Aqilê xwe ji dûvê rep girtîye! (Çîrok)

Dema mirovekî xetereyeke derbas kiribe û ders jê wergirtibe û ji ber wê çendê bi tedbîr tevbigere tê gotin.
Kenoka “Aqilê xwe ji dûvê rep girtiye.”
Tê gotin ku rojekê şêr, gur û rovî hersê bi hev re çûne nêçîrê. Di vê nêçîrê de ji xwe re xezalek, kêrvûşkek û kerek girtin. Paşê şêr berê xwe da gur û got:
“Mamê gur, ka ji kerema xwe re van heywanên ku me
ji xwe re girtine li me lêk veke. Da em bizanibin ka li behra me çi dikeve.”
Gur:
“Çi ji vê hêsanîtir nîne ezbenî.”
Şêr:
“Çawa!”
Gur:
“Ker ji bo te, xezal bo min û bila kêrvûşik jî ji ji rovî re be, eve çû qediya.”
Çawa gur ev gotina hanê kir, dinya di çavê şêr de tarî bû. Hema pençeya xwe rakir û li serê gur danî. Gur di gava xwe de canê xwe da û dûvê wî rep bû.
Piştre şêr berê xwe da rovî û got:
“Mamê rovî, ka tu li me lêkve bike, gur nezanîbû çêke.”
Rovî got:
“Ezbenî ev gelek hêsanî ye. Ker taştêya te ye, xezal şîva te ye, kêrvûşik jî ji xwe tê xwe ber re pê mijûl bikî.”
Şêr got:
“Welleh tu gelek aqil î, gelo te ev aqil ji kû girtiye?”
Rovî got:
“Ezbenî min ev aqil ji dûvê rep girtiye.”

 

Abdulkadir Bingol

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply