Dibe ku ev bûn bîst û heft, bîst û heşt sal ku min Ûstad nedîtiye. Ji bo yî dîtina wî û ji bo temaşekirina rûyê wî yê bimbarik herçiqas min dixwast ku her tim biçûbûma seredana wî, lê ji ber ku ez mijûl bûm min dem nedidît. Lê belê ji ber ku ew di dilan de dijî, bi manewî em bi hev re bûn. Ma eva hanê wê iştiyaqa ku di dilê mirov de ye, heyanî dereke tetmîn nake? Gava min ew dît û me hev û din hembêz kir, ew zewqa rûyê wî yê nûranî da nîşankirin ka hesreta maddî jî çi qeder gelek e.
Hevnasîna min û Ûstad ji çil salî derbas bû. Di wan deman de hema her roj dihate îdarexaneyê û me di gel wî û Akîf, Neîm, Ferîd û Îzmîrî ve bi dirêjayiya saetan sohbetên xweş pêk dianîn. Ûstad bi wî zarê xwe yê taybetmendî ji meseleyên bilind ên îlmî diaxivî, ew mêrxasî û gernasiya ku di axaftina wî de bû em dixistin nav coş û xiroşê. Jîrîyeke zikmakî ya xarîqulade, mewhîbeyeke Xwedayî bû. Di meseleyên herî zor de hêz û meznahiya jîriya wî xwe nîşan dida. Mejiyê ku tim dixebitî û difikirî. Bi neqilan ve pir mijûl nedibû. Rêberê wî Qur’an bi tenê bû. Çavkaniya hemû feyz û zekayê bû. Hemû ew çirûsk rasterast ji vê çavkaniyê diçirûsîn. Bi qasî muctehidekî, bi qasî îmamekî xwediyê rayê bû. Dilê wî biqasî sehabîyekî tejî îman bû. Di giyana wî de mêrxasiya Umer hebû. Ew mu’minekî wisa bû ku di vî Esrê Bîstemîn de Esrê Seadetê di nefsa xwe de dijiya. Hemû armanca wî îman û Qur’an.
Esasa “Tewhîd”ê û “Baweriya bi Xwedê” ku esasa Îslamê ye, prensîba herî mezin a wî û Rîsaleê Nûrê ye. Heke ew di Esra Seadetê de, di dema pêşî a damezrana Îslamê de bûya, Cenabê Pêxember wê peywira perçekirina senemên Ke’beyê dabûya wî. Ewqas ew dijminê pûtperestiyê bû!
Temeneke wî yê nêzî sedsalekê dirêj bi mucahedeyê û bi cihkirina heqîqetên Qur’an û îmanê a bo dilan de derbas bû. Temeneke ku bi fezîlet û mêraniyê derbas bû. Ew gernasê ku di meydanên şer de, li pêşiya mucahidan bû, şûr di destê wî de bû, tîk li ser piyan bû û êrîşê dijmin dikir. Ew qehremanê ku di dîlîyê de li hember fermandarê dijmin radiwestiya. Ew gernasê ku li ber sêpiya dardekirinê fermandarê dijmin dabûye fikirandin û anibûyê însafê.
Canfîdayekî wisa bû ku di oxira gel û welêt de bi qasî zerreyekê texsîra giyana xwe nedikir. Dijminê herî mezin ê ewaniyê û aloziyê bû. Ji bo berjewendiya gel tehemûla her cûr zordestî û îşkenceyê dikir. Yên tehdayî lê kirine nifrîn jî li wan nedikir. Ji wan kesên ku ew avêtine girtîgehê re bes selah û îman dixwest. Mirina di riya armancê de ji bo wî tiştekî besît bû.
Ew bixwe bi teyfikeke şorbe, bi piyaneke av, bi pariyeke nan tête xwedîkirin. Kincên wî gelek besît û xizanokî ne. Xirqeyek ji cawê pembû… Kincên xwe bêyî ku qirêj bigre ji xwe dikir û dida şûştin. Pir zêde hay ji paqijiyê dima. Pereyên kaxez nedistand û ne dixist berîka xwe. Li ser navê malhebûnê, di darê vê dinyayê de qet tiştekî wî nebûye. Ew ne ji bo xwe dijiya, ji bo yî civakê dijiya.
Qilafeta wî hûrik e, lê bi heybet e, bi xeşmet e. Çavên wî mîna tava birewneq roniyê dide. Nêrîna wî şahane ye. Ji hêla maddî ve di be ku ew merivê herî xîzan ê dinyayê ye, lê sultanê alema me’newiyatê ye.
Elemên heştê qusîr salan nekaribû li ser rûyê wiya qermiçîyekê çêbikira, bes pora wî sipî kir. Rengê wî pembe-sipî ye. Riha wî tune. Mîna xortekî zînde ye. Helîm, selîm e, lê çaxê bête xiroşê helwesteke şêrane digre. Li ser çokên xwe rûdine û mîna şehînşahekî diaxive.
Tişta ku herî jê hez neke siyaset e. Ev serê sih û pênç salan e ku yek rojname jî ne xistiye destê xwe. Bi kar û barên dinyayê re pêwendiya xwe qut kiriye. Piştî nimêja êvarê heyanî çaxa nîvroya roja din tu kesan nastîne ba xwe, bi îbadetê ve mijûl e. Hindik diraze. Bi tundî men’a xwandekarên xwe jî ji siyasetê dike.
Xwandekarên wî yên li her aliyên welêt ku jimara wan 600 hezar, belkî milyonek in zariyên herî bifazîlet ên welêt in. Suxteyên wî yên ku di fakûlteyên cûr bi cûr ên zanîngehan de ilmên pozîtîf tehsîl dikin gelek in, bi sedan in, bi hezaran in. Her xwandekarê nûrê teqez herî zîrek û herî bi fazîletê sinifa xwe ne. Di nav wan xwandekarên Rîsaleê Nûrê ku li her aliyê welêt de jimara wan bi sedhezaran in de yên ku libateke, yan jî bûyereke asayişê îxlal kiribe nîne. Her xwandekarekî Nûrê parêzvanekî xwezayî yê nîzam û întîzama hikûmetê ye; pasvanê me’newî yê asayişê ye.
Min jê pirsîyar kir ka ji gera xwe ya Stenbolê êşiyaye an na, got:
“- Tişta ku min diêşîne, bi tenê ew xetereyên ku Îslam dûçarê wê bûne ne. Berê, xetere ji derve dihatin; ji ber wê çendê li berê rabûn/desthilanîn asan bû. Niha xetere ji hundirû tê. Kurm ketiya nava laş. Niha desthilanîn zor bûye… lewra pêjna dijmin nake.
Dijminê xwe yê herî mezin ê ku rayê stûyê wî qut dike û xuna wî vedixwe dost zen dike. Çavê civakê yê besîretê halo kor bûbe, keleha îmanê di xetereyê de ye. Vaye êşa min, yekane êşa min ev e. Nexwe, ew zehmet û meşeqqetên ku ez dûçarî wan bûme.. dema min a ku ez wan bihizrînim jî nine. Xwezîya ez hezar qatî dûçari wan meşeqqetan bihatibama, lê pêşeroja keleha îmanê di selametê de bûya!
-Ma bi sedhezaran xwandekarên we yê bi îman ji pêşerojê re hêvî û tesellîyê nadite we ?
-Erê, ez bitemamî ne bêhêvî me.
………………………………
Dinya qeyraneke mezin a me’newî derbas dike. Nexweşînek, webayek, taûnek ji nav civaka Rojavaya ku hîmê wê yê me’newî hejayî derketiye. Kareseta wê nexweşînê her ku diçe li ser rûyê erdê belav dibe. Cîhana Îslamê dê bi kîjan çareyê li hemberî vê nexweşîna perokî ya felaket raweste? Gelo wê bi formûlên Rojavayê ên batil ên rizî û genî bûyî û xera bûyî li hember raweste? An jî wê bi esasên îmanê ên ter û taze ên civaka Îslamê? Ez dibînim ku merivdewlet di nav xefletê de ne. Stûna rizî a kufrê keleha îmanê ranagire. Loma min karê/mesaiya xwe li ser îmanê tenê kom kiriye.
Rîsaleên Nûrê fêm nakin. An jî naxwazin fêm bikin. Ew min melekî medreseyê yê noqîyê felsefeya sqolastîk bûyî zen dikin. Ez bi hemû îlmên musbet û fen û felsefeya vê sedsalê ve mijûl bûm. Min di vê mijarê de meseleyên herî kûr çareser kir. Hetta min di vê mijarê de hin pirtûk jî nivîsandin. Lê belê ez wan lîstikên mantiqê nizanim. Ez guhdariya dekbaziyên felsefeyê jî nakim. Ez jiyana hundirîn a civakê û heyîna wê ya manewî û wicdan û îmana wê vedibêjim. Bes ez li ser hîmê tewhîd û îmanê a ku Qur’anê damezrandiye dixebitim.. ku stûna bingehîn a civaka Îslamê ev e. Roja ev bidehibe êdî civak nîne.
Ji min re halo dibêjin: “Çima tu dev diavêjî filan û bêhvanan?” Min hay jê nîne. Di pêşberê min de agirekî felaket heye. Pêhta wê gehîştiye ezmanan. Di nav wî agirî de zarokên min dişewitin. Îmana min dişewite. Ez dibezim ku wî agirî vemirînim û zarokên xwe rizgar kim. Di rê de yekî xwastiye ku ji min re astengiyê derxîne û lingê min lêketiye. Çi girîngiya vê heye? Di pêşberê vê şevata mezin de ev bûyera biçûk ma qîmetekê îfade dike? Ax yên ramanê wana tengû yên kurtebîn
Qey ew zen dikin ku ez merivekî xwedbîn im û ez hizra rizgarkirina nefsa xwe tenê dikim? Min di riya rizgarkirina îmana civakê de dinyaya xwe jî feda kiriye, axreta xwe jî… Ez di heştê û qusîr sal temenê xwe de li ser navê tama dinyayê tiştekê nizanim. Temenê min hemû di qadên şer de, di girtîgehên esaretê de, an jî di girtîgeh û dadgehên welêt de derbas bû. Cefaya ku min nekişandîbe û kul û derdên ku min nedîtibe nebûne. Di dadgehên leşkerî de muameleya mîna mêrkujan bi min hate kirin. Mîna yekî serserî ez ji vê deverê sergomî devereke din hatim kirin. Çend caran ez hatim jehredarkirin. Ez dûçarî heqaretên cur bi cur bûm. Hin caran dibû ku min hezar qatî ji jiyanê bêtir mirin xwastibe. Heke dînê min men’a min ji xwekuştinê/întîxarê nekiriba, belku îro Seîd di bin axê de rizî bibûya, çûbûya.
Ez ji zikmakî tehemmûla zillet û heqaretê nakim. İzzet û şehameta Îslamî bi tundî men’a min ji vê rewşê dike. Gava ez têkevim rewşeke halo de, di hemberî min de kî be bila be; welew cebbarekî zordest be, an jî fermandarekî dijmin ê xunxwar be ez tezellûlê nakim. Ez zordarî û xunxariya wî li devê wî dixim. Ew ê min bixe girtîgehê, an jî wê min bibe sêpiya îdamê… qet ne girîng e. –Çawa ku wisa çêbû jî- Min evne hemû dîtin. Heke dil û vicdana wî fermandarê xunxar çend deqîqeyên din zordarî ragirtiba, Seîd îro hatibû dardekirin û ketibû nav refên bêsûcan .
Vaye, jiyana min hemû halo bi zehmet û meşeqqetê û bi karesat û teşqeleyê derbas bû. Min di riya selamet, bexteyarî û îmana civakê de nefsa xwe û dinyaya xwe feda kiriye. Min fihêl kiriye. Ez nifrîna jî li wan nakim. Lewra, bi saya wê çendê Rîsaleê Nûr qet nebe bûye sedema rizgarkirina îmana çend sedhezaran, an jî çend mîlyonan –ez hejmara wan jî nizanim, wisa dibêjin. Dozgerê Afyonê gotibû pênçsedhezar in. Dibe ku zêdetir bin.- Bi mirina xwe min dê xwe tenê rizgar kiriba. Lê bi nemirina xwe û bi tehemmûla zehmet û meşeqqetan min xizmeta rizgarkirina ev qas îman kir. Ji Xwedê re bi hezar caran hemd be.
Pişt re min di riya selameta îmana civakê de axreta xwe jî feda kiriye. Di çavê min de ne dilketina Biheştê heye, ne jî tirsa Dozexê. Li ser navê civakê, li ser navê bîst û pênç mîlyon civakê de ne ku Seîdekî bi tenê, bila hezar Seîd gorî bibin. Heke Qur’ana me li ser rûyê erdê bê cemaet bimîne, ez bihiştê jî naxwazim, wê ew der jî li min bibe zîndan. Heke ez îmana gelê xwe di selametê de bibînim, ez qayil im ku di nav pêhtên dozexê de bişewitim. Lewra gava laşê min bişewite wê dilê min bibe gul û gulistan.”
Hezret coşîbû. Mîna çiyayê agirîn law diavêtin. Mîna firtoneyekê pêl li deryaya dilan dixist. Mîna şîpkê bi zemzemên mirêsdar/ bixeşmet li cihên herî kûr ên giyanê diket. Gelek hatibû heyecanê. Mîna xetîbê ku li ser kursiyê gel, coşî didomand û nedixwast ku axaftina wî bihatiba qutkirin. Min zanibû ku westiyaye. Min got ez vê mijara bi heyecan biguherênim. Mi jê pirsî :
-Hûn di dadgehê de eciz bûyîn?
“………………………………………….
Ma di zagûnan de maddeyek heye ku di xwendina dînî de alîgirtina parastina jin û xwîşkên me ya iffet û şerefê a di çerçeweya terbîyeya Îslamê sûç bihesibêne? Ezê te’bîrên wekî “heqîqeta ku dikeve ser dilê mirov” jî û me’neya delîlnîşandana armanca temîna nifûza şexsî jî ji doçentên ku bi vî ilmî ve û bi huqûqê ve mijûl in bipirsim.
Hevdîtina min û Ûstad qederekê dirêj bibû. Gava min destûr jê xwest û ez ji cem wî veqetiyam bubû dereng.
1952 | Eşref Edîp
Wergêr: Abdulkadir Bingöl

FERHENGOK
Alozî: karışıklık
Ararat:Ağrı Dağı
Berjewendî: menfaat
Bîstemîn: yirminci
Civak: toplum
Curbicur: çeşitli
Çareser: çözüm
Çavkanî: Kaynak
Çavsor: azılı
Derdor: çevre
Dardekirin: idam
Dehibîn: sarsılmak
Dever: bölge
Dîlbûnî: esaret
Dozger: savcı
Dubare: tekrar
Ewanî: fesad
Êrîş: saldırı
Gewre: büyük
Girse: kitle
Girtîgeh: hapishane
Giyan: ruh
Helwest: tavır
Hembêz: kucaklama
Herî: ençok
Hêz: kuvvet
Hişmend: şuurlu
Hîm: esas
Hundir: iç
Jehrkuj: panzehir
Jêder: kaynak
Jîrî: zeka
Komele: dernek
Libat: hareket
Mijar: konu
Mişext: sürgün
Nifş: nesil
Niştîmanperwer: vatansever
Parêzname: savunma
Paswan: bekçi
Paşwerû: gerici
Pêwîst: lazım
Perokî: bulaşıcı
Perwerdeyi: eğitim
Pêşeroj: gelecek
Pirtûk: kitab
Rawestan: durmak
Rewşenbîr: aydın
Rêxistin: teşkilat
Rêzeçiya: sıradağ
Rojname: qezete
Sazûman: rejim
Sewdaserbûn: sevdalanmak
Sêpê: idam sehpası
Şoreş: inkılap
Qedexekirin: yasaklama
Qeyran: kriz
Xetere: tehlike
Temen: ömür
Teyfik: tabak
Ti: susamış
Zanîngeh: üniversite
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…