Antolojiya Çîrokên Kurdî

Li Swêdê bi kurdî û li Stenbolê bi tirkî ”Antolojiya Çîrokên Kurdî” hatin weşandin. Helbet herdu antolojî newekhev in. Ya kurdî du cîld in û gelek berfireh e. Ya tirkî cîldek e û têde 43 nivîskarên kurd û çîrokên wan hene. Bala min kişand, di nav nivîskarên kurd yên bakurê Kurdistanê de tenê yek nivîskareka jin – Yildiz Çakar – heye. Ji başurê Kurdistanê yek –Serferaz Neqşebendî- û ji kurdên Kafkasyayê jî yek -Sîma Semend- jineka nivîskar heye.

Antolojiya Çîrokên Kurdî ya bi kurdî ji alî Firat Cewerî ve hatibû berhevkirin û ji bo danasîna wê gelek nivîsên danasînê û nirxandinê hatin weşandin. Lewre jî ez ê behsa wê nekim, ez ê behsa Antolojiya Çîrokên Kurdî ya bi tirkî bikim. Antolojiya Çîrokên Kurdî ya bi tirkî ji alî Hasan Kaya ve hatiye berhevkirin û amadekirin. Hasan Kaya karekî baş kiriye ku 43 nivîskarên kurd bi xwendevanên tirk daye nasandinê û kurteçîrokên wan pêşkêşê xwendevanên tirk û yên tirkîzanin kiriye.

Di berhevkirin û amadekirina Antolojiya Çîrokên Kurdî ya bi tirkî de kar û xebata ku Hasan Kaya pêkaniye, xebateke giranbiha ye, bi qîmet e. Wî bi şêweyeke zanistî çîrokên kurdî şîrove kiriye, kurtejiyana nivîskarên kurd bi tirkî nivîsiye û kurteçîrokên kurdî wergerandiye tirkî. Ew li ser dîroka kurteçîroka kurdî ya nivîskî û rewşa çîroka kurdî ya nûjen jî sekiniye û bi berfirehî xwendevanan agahdar kiriye.

Antolojî ji bo nivîsîna dîroka edebiyatê çavkaniyên berbiçav in. Lêkolînvan û dîrokzanên ku dîroka edebiyatê dinivîsin, ji antolojiyan gelek siûd werdigrin, ji wan feyde dibînin. Antolojî helbijartina hinek çîrok û helbestan e.

Anku guldesteyeke ji çîrok, helbest û perçeromanan pêk tê. Xebatên lêkolînî û berhevkarî yên li ser çand, ziman û edebiyata kurdî ber bi başiyê, firehiyê û dewlemendiyê ve diçe. Niha hem bi kurdî û hem bi tirkî Antolojiya Çîrokên Kurdî derketin. Birêz Selîm Temo jî ji bo berhevkirin û amadekirina antolojiya helbestên kurdîxebitî û pirtûkek hêja weşand.

Hasan Kaya di ”Antolojiya Çîrokên Kurdî” de kurteçîrokên nivîskarên kurd yên ji herçar perçeyên Kurdistanê û yên kurdên Kafkasyayê wergerandiye tirkî. Nivîskarên kurd yên ji bakurê Kurdistanê ku çîrokên wan di nav antolojiyê de hatine weşandin ev in: Celadet Elî Bedirxan, Cemil Oguz, Çiya Mazî, Deniz Gunduz, Enwer Karahan, Felat Dilgeş, Fewzî Bîlge, Firat Cewerî, Hasan Kaya, Hesenê Metê, H. Kovan Baqî, Kamuran Bedir-Xan, Lokman Polat, M. Alî K., Mustafa Acar, Rahmetullah Karakaya, Recep Dildar, Ridvan Karaaslan, Ronî War, Roşan Lezgîn, Sedat Yurttaş, Sîdar Jîr, Suut Kiliç, Torî, Yaqob Tilêrmenî û Yildiz Çakar.

Berhevkar Hasan Kaya û weşanên ”Evrensel”ê bi weşandina pirtûka ”Antolojiya Çîrokên Kurdî” hinek nivîskarên kurd û beşeke edebiyata kurdî bi xwendevanên tirk û tirkîzanin dan danasînê. Ji hêla min ve balkêşiya pirtûka ”Antolojiya Çîrokên Kurdî” ya bi tirkî yek jê ev e ku; Antolojî ji alî weşanxaneyeke tirkan ve hatiye weşandin. Ez Hasan Kaya û weşanên ”Evrensel”ê pîroz dikim ku vê xizmetê pêk anîn.

Ez hêvîdarim ku di demeke nêzîk de ”Antolojiya Helbestên Kurdî” û ”Antolojiya Romanên Kurdî” jî hem bi kurdî û hem jî bi tirkî derkevin.

Lokman Polat

www.candname.com

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *