1
Kirasekî xewê qeşeng
Di eynikê de jinek
Wê nas nakim.
2
Gurek li pey min tê
Gunehê min dirijê
Weke xwîna jirêderketinê.
3
Deryekî girtî
Destê min li ser kilîtê
Lê ji min dûr e.
4
Kenekî bilind
Di vedengê de
Wek cama paceyê hildiweşe.
5
Siyek di dantêlê de
axîneke dêrîn
Li ser yaqeyê radizê.
6
Derî digrim
Lê dibhîsim ku ba
Bangî min dike.
7
Zaroka di hundirê min de
Hêdîka dipirsê
Ma tu ez im?
8
Dengek di malzaroyê de
Bi kurpisînî dibêje min
Çare niha nîne.
9
Bend mezin dibe
Wek zarokekî di hundirê min de
Sberojê nizane.
10
Li derveyî derî
Hezar rê heye
Lê rû li wir nînin.
11
Ez serkiras li xwe dikim
Li eynikê dinêrim
Çavên min biyanin.
12
Bendek di malzaroyê de
Bi lêdana dil re mezin dibe
Sîngê min teng dibe.
13
Kenê min
Weke kulîlkek zuha
Di zemawendeke sar de dikeve.
14
Şeva bûkaniyê
Heyv li paş perdê ye
Bêdeng digrîm.
15
Kilîta derî
Sar e di destê min de
Wê bernadim.
16
Gurekî dûr e
Lê di xewnan de
Min diqopirînê.
17
Gava min ya pêşîn
Berve malekê bi pirsan
Hatiye çeperkirin.
18
Rêya vegerê
Ji duh dûrtir
Ji sperojê nêzîktir e.
19
Rêgeh gelek in
Lê tevaya wan
Li derî vedigerin.
20
Ez û derî
Bêdengiyê û kilîtan
Parvedikin.
21
Zeviyê kulîlkane
Lê bê bihne
Weke bûka bêdeng.
22
Li ser yaqeya dantêlê
axîna jineke
Min navê wê ji bîr kir.
23
Di kerîdorê dirêj de
Tenê dengê pêlava min
Bersiva min dide
24
Rondikek dikeve
Dengê wê nîne
Lê eynik dibîne.
25
Derî digrim
Pişta xwe didimê
Lê ba min nas dike.
26
Lerzîna destê min
Li ser gustîlka cotbûnê
Gelo ma bi min hest dibe?
27
Siyek li ser dîwêr
Bi min re dilivê
Lê ev kî ye?
28
Di xaniyê xwe de
Li xwe digerim
Maskeyê dibînim.
29
Kenê zemawendê
Di bayê de şikest
Berî ku min bipelînê.
30
Destê wî di destê min de
Lê tilyên me
Di nav hev ra narin.
31
Di qulika derî re
Cîhaneke din
Min nas nake.
32
Serkirasê sipî
Di bin de
Hişîniya giyan.
33
Dengê dayîka min
Ji dûr ve tê
Lê ne ji bo min e.
34
Çavên min girtî ne
Lê ez xewnê dibînim
Ku bi zelalî dişkê.
35
Di malzaroka şevê de
Xewnê dibînim ku
Di vî derî re derbas nebûme.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Helbestvana Urdunî (Jordan) Raneem Nizar.
Wergerandina ji zimanê Erebî Majêd a Mihemed.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…