Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li erdnîgariya mîrnişîniya Erdelanê gelekî pêş ketiye. Nûnerên vê edebiyatê, di helbestên xwe de zêdetir devoka Hewramî bi kar anîne.
Hin helbestvanên girîng ên ku bi Kurdiya Goranî nivîsandine ev in: 1. Mela Perîşan (1356-1421) 2. El Begê Caf (1492-1553) 3. Bêsaranî (1643-1701) 4. Elmas Xanê Kendoleyî (1702-1776) 5. Xanay Qubadî (1704-1778) 6. Welî Dîwane (1745-1801) 7. Mewlewî (1806-1882) 8. Rencûrî (1750-1809) 22 9. Mestûre Mahşeref Xanima Kurdistanî 10. Mewlana Xalidê Şarezorî
Ji van helbestvanan ê herî kevin Mela Perîşan e. Mela Perîşan helbestvanê sedsala XVIem e. Edebiyata Goranî ya klasîk herî zêde di sedsala XVIIIem de pêş ketiye. Di vê sedsalê de kesên wekî Rencûrî, Welî Dîwane û Mewlewî dîwan nivîsandine.
Xanay Qubadî jî bi “Xusrew û Şêrîn” û “Leyla û Mecnûn”a xwe mohra xwe li vê sedsalê xistiye.
Edebiyat: DIYALOGÊN YARSANÊ YÊN GORANÎ
Derheqê çavkaniya vê baweriyê de sê nêrîn hene. Li gorî nêrîna yekem Yarsanî ji “xulatê Şî’e” ne. Li gorî vê Yarsanî berê ji Şî’iyan bûn, lê piştre di hinek prensîbên Şî’îtiyê de zêdegavî kirine û ji çarçoveya Şî’îtiyê derketine, lewma jî ji wan re bi wateya “zêdegavên di prensîbên Şî’îtiyê de” “xulatê Şî’e” hatiye gotin.
Li gorî nêrîna duyem, Yarsanîtî baweriyeke dînî ya têkel e ku ji unsurên dînî yên berî Îslamê û piştî Îslamê pêkhatiye. Li gorî nêrîna sêyem jî Yarsanîtî dînekî serbixwe ye.
Li gorî Me’rûf Xeznedar, di warê tarîxa baweriya Yarsanê de xebata Nî’metullahê Mukrî ya bi navê “Şahnameyê Heqîqet” xebateke zehf girîng e.
Ji ber ku Kurdiya Goranî zimanê dînî yê Yarsaniyan e û wan bîr û bawerî û felse- feya dînê xwe bi helbestê anîne zimên, ev helbestên vê baweriyê dibin mijara ede- biyata Kurdiya Goranî.
(Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk)