Em, ji gundekê Bohtan diçûna Sêrtê. Dema me ava boş û pêlên erjeng dîtin, me xwest ku em qasekî meyze bikin. Bi rastî jî temaşekirina pêlên avê zehf xweşe. Me erebeya xwe li ber binê Kevera Mendî sekinand û em çû ber keviya Ava Mezin. Me bêhnekî xweş, li pêlê avê nihêrî. Çem, weke hespekî fehl rabîbî û çar gavî û dibeziya. Carna jî bi hîrîna xwe ve radibiya ser lingên paşî!
Ava Mezin har bûbû! Dengê xuş xuş û xum xum a avê geliyê Bohta dihejand. Dinya germ bûbû lê taviyê biharê li pey hev dihatin. Berfa li çiyayên bilind, ji ber tav û barana biharê diheliya. Ava wê berfê diherikî û tevlî ava Çemê Bohta diboya. Av zehf boş bûbû, hema bêje gelî mişt bûbû! Pêlên avê, ji milekî ve li Kevera Mendî didan û li milê din ve li zinarê nizêr…
Em qasekî ber avê ve ervaz meşiyan. Birek zelam li ber keviya çem civiyabûn û qêr û helaketa wan diçû ber erş. Ewul me got qey, gazindan ji hev dikin. Ji bo em navcîtiyê bikin, em cem wan ve çûn. Lê paşê me fêhm kir ku ne şer, lê sohbet dikin. Ji ber dengê avê, dengê hev seh nedikir in. Ji ber wê jî axaftina wan bi qêr û helaket bû. Pênç-şeş kes bûn, diyar bû ku ji xwe re hatibûn geştê. Me silav da û silava me vedan. Hevalekî me kesek ji wan nas kir. Piştî hal û hewal pirsînê, me kar kir kû em herin, lê camêran nehiştin. Gotin: “heta hûn çayekî venexwin hûn ji cem me naçin!” bi mecbûrî em rûniştin.
Camêran semawerek yê bi darikan ava wê germ dibe tejî av kiribûn demdankek danîbûn ser devê wî û agir vêxistibûn. Bi rastî ne weke semawer, lê weke sobeyekî piçûk bû. Di lûleya wê re dû hildikêşiya û pêşiya wê ve jî deriyek hebû. Heke muslixa tenişta wê ve tinebûya, bi sed sondan min ê bigota “sobe ye”. Eynî weke sobeya serşokê bû.
Camêran ça rûkirin û ji me re jî her yekî iskanek dagirt in. Ew çî ye? badîn jî ji kaxizê ne! Mo ne rengê çayê dibîne û ne dema wê. Ez li şêkir digerim, lê nabînim. Min qurtek da çayê, lê tehl, weke zerêve. Nayê vexwarin! Ez birijînim şerme, ez nikarim vexwum jî, soxînê min hêdîka ji hevalê xwe pirs kir: “Kuro ev ça tehle, nayê vexwarin.” Hema bi rehetî got: “De tu jî şêkir bêxiyê.” “Ma ka şekir!?” Min dît ji qutiyokeke qertonî kaxizeke bilolok derxist û da dest min. Ji ber dengê avê, dengê me jî baş nayê sehkirin. Ji lew re em didin ber qêran. Vêca min jî navê ji bo şekir dengê min bê sehkirin. Min deng nekir û ez bi biloloka kaxizê dileyizim. Weke Kutilka Kêrxweryan bê qulf û bê mifteye. “Kuro tiştek nav kaxizêdeye!” soxinê min kaxiz qetan û min dît ku wê şekire nêv de. Lê li kû derê ev şekir têra min dike! Ne pirsgirêke, ez şêkir zanim. Min du bilolok din jî berdan nav çaya xwe de, lê vê carê kefçik tine! Ez ê çawa tey bidim? Min dît ku li ser rupelê rojnameya rayêxistî qevdikek çovên plastîkî hene. Hema min yek ji wan hilda û bi xef pê çaya xwe teyda û avêt nav wan keviran pişt xwe. Lê paşê min dît ku her kes bi wan çovan çaya xwe tey dide.
Qêr û qiyameta dengê wan, ser xum xuma Ava Mezin dikeve. Nav axaftina xwe re carna nav û carna jî nasnavê hev dibêjin. Bi keyf û coş, her kes çaya xwe vedixwe. Yekî got:
––Piceeeeh! Çaya ser êgir bê kelandin tama wê cudaye!
Yê din got:
––Raste lê ça ya qaçaxe, ji lew re xweşe.
––Na loo! çaya Tirka xweştir e.
––Kuro lawo! Hûn Batmanî ji vê çaya Tirkan çi fêhm dikin? De weleh weke ava darê ye. Dema ez têm Batmanê ez ji kula çayekî re dimirim. Ez dibêjim ka kengê ez ê bigihim Sêrtê û çayeke xweş vexum!? Dema ez ji erebê peya dibim, ewul ez diçim çayxanekî du sê badîn çaya xweş vedixum û paşê hişê min tê serê min.
Yek din got:
––Hevalno! Bi xwedê ev Batmanî an tama devê xwe nizanin û an jî me dixapîn in.
Her kesî li wî nihêrî û ber re dengek: “Çawa?” hat sehkirin û camêr domand:
––Çaya qaçax ya tê Kurdistanê hemî li Batmanê berhev dibê û ji Batmanê belav dibe û diçe wan bajarên din. Êêê! Madem çaya qaçax ji Batmanê belav dibe, nexwe çire ew vê çayê venaxwun? Tiştek bin vî îşî de heye! De ne an Batmanî tama devê xwe nizanin û an jî hîleyekê li me dikin!
Tiq tiqa kenê me li ser degê avê ket. Sedat got:
––Ev çay, pir xweşe. Hela yekî din jî tejî ke Misto!
––Te got “çay!”
Misto, çayê dadigire û ber re jî didomîne:
––Kuro Sedat! Min çend caran ji te re got ku Kurmancî de em dibêjin Ça.
Diyar ji alê din kir qêr:
––Kuro Misto, min çend caran ji te re negot em ne xwendekar û şagirtên te ne! Çi ça û çi çay ferq nake. Tu li tama wê binêre.
Mistê, badîna Sedat danî ber, dengê xwe hinek nermtir, lê girantir kir û berê xwe da Diyarî û got:
––Heval! Xulekekî guhê xwe bide min û da ez ji te re bibêjim. Belê hûn ne şagirtên min in. Hûn haval û hogirê min in. Lê ziman giringe, rihê netewan e. Heke vegotina ziman xera bibe dîwarê neteweyê hildiweşe. Her peyvek a zimên riknek yê dîwarê netewê ye. Ji ber wê jî geleke em zehf li ser zimên bisekin in. Vêca heke hûn destûr bidin ez ê çîroka çayê ji we re vebêj im.
––Welhasil te îro dîsa em hêsîr girtin! Lê ez dizanim, heta tu nebêjî tu me bernadî. De ka kerem bike.
––Ez ê kurt bibirim. Peyva “ÇA” yê ji zimanê Çînî tê. Li Bakurê Çînê dibêjin “ÇA” û li Başûrê wê dibêjin “TA”.
Şêxmûs niqoçkek da Diyar û bi dengeke bilind got:
––Belê Profesor!
Mistê, qet cidîyeta xwe xera nekir û qurtek da çayê. Lê wê navê re pirqêniyek li hemiyan ket ku dengê pêlên avê fetisandin û li tehtan olan da. Mistê bi awayeke cidî beşişi û domand:
––Vêca ça, ji başûrê Çînê rêya deryayê re, bi keştiyan gihaştiye Birîtanyayê anko Ingilîstanê. Ji ber wê jî Ingilîs û Ewropî jê re dibêjin “TEA”. Lê bi rêyek din, ji bakurê Çînê, bi rêya karwanan hatiye welatê me. ji ber wê jî, Afgan, Belûc, Kurd, Faris, û yên din, weke bakurê Çînê dibêjin “ÇA”. Heta ji ber ku zimanê Erebî de dengê “Ç” yê nîne, “Ş” danîne şûna wê û dibêjin “ŞA”. Pêve kirina tîpa “Y” yê, ji tewandina Kurdî tê û tîpa kelijandinê ye. Minak…
Lê Diyar nehişt minaka xwe bide û got:
––De bese looo! Te serê me bir! Ka çayê dagire.
Mistê badîna Diyar da ber mûslixa semawer û got:
––Eynen çawa te gotî, Ka çayê dagire. Ça(y)ê dagire…
Bi çepikan axaftina Mistê hat birîn. Yekî got “her bijî profesor!” û wî jî spasdariya xwe pêşkêş kir û destê xwe ji wan re hejand. Sohbeta van camêran, zehf xweşê me çûbû û em jî ranedibîn. Yekî nav wan de hebû û temenê xwe de, ji yên din mezintir xuya dikir û jê re digotin Mamoste. Wî camêrî got:
––Ça ji Çînê jî hatibe, ji Serendîbê jî hatibe, Îro bûye vexwurka me ya sereke. Weke vexwurka me ya neteweyî lê hatiye ji ber wê jî mesleyên çayê zehf in. Lêbelê divê ez kêmasiyek ya Mistê jî rast bikim. Ji ber ku di Erebî de tîpek bi tenê nayê xwendin, “ÇA” weke “ŞY” tê nivisandin û “ŞAY” tê xwendin.
Diyar got:
––Welê dixweye ku yê Îro mijara me ça be. Mamoste ka nexwe tu meseleya xwe ya çayê vebêje.
Mamoste bin simbêlên boz de beşişi û got:
––Bi weleh zehf mesleyên min yê çayê hene, lê yên ez ti çarî ji bîr nekim dido ne. Yek jê çiqas tê bîra min, ez li ber xwe dikevim û ya din jî çiqas tê bîra min ez pê dikenim.
Hemîyan bi hev re got.
––Ka vebêje mamoste!…
Mamoste, serê xwe da ber xwe û got:
––Wextê min li zanîngehê dixwend, ez li yûrdê dimam. Hevaleke min yê jûrê hebû, Xortek zanyar û serî tejî bû. Dema dest bi axaftine dikir, ti tişt nedidît û ti deng jî seh nedikir in. Li qentînê çayekî didin me, weke jehrê ye, lê mecbûrî ye. Êvarekî li qentînê, me pala xwe da dezgeh û ça xwest. Min pirsek ji Kubilay kir û wî rahiştê… badînên me yên çayê, li kêleka me, li ser dezgehin. Kubîlay diaxive û ez û Ferît şêkir têxim çaya wî û tev didin. Demekî re min dît ku êdî kefçik bi rehetî nazivire. Min li çayê nihêrî min dît ku ça tîr bûye. Hêca Kubîlay behsa feodalizm, kapîlazm felan dike. Min jê re got “Temam min fêhm kir, ka çaya xwe vexwe.” Qurtek, dido û badîn valekir û got: “Bi xwedê min emrê xwede hêca çayek evqas xweş venexwariye. Ka bila sê ça din jî ji mere bîne.” Ji kenan ez milekî de ketim Ferît milekî de.
Tirqênî bi me jî ketibû. Bi rastî mamoste xweşbêj bû ev serpêhatiya xwe gelek spehî vegotibû. Diyar got; “ya din çibû?” Mamoste, serê xwe da ber xwe û got:
––Ji beriya neh-deh salan hêca ez nû hatime Êlehê û ez ti kesî nas nakim. Ji sendikayê min çend kes nas kirine, lê navbera me de hevaletiyek welê kûr nîne. Rojekê em ji sendikayê derket in û qasekî meşiyan. Paşê hevalan gotin: “em herin li bexçeyê mala mamosteyan okeyê bileyizin.” Min got: “hûn herin.” Gotin: “Na. Tê jî werî!” em bi hev re çûn, li ser maseyekî rûniştin. Hevalên min dileyizin û ez jî wan temaşe dikim. Leyîstok dûv dirêj bûbû û naqediya. Lê karê min hebû, geleke êdî ez biçûma. Min li berîka xwe nihêrî, min dît ku bi min re pere nînin. Bi tenê heqê çayekî, min re heye. Min jî çayek vexwari ye. Ez çi bikim? Ez nikarim heqê mase bidim. Ez wan camêran jî zehf nasnakim. Ez heqê ça xwe tenê bidim çênabe. Ez nedim dîsa ne baş e. Ez nikarim bimînim hêviya wan jî, heta ku rabin. Heyne yê yek ji wan bide. Min ji xwe re biryar da ku ez bêjim xatirê we û herim. Lê dema ez rabîm, şeytên tiştek din êxist ber hişê min! Carna dema radibûyan her kesî hinek pere datanîna ser mase û hesab jî weke niv ûsula Elman dihata dayîn. Dema bîra min ev hat, min jî ew bîst û pênç qurîşê kûrika xwe de deranîn û hêdîka danîn ser sêpayê kêleka maseyî. Lê bê hemdê min deng jê hatibû. Min xatir xwestin û ez derketim. Lê rûyê min sor bûbû û hêca jî dema ev mesele tê bîra mîn ez sor dibim. Xwezî min ew qurîş danenîbîna ser wî maseyî!!
Sedat dengekî bilind got:
––Ka çayekî ji mamoste re dagirin! Qirika wî ziwa bû!
––Bi rastî min dizaniya ku tu zelamek hestyarî, lê piştî deh salan tiştek halê piçûk hêca jî rengê te sor dike. Bi xwedê tu zelamek zehf nestêleyî!
Got Zana û domand:
––Diyar, bi xwedê dora te ye. Te nehişt camêr gotina xwe bêjin. Tu hinge hûtekî dikarî çayê vexwî, lê dema em bêjin; “ka badînê bîne!” Tu yê heskoyê bidî me! Ka vêca tu bibêje, serpêhatiya xwe û çayê.
Diyar, dest bi axaftinê kir. gotin tevlîhev dikirin. Ji sêrî diçû binî, dîsa ji binî dihat sêrî. Axirê bi xurtî-kotekî meseleya xwe xelas kir. Dema axaftina xwe qedand, tirqêniyek li civatê ket û her yek milekî de ket. Heta Sedat ew qas keniya ku lal bûbû û me got qey dil jê çûye. Lê bi rastî meseleya Dîyar vegotî, ne serpêhatiyek pêkenok bû. Dijê wê babetek diramatik bû û kurt bû. Lê Diyar ew qas tevlîhev û dirêj kiribû kû bûbû komedî. Ji ber wê jî civat, ne li meselokê dikeniya, li vegotinê dikeniya. Ev mesele Diyarî, ji pêşiyê xwe seh kirî ye. Kurta serpêhatiya Diyar ev bû: “Li gundê wî, şêxek hebû ye. Ti xwendina wî şêxî tinebûye, lêbelê ji ber ku nevîyê şêxekî navdar e, jê re gotine şêx. Vî şêxî, bi alîkariya dewletê zehf zilim û te’da li gundiyan kiriye. rojek ji rojên salên xelayê ye. Her tişt tineyî ye. Ne li mala şêx be, li ti deveran ne ça peyda dibe û ne şekir. Yekî gundî, rojekî ji xwe re ça dem kiriye û li hewşa xwe de rûniştiye, çayê vedixwe. Şêxê me! jî derê mala wî re dibihore û keyfa wî dibîne. Hema yek car dikeve hundurê hewşê û ji yê gundî re dibêje: “Binêre Elo! Di vî gundî de, an yê tu çayê vexwî û an jî ez!” pehinekî li çaydana wî dide û ser tifikê de hildigurîne. Elo jî zelameke tenê ye. Nikare li hemberê Şêx rabe. Roja din ji gundiyan re dibêje: “Ew welatê ez nikaribim piyanek ça jî lê vexwum, ez li wî welatî nasekinim.” Û diçe. Li gor gotina Dîyarî, hêca jî kes nizane ku kû derê ve çûye.
Şêxmûs berê xwe da hevalê me û got:
––Seyda, bi xwedê vêca dora we ye. Ka vêca hûn serpêhatiyên xwe yên çayê vebêjin. Meseleyên feqehan ji yê me zehftir in. Ji lew re ew her wextî, nav gel de ne. Mele Reşît got:
––Divê em herin. Me got, em ê bêhnekî li avê binêrin. Me hûn dîtin, em man.
Mele Reşîd û Şêxmûs hev nas dikirin û ji axaftina wan diyar bû ku nîzingê hevin jî. Ji ber wê, Şêxmûs zehf rehet û bi israr got:
––Seyda bi xwedê tu yê serpêhatiyekê ji me re vebêjî.
––Kuro Şêxo! Te dîsa bi ya xwe kir û te em li tehtê qerase kirin.
Mamoste got:
––Bi xwedê meseleyên mela zehf xweşin. Xwedê xêra Şêxmûs jê bîne. Bi xêra wî em ê îro jî tiştekî ji xwe re bigrin. Ji ber ku tu yê vebêjî, mala te jî ava be Seyda.
Mele Reşîd, serê xwe da ber xwe, çavên xwe dan xalekî. Wek çawa bîra xwe bîne, tiliya xwe ya şehdê da ceynika xwe û paşê serê xwe rakir, çavê xwe li civatê gerandin û berê xwe da mamoste û got:
––Kesekî ji we, ji ber îkram kirina çayekî tezîr xwarine?
Bersiva pirsa xwe jî dîsa wî da. Got:
––Min tezîr xwarine. Bavê min, mela bû û melayek navdar bû jî. Li gorî navdariya xwe nandar bû jî. Lê li qederê binêrin ku ji ber ku min çayek ikramê kesekî kiribû, rehmetî ti nema serê min de neanî…
Tam wê hînê re nizanim kê ji wan bû, rabû ser xwe û bi rabûnê re lingê wî li semawerî ket û semawer, agir û çaya xwe ve gêrî bû. Çaya tê de rijiya û agir belav bû. Hin kes ji şewatê zor xelas bûn. Tevlîheviyek çêbû û bû zûrbelên. Êdî ahenga sohbetê xera bûbû. Me xatir ji wan camêrên xwest û em ketin riya xwe. Li dûv me, alê başûrê rojava ve taviyek dihat. Dinya tarî dibûya. Dema erebeya me rê ketî peşken taviya biharê gihatin me jî. Dengê xuş xuşa baranê tevlî miş miş û xum xuma ava mezin dibûya…
Kurdjan Sorî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…