê ronîtir û hê jî gurtir im

          Min ne j’axret, ne j’dinyê re tiştek kir

          Ez wek dareke bê-sî û bê-ber im

Ruwê te tav e, lê ez jê mehrûm im

Ez pejmûrdeyekî wek nîlûfer im

          Ne semender li nav agirê eşqê

         Lê ez wek teyrekî bêbask û bê per im

Ez ew dara xurmeya evînê me

Hesret siya min û zehmet in berim

          Kes bi ti şiklî qedrê min nizane

          Ez li vî welatî j’kêm jî kêmtir im

Bi nalînkê disojînim du-alem

Ku ez bi sotîna dil distirînim

          Li vê dêrê ez we b’xem û keder im

          Mîna ku ez Muxê li nav agir im

Ji dewran mûyek jî behra min nîn e

Ku ez herro j’roja din xerabtir im

          Li vê dinyê sêwî me, bê te goya

          Ez wek tiflê bê-dê û bê-peder im

Ez wek mu’minkî me li kafiristan

Û wek li mu’ministanê kafir im

          Li milkê evînê, rihê bênîşan

          Li şehrê dil, yekî sûretperwer im

Eger herroj te dused car bibînim

Bi can, ez muştaqê carek dîger im

          Ez ustadê zimanê pehlewî me

          Ji kitaba evînê re mester im

Ey Xweda eşqa Tahir bênîşan e

Ku j’eşqa seneman bêpa û ser im.[30]

3.3.el-Kelîmetû’l-Qîsar:

Helbestvanê me ev berhema xwe bi Erebî nivîsandiye û mijara wî li ser tesewufê ye û di nava sûfiyan de eleqeyeke mezin ditîye. Berhem ji 23 beşan û ji 368 yan jî 412 wecîzeyan pêk tê. Di van wecîzeyan de mijarên wekî îlm, merîfet, îlham, eql, nefs, dinya, uqba, sema û zikr cî digrin.Berhema wî ya “el-Kelîmatu’l Qisar” ramana wî ya tesewifê radixe li ber çavan.

Ev berhemaBaba Tahir berhemeke tesewifî ye. Di vî berhemê de bi gotinên wî ên puxtedar aliyê wî ê tesewifî derdikeve pêş, herwiha ramanên sofîtî û arifbûna wî xuya dike. Berhem ji aliyê mutasawifan ve peywendiyeke xurt dîtiye.

Li ser gotinên wî ên kurt ên tesewifî (el Kelîmatu’l-Qisar) ji aliyê hin kesan şîrove (şerh) hatine kirin.

Em dikarin ji van gotinên wî ên tesewifî hinek mînak bidin:

الذكر الخفي الذي يخفى عن القلب.”Zikrê veşartî ewe kû ji dil jî hatiye veşartin.”

    “Her tişt dibê têkildarê sûfî lê sûfî nabe têkildarê tu tiştekî.”الصوفي يكون له كل شيئ ولا يكون هو لشيئ.

“Xafilbûna ji Xwedê kufr e,Xafilbûna ji wî tewhîd e.” الغفلة عن الله كفر و عن حقيقة ذات الله توحيد.

       “Nefs girtîgeha ruhe, dinya jîgirtîgeha nefsê ye.” النفس سجن الروح  والدنيا سجن النفس.

        “    النفس سجن الروح و الدنيا سجنالنفس“Nefs zindana rih e, dinya jî zindana nefsê ye.”

4.Têgihîna Wî ya Tesewifê û Yaresantiya Wî:

Mutesewif, peyveke Erebî ye û ji kesên ehlê tesewif re tê gotin. Evdilqadir Geylanî yê ku di rêya tesewifê de binav û deng e dibêje; mutesewif ew kes e ku, ji her guman û bendan xwe rizgar kiriye, tenê berê xwe daye Xwedayê Gewre û bendetiya her tiştî û her kesî terikandiye û tenê ji bo Xwedê îbadetê dike.[31]

Baba Tahir jiyana xwe bi tesewifê re borandiye. Guh nedaye çêj û kêfa dinê û pey mal, milk, kinc û diravan neketiye. Hin gotinên tesewifî yên Baba Tahirê mutesewif wiha ne:

Ew kesên ku nezaniyê ew kuştine, ew qet nejiyane û zinde nemane.

Kesên zikrê ew kuştine, qet nemirine û namirin jî.

Ji destê cahiliyê, bilez bireve, çawa tu ji destê dijminên har û cinawiran direvî.

Nezanî, rewşek pir neqenc û bed e.

Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyeke dubare ye.[32]

Baba Tahirê mutesewif ji aliyê derwêş û sofiyan ve hatiye hezkirin, gotinên wî wekî gotinên pîroz hatine pejirandin û jiberkirin. Li ser berhemên wî gelek lêkolîn û şîrove hatine kirin. Ew ne tenê ji aliyê gelê Kurd ve,ji aliyê tevî kesên Xwedêhez ve hatiye hezkirin. Helbestên sofîzmê herwiha yên Baba Tahir ji aliyê evîndarên derveyî sofîzm û tesewifê jî tên hezkirin û xwendin.

Helbestvanê me xwe di wêjeya tesewifê de bi peyvên ku xwedî cihekî taybet in ên mîna “rind” , “qelender”, û “derwêş” dide nasîn. Wekî mînak, ew di helbesta xwe ya jêr de wiha dibêje:

Mû an rindûm ke namim bî qelender

Ne xan dîrum ne man dîrum ne lenger

Çû roz aye begerdem girdê koyet

Çû şew aye be xiştan wanehem ser

Kurdiya Îro

Ez ew rind im ku navê min qelender

Ne xan û malên min hene ne lenger

Dema dibe roj li dora mala te digerim

Dema dibe şev kevir datînim bin ser[33]

Em wateyên her sê peyvan binêrin da ku wî baştir binasin

Qelender: Wateya ferhengê “ kesê bi bargiran” e. Ev peyv ji endamên terîqeta Qelenderiyê re tê gotin. Qelender ew sofiyên ku ji dinê û nirxên dinyayî hez nakin, hemberên pergal, kevneşopî û şêweya baweriya civaka ku tê de dijîn derdikevin re tê gotin. Bi serxweşiya paqijiya dil ji sînorên şerîetê derbasdibin û tenê ferzan tînin cih. Bi cil û bergên xwe yên taybet bajar bi bajar digerin.[34]

Rind: Yên ku karên dinê xweş dibînin, tuj-şîrîn, şabûn-xemgînî û başî-xerabiyê heman dibînin re tê gotin. Ji bo rindan dinya kêrê tiştekî nayê. Helbestvanekî ku di jiyana xwe de hîç şerab venexariye lê qala meyxanê, saqî, qedeh û şerabê dike bêguman ew jiyaneke rindane tîne ziman.[35]

Derwêş: Derwêş murîdên ku bi terîqet an jî bi şêxekî ve girêdayîne re tê gotin. Herwiha kesên ku jiyaneke sofîtiyê dijîn re tê gotin. Sofî gelek nirx nîşanê derwêşiyê kirine. Derwêşî bi parêziya bi rêk û pêk destpê dike. Di vê parêziyê de xwarin, vexwarin, axavtin û razan kêmtir e. Li hemberî vê îbadet, zikir, û tefekur gelek e û armanc terbiya nefsê ye. Bi vî awayî ji aliyê rih ve kemilîbûn bi dest dikeve. Derwêş jiyaneke gerok dijîn û xwe hînê her cure zehmetî û astengiyan dikin. Di rastiyê de gera wan ji alema madî ber bi alema rihî ye. Ew bi piranî girîngî nadin cil û bergên xwe, kincên kevn li xwe dikin. Sedema vê helwestê jî ji bo ku hundirê wan bedew be divê dirûvê wan ê derve xweşik xuya neke ye. Di rêya Xwedê de nefspiçûkî û xizaniyê ji xwe re esas digirin. Bi keramet û qenaetkar in. Ji bo derwêşên heq keriyek nan û cil û bergek têrê ye.[36]

Baba Tahir di helbesteke xwe de wiha dibêje:

Ez an kuncê lebut bûsî be mû de

Bego: Rahê Xwuda dadem be derwêş

Kurdiya Îro

Li ser wan levên xwe maçek bi de min

Bibêje min vî ji bo Xwedê da derwêş[37]

Di vê helbestê de ew derwêşiya xwe tîne ziman û paçîkirin jî sembola gihîştinê ye.

Baba Tahir çawa bi berhemên xwe ve di wêjeya Kurdî de cihê xwe yê taybet girtibe di heman demê de di nav sofîzma Îslamî yanê tesewifa Îslamî de jî xwediyê cihêkî taybet e.

Li gorî ramana wehdetê wicûdê, xêncî Xweda tu heyîn tune ye, heyîn bi timî ji Xweda tên û bêyî Xweda nikarin hebin. Sofî, tevî wicûdan yek dipejirînin û dibêjin, di wicûdê de bes Xweda heye.[38]

Wehdetê wicûd bi Îbn Erebî (1165-1240) tê zanîn lê belê sofiyên ku beriya Îbn Erebî bi ramana wehdetê wicûdê ve hemhal bûne û vê ramanê di berhemênxwe de anîne ziman hene. Ji van sofiyan yek jî Baba Tahir e ku nêzî 230 sal beriya Îbnî Erebî çûye ber dilovaniya Xweda. Beriya Îbn Erebî di berhemên xwe de ramana wehdetu’l-wicûdê aniye ziman û li ser vê ramanê hûr bûye. Baba Tahir tovê ramana wehdetu’l-wicûdê reşandiyê li ser axa tesewifê. Piştî wî ev tov bi destê mutesewifan şîn bûye, şax daye û geş bûye. Ev raman bi Îbn Erebî gihîştiye lûtkeyê. Wehdetu’l-wicûdne serdema Baba Tahir ne jî serdema Îbn Erebî wekî têgeh hatiye bikaranîn. Ramana wehdetu’l-wicûdê ku bi HelacêMensûr(858, – ö. 922), Baba Tahir û hin mutesewifên din bi dest kiriye, pişt re pêşve çûye û bi Îbn Erebî gihîştiye lûtkeyê. Piştî Erebî ev ramanbi navê wehdetê wicûd ji aliyê Sedredînê Konewî ve hatiye binavkirin.

Baba Tahir di vê dubeytiya xwe ya jêr de xwe wekî mînakek ji behrê û nuqteyek ji herfê dibîne û wiha pê de diçe:

Mu an behr um ki der zerf amedestum

Mu an nuqte kî der herf amedestum

Be her elfî elif qeddî ber ayu

Elif qeddum kî der elf amedestum

Kurdiya Îro

Ez ew behr im ku di zerfê de hatime

Ez ew nuqte me ku di nava herfekê de hatime

Serê her hezar salî qamet elîfek tê

Ez ew qamet elîf im ku di serê hezar salî de hatime[39]

Ew di vê dubeytiya xwe de dibêje ku ez behreke mezin im, di tasikekê de hatime ku xwe nîşan bidim. Tasikek av an jî dilopek ji behrê parçek an jî mînakek in. Ez ew nuqte me ku di herfekê de hatime. Nuqte mîna tasikeke av e, herf jî mîna behrê ye. Nuqte parçek an jî mînakek ji herfê ye. Ger mebesta wî ji herfê, bîsmîllahî rahmanî rahîm(بِسْمِ اللهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيْمِ)be û xwe wekî nuqteya tîpa “ب”nîşan dike be, wê gavê ew dibe ji Xweda parçeyek, an jî nimûneyek. Ji her elifekî ( ا ) elifbejnek derdikeve bejna min elife ku ji elifê hatime. Elifa yekem sembola “yek”ê ye û wateya wî Xweda ye. Elifa duyem jî bejna wî ye ku ew jî ji wêneya “yek”ê ye.[40]

Ew xwe wekî “elîf”ê nîşan dide ku navê Xweda di Qur’anê de (اللهِ) bi tîpa elîfê ( ا ) destpêdike. Bi vî awayî ew dibêje nîşaneya hebûna Xweda ez im. Herwiha dibêje ku tecelî û gotina Xweda ez im.

Ji wan re “Ehlê Heq” jî tê gotin ku ev têgeh ji bo mirovên Xweda tê bikaranîn.[41]Ehlê Heq navê koma Yarsanan e. Ev nav cara yekem ji aliyê Comte Gobîneau ve ji lokolîneran re hatiye pêşniyar kirin ku ji wê demê pê ve ji vê komê re Ehlê Heq tê gotin. Endamên vê komê jî di têkiliyên xwe ên derve û di nivîsên xwe de vî navî bikar tînin. Lê di nav xwe de peyvên Yarsan an jî bikar tînin.[42]

  • Baba Tahir û Yarsanî:

Piraniya Yarsanan li başûrê Kurdistanê ne. Yarsan bi zaravayên HewramîSoranîKelhurîLorî û Lekî diaxivin. Sê terîqetên wan ên ji hev cida hene. Yarsan ji aliyê rejîma Îranê ve wekî Şiî tên pejirandin lê Yarsan bertek nîşanê vê helwesta rejîma Têhranê didin. Di derbarê vê mijarê de parêzerên mafên mirovan ên dinyayê rexne li rejîma Komara Îslamiya Îranê dikin. Gelek ronakbîr Yarsanan û Êzidiyan mîna hev dibînin.[43]

Felsefeya baweriya Yarsan biaqilane ye. Di heman demê de ji hezar salî ferîşteyek tê û ji sed salî carek jî nûjenwanek tê. Bi tenasuh, yekitiya dijberiyan, yekbûna afirîner, mirovê kamil, îbadeta bi tembûrê, hêza yekitî û hezkirinê, bî fikr û zikrê gihîştina bi Xweda ve bawerî tînin. Ronahî, tav û agir pîroz in. Îbadetên xwe bi Kurdî dikin. Di vê baweriyê de wekhevî girîng e.[44]

Yarsanî baweriyeke serbixwe ye. Ji hêmanên bîngehîn ên vê baweriyê tê fêmkirin ku ev bawerî naşibihe baweriyên sereke ên herêmê. Di vî baweriyê de baweriya Xweda, teceliya Îlahî, bendetiya bi ferîşteyan, dualîzm ûtenasuh[45](renkarnasyon) hêmanên sereke ne. Her wiha perestgeha vê baweriyê heye. Gelek hêmanên vê baweriyê di baweriyên din de jî tên dîtin. Gava ku hêmanên vê baweriyê tên lêkolîn kirin tê dîtin ku bingeha hêmanên vê baweriyê bi hêmanên baweriyên Îranê ên ku berî Îslamê ve têkildar in. Di heman demê de gelek hêmanên vê baweriyê jî bi hêmanên tevgerên beweriyên piştî Îslamê ve hevpar in.[46]

Di Yarsanê de ji ber ku baweriya renkarnasyonê heye, endamên Yarsan şîn nagirin ku ew, bawerî bi vegerîna rihan dînin. Rahîbên vê baweriyê hewldidin bizanin ku pitik bi rihên kî hatine dinê.[47]

Baba Tahir ji aliyê Yarsanan ve wekî pîrekî tê pejirandin. Lê zaravayê ku Baba Tahir di helbestên xwe de bikar aniye ne zaravayê pîrên Yarsan e. Baba Tahir zaravayê Lorî pîrên Yarsan zaravayê Goranî bikar anîne. Herwiha bandora Kurdiya Goranî jî li ser Baba Tahir heye. Baba Tahir di nav Yarsanan de wekî kesekî pîroz tê pejirandin û Yarsan dubeytiyên Baba Tahir li dora pirtûka xwe ya pîroz ya bi navê “Serencam”ê nivîsandine. Di nav sirûda heştem ya pirtûka Yarsan de Baba Tahir wekî ferîşteyekî Yarsanê tê nasandin:[48]

Ehlê Heq, di nav Îslamiyetê de komeke batinî ye û li Îran, Iraq û Tirkiyê piştevanê wê hene. Ev bawerî, ji jiyana kevneşopî û baweriyeke bi nirx, ji hêmanên baweriyên Batinî-Zerdûştî û Îslamî pêk hatiye. Di nav Şîayê de cih digire lê ji komên Şiî cida ye. Yarsanî û Êzdîtî nêzî hev in. Lewre ev herdu bawerî, ji heman çavkaniyê ne.

 

Alk. Doç. Nesim Demir

Çavkanî: Komanubihar.org

 

 

[1]“Literature”, [http://www.etimolojiturkce.com], Gihîn: 15 Îlon 2015

[2] “Edebiyat”, [https://tr.wikipedia.org], Gihîn: 15 Îlon 2015

[3] Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, weş. Nûbihar, İstanbul, 2013, r. 25.

[4]“Klasik”, [http://www.nisanyansozluk.com/?k=klasik], Gihîn: 30 Gulan 2015

[5]“Klasik”, [http://www.etimolojiturkce.com/kelime/klasik], Gihîn: 30 Gulan 2015

[6]b.n., r. 27.

[7] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, weşanên avesta, Çapa Yekem, Îstanbul, 2013, r. 141

[8] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 15

[9] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 15

[10]Mucemu’l-WAsît

[11] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 286

[12] Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Entîtuya Kurdî Ya Stenbolê, Çapa Yekem, 2002 Stenbolê, r. 69

[13] Aryan tê wateya şerîf û azad

[14] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwanı, r. 16

[15] Adak, Abdurrahman, Destpêka Esebiyata Kurdî, Weşanên Nûbiharê, Çapa Yekem, 2013 Stenbolê, r. 107

[16] Adak, Abdurrahman, Destpêka Esebiyata Kurdî, r. 107

[17] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 16-17

[18] Şerefxan Bedlîsî, Şerefname, I, 58-59

[19] Şemseddîn Samî, Kamûsû’l-Alâm, VI, 4013

[20] Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002 Stenbolê, r. 69

[21] Adak, Abdurrahman, Destpêka Esebiyata Kurdî, r. 113

[22] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 350

[23]Sûreta Nahl

[24]er-Rawendî, (Necmeddîn Ebû Bekir Muhammed b. Suleyman), Rahetu’s-Sudûr we Ayetu’s-Surûr fî’t-Tarîxî’d-Dewletî’s-Selçûqîyyetî, r. 43

[25] Riza Qulî Xan Hîdayet, Mecmeu’l-Fusha, http://www.islamica-lb.com/?p=1108, (Dîroka Ragîhiştinê: 12.10.2014); Marûf Xeznedar, Mejûyê Edebî Kurdî,  I, 186

[26] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 171

[27] Yıldırım Kadrî, Baba Tahirê Uryan Hayati Görüşleri Diwani, r. 21

[28] b.n., r. 116.

[29] Yıldırım, b.n., r. 46.

[30] Kara, b.n., r. 155-157.

[31]“Mutasavvıf”,[https://tr.m.wikipedia.org], Gihîn: 30 Gulan 2015

[32] Sağniç, b.n., r. 72.

[33] Yıldırım, b.n., r. 136.

[34] b.n., r. 24-25.

[35] b.n., r. 25.

[36]“Derviş”, Tahsin Yazıcı,  Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, c. 9, weş. Türkiye Diyanet Vakfı Yayın Matbaacılık ve Ticaret İşletmesi, İstanbul, 1994,  r. 189-190.

[37]Yıldırım, b.n., r. 24.

[38] Abdulqadîr Gok, Vejîna Felsefeyê, weş. Ronahî, Amed, 2011, r. 96.

[39] b.n., r. 109.

[40] Xeznedar, b.n., r. 186.

[41] Cebecioğlu, b.n., r. 186.

[42] Hamzeh’ee, b.n., r. 72.

[43] “Yarsan”, [https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Yarsan&variant=ku-latn], Gihîn: 23 Reşemî 2014.

[44] Uluçay, b.n., r. 51.

[45] Tenasuh: Koçkirina rih ji laşekî bi laşekî din ve ye.

[46] Hamzeh’ee, b.n., r. 319-321.

[47] Izady, b.n., r. 268.

[48] Adak, b.n., r. 110.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply