Hewldana çêkirina nerîteke modern di romanên Mehmed Uzunî da

Di romannivîsiya Mehmed Uzun de ez ê li ser hewldana nêrîna modern rawestim.
Moderniya wî bi xwe pratîk e, kevneşopî ye. Lê hewldana wî ya bixwe jî afirandina kevneşopiyê ye.
Di miletê Kurd de ku bûye parçe parçe, ev yek ji bo min halekî girîng e.
Di destpêka salên 1920an de, bi taybetî piştî Meşrûtiyeta Duyem û paşê di kovara Jinê de, ji rêxistina çanda Kurdî heta nêrîna “Kurd bûn”, ji nivîsandinê heta siyasetê, di nivîsîna dîroka Kurdan de hewl dida.
Lê bi taybetî Kurdên bakur, di damezrandina Komara Tirkiyeyê de ji van hewldanan şikestineke mezin xwar. Dar beyeke mezin xwar.
Û ji 1923an heta salên 1980î, ji bo me yên bakur ev hewldan rawestiya.
Di vê rawestandinê de bêguman civaka Kurdî ji hev qut bû. Her parçe ji hev bêhaber, ji bo nêrîna modern hewl dida, di wêjeyê de, di ziman de biafirîne. Lê li Tirkiyeyê ev firsend tune bû.
Ji ber vê yekê Mehmed Uzun wekî Kurdekî bakur rûyê xwe ber bi rojava ve zivirand. Bi taybetî li Swêdê jiya. Ev firsend heta demekê kişand.
Em ji bo zimanê edebî çi bikin, çawa ava bikin, em çi dizanin?
Kurdên bakur dizanibûn ku ziman qedexe ye, nêrîn kurt kirine, di vê rewşê de ne xwendevan heye, ne rojname, ne kovar.
Tu çawa dikarî wêjeya xwe ya çandî bi awayekî berbiçav nîşan bidî? Hem divê xwe perwerde bike, hem jî gel perwerde bike.
Em ji hevpeyvînên Mehmed Uzun dizanin, “Dema ez diçûm civînên nivîskarên li Swêdê, gelek caran ji min dipirsîn: ‘Gelo we wêjeyeke modern heye?’”
Bersiva vê pirsê ji bo ronakbîrekî tiştekî giran e.
Ez bawer im ew pirs bû sedem ku Mehmed Uzun berî nivîsîna romanên xwe lêkolîn bike. Di romanên wî de mirov dibîne ku demekî amadekarî û xebatê heye. Li ser mijarê xebitîye, materyalê xwe berhev kiriye, paşê li ser romanê xebitîye.
Ez ê bala we bikişînim ser du berhemên wî: Destpêka Wêjeya Kurdî û Antolojiya Wêjeya Kurdî.
Di van her du hewldanan de Mehmed Uzun dixwaze bigihîje wêjeya modern a Kurdî û ya berî wê. Ev tiştekî pir girîng e. Çima? Ji ber ku ew ê xwediyê vê çavkaniyê derkeve û jê sûd werbigire.
Yanî tu di dibistanê de perwerde nebûyî, tenê zimanê kolanan dizanî. Di wî zimanî de tiştekî edebî hebe jî te nebihîstiye. Ev hewcedarî dibe sedem.
Mehmed Uzun bi nêrîna xwe dixwaze nivîskaran bişîne.
Li vir çend çavkanî hene ku ez dibînim. Yek jê folklor e. Li ser folklora edebî gelek axivîn. Folklor ji çend aliyan ve girîng e.
Modernîstên cîhanê jî di bin bandora çanda Latînî de, ji bo nêrîna romanên klasîk hewl didin xelas bikin. Yekane rêya derxistina orîjînaliya çanda xwe ew e ku folklora di destê wan de heye.
Ev teorî bi taybetî romantîkên Alman derxistin holê. Ji bo xelasbûna ji bin siya Latînî û Fransî, dibêjin: “Di destê me de ziman û wêjeya gel heye.” Em çavkaniya xwe hem modern bikin, hem jî bi cihê xwe, bi ferqa xwe li dora miletên din bi şanazî bigerin. Ji ber vê yekê dixwazin vê ferqê bikin.
Li gorî min Mehmed Uzun ji vî alî ve lê dinêre. Di “Destpêka Wêjeya Kurdî” de dibêje: “Bi Îslamiyetê re her tiştê li ser miletê hate sifirkirin.” Lê wisa dibêje: “Berî Îslamiyetê şopa wê çandê di folklora Kurdî de heye.”
Ev ne tenê nêrîna Mehmed Uzun e. Modernîstên cîhanê jî bi vî awayî difikirin. Ji bo orîjînaliya xwe hewl didin. Berî Îslamiyetê, Xiristiyaniyê û olên din jî em hebûn û divê em vê derxin holê.
Ji ber vê yekê yekemîn rûyê xwe ber bi folklorê ve dizivire.
Ya duyemîn, dema dixwaze li ser vî zimanî nivîskarî bike, lê dinêre ku çavkaniyê ji ku bigire. Hinek ji wan çîrokbêj, stranbêj, destanbêj, dengbêj in.
Ev di nivîskariya modern de wekî girêdaneke balkêş cih digirin. Di pirtûka Mirina Rindê Kal de ev hewldan nîşan dide. Di Evdalê Zeynikê, Di Banga Dîcleyê de qehremanên sereke ev kes in.
Di sê romanan de ya herî balkêş ev e ku nivîskar zimanê modern li gorî dengbêj û çîrokbêjan ava kiriye. Û awayê nivîsandinê yê ku wî girîng dîtiye. Di van her sê romanan de sadebûn heye: Mirina Rindê Kal, Evdalê Zeynikê û Dengbêj Bîro vê yekê vedibêjin.
Di romana Mehmed Uzun de peyvên Kurdî xweş kirin, ji kevnariyê tê, wî ew al bayraq wekî mîrat wergirtiye.
Ziman estetîzekirin, ji bo geleke di bin asîmîlasyonê de, rastiyekî bi prestîj e.
Dema em diçûn dibistanên fermî, dihişta me, mamoste bi zimanekî modern û xweş diaxivî. Ew mamostetiya bi prestîj, doktorî, dadwerî çi dibe bila bibe, prestîj dida ziman jî.
Lê Kurdiya me li kolanan feqîr, belengaz diaxivîn, di hişê zarokan de ji bo paşerojeke baş divê berê xwe bidin zimanê din dihate fikirîn.
Zimanekî ku li ser hatiye xebitandin, pirtûk hatiye nivîsandin, bername hatiye çêkirin… Niha li bazarê tiştekî erzan nabîne, wêje roleke bilind digire.
Mehmed Uzun jî gelek caran vê yekê dibêje: bedewiya peyvên Kurdî, estetîka wan. Bila ciwanên me daxwaza wî bi cih bînin. Helbest, roman bixwînin. Bi wî hestî wê demê em ê wêjeya vî zimanî bilind bikin.
Ez dixwazim balê bikişînim ser tiştekî din.
Dîsa di van her sê karakterên Mehmed Uzun de, bi mijara hunera serbixwe di wêjeyê de nîqaş dike. Berhema herî baş Dengbêj Bîro li ser vê mijarê rawestiyaye.
Cîhana modern cîhana kesayetî ye. Êdî ew kes ji civata xwe, ji eşîra xwe qut dibe û dikare bi serê xwe bijî. Modernîte bi rastî bi kesayetiyê ve girêdayî ye.
Heger tu dixwazî ji bo nivîskariyê metodeke taybet derxî, divê bi kesayetî li hemû cîhanê bigerî. Dema tu li mijareke dinêrî, ne tenê ji eşîra xwe, partiya xwe, îdeolojiya xwe, hunermend dikare bi kesayetî îmzeya xwe lêxe.
Dîsa li gorî wî, zarokê wî piraniya caran mîrê Cizîra Botan e. Li wir perwerde dibe. Dibêje: “Hestên min ji bo Bedirxan Beg di navbera hêrs û evînê de diçûn û dihatin.” Ew dengbêjên mîr û begên nexwest, dixwest yên gel bin.
Ev fikir ji ku tê? Tam ji wir, di patronaja devkî û derdorê de biryar dide, tiştekî din nake. Hunermendê angaje gelek tiştî bibêje jî, gelek tiştî vedişêre. Hatta ew jî li cihekî dibêje: “Dema tiştekî nebêje, pir balê dikişand.” Ew tiştê nehatibe gotin, ji aliyê patronajê ve ne baş dihat dîtin.
Ji bo miletê bêpatronaj, bêxwedî, divê dengekî azad hebe ku bixebite. Ji bo feqîrên civakê, ji bo yên kêmderfet, bibe deng. Karakterên bi vî rengî derdixe pêş.
Di nivîskariya modern de gelek tişt derdixe pêş. Heger wextê me hebûya, ez ê yek bi yek behs bikira lê wextê me tune.
Di modernîteyê de girêdana folklor û wêjeyê, karakterên diaxivin ji bo min bi taybetî çi hest dide.
Çawa? Di Mirina Rindê Kal de tu jê re destan, çîrok vedibêjî. Di romana Mirina Rindê Kal de Serdar Azad sê caran li wêderê bi Rindê Kal yê pîr re diaxive.
Rindê Kal kî ye? Karakterekî ji sedsalekê berî niha temsîl dike. Ji malbateke aristokrat a Amedê ye, ji wê malbatê pirtûkxaneyek jê re maye. Pir balkêş e. Kovar, pirtûk, wêneyên malbatê û wêneyên li ser çanda Kurdî, bîr jê re maye.
Rindê Kal li wir namîne. Diçe Istanbulê, diçe Qahîreyê. Ev her du cih paytextên wêjeya me ya modern in. Rojnama Kurdistanê li Qahîreyê derdikeve. Komeleyên me li Istanbulê û Bexdayê vedibin.
Paşê ji bo nîşandana ronakbîr û hunermend, Rindê Kal dişîne Yewnanistanê. Li wir Yewnaniya Kevnar hîn dibe. Ji wir jî diçe Venedîkê, Latînî hîn dibe. Bi vî awayî 45 salên xwe tije dike.
Di Şerên Cîhanê yê Yekem û Duyem de wekî mirov bêçare dimîne. Ji cîhana modern nefret dike. Rûyê xwe dide gundekî li wêderê, li wir kor dibe. Piştî wê nivîsandina Rindê Kal kêm dibe. Rûyê xwe dide gotinan. Peyvên Kurdî, çîrokên Kurdî, destan û stranên Kurdî dibin bîra wî.
Niha Serdar Azad pê re rû bi rû tê. Rindê Kal ji her du cîhanan – ji modernîteyê û ji wêjeya devkî ya gel – agahdar e. Ji bo Serdar Azad dibe mamosteyekî baş û wî perwerde dike.
Tam dibêje: “Min roman nivîsand. Bi vî awayî bi mirovên vê derê re peyivîm.”
Di epîgrafa vê romanê de Rindê Kal kî ye? Cigerxwîn e, Osman Sebrî ye, Mele Hesen e û gelek kesên din… Yanî forma wan di Rindê Kal de derxistiye holê.
Cigerxwînê me hem çanda dengbêjiyê wergirtiye, hem klasîkên medreseyan, hem jî modernîteyê. Bi vî awayî ji ustadê xwe wergirtiye.
Yek tiştê din jî ez ê bibêjim û qala xwe biqurtînim.
Ji bo min ji bo destpêka modernîteyê tarekeke dîrokî lazim e, ji aliyê siyasî û çandî ve. Ev jî ji bo Mehmed Uzun Mîrnişîniya Botan e.
Mehmed Uzun di bin bandora malbata Bedirxan Beg de maye. Berî hewldana siyasî ya Bedirxan Beg, dixwest di nav mîrên Kurd de siyaseta modern pêş bixe. Lê mîrên din girîngî nedidan vê.
Celadet, Kamûran, Sûreyya Bedirxan wekî Bedirxaniyan nîşan dide.
Di Banga Dîcleyê de Mehmed Uzun zoom dike ser Bedirxaniyan, wan îdealîze dike.
Dengbêj Bîro derdixe pêş, Êzidî ye. Heta berî çend salan li ba wan xwendin haram bû. Bîro li Medresa Sor perwerde dibe. Di pirtûkxaneya Mam Sefa de pirtûkên rojavayî dixwîne.
Pêşengên çanda Kurd malbata Bedirxan in, nîşaneyê ji wan wergirtiye.
Di Kaniya Qederê de qehremanê sereke Celadet Bedirxan e. Çima li ser vê rawestiyaye? Ji ber ku ew ustadê wêjeya modern e.
Di Kaniya Qederê de karakterê Celadet Bedirxan di sê cîhanan de dest bi romana modern dike: cîhana qederê, cîhana ronakbîr û cîhana hunerê.
Qederê hişt ku Celadet Bedirxan ew roman nivîsî nekarî. Dibêje: “Te nikarî binivîsî, ez ê li şûna te binivîsim.”
Di her du cîhanan de ev diyalog heye.
Mehmed Uzun di berhemên xwe de nêrîneke modern diafirîne. Hêza ku wêjeya wî ji ya din cuda dike ev e.
Yanî ked heye, fedakarî heye. Romanên wî ne li ser maseyê hatine nivîsandin. Hevpeyvîn, geşt, lêkolînên dirêj hene.
Ji ber vê yekê em îro qala wî dikin. Bi vê nêrîna li wêjeya belavbûyî, gihîşte nifşê nû.
Nifşê nû jî vê kedê bi qîmet dibîne û bi hurmet bi bîr tîne.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Şanoyeke Zarokan I ‘Amûrên dijîtal û bandora wan’

Dîmen: Odeya Berzan û Rojê, bi nivînan, maseyek ku li ser komputer û tabletek heye, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *