Ji Edîtor
Ji jimara 170yî merheba. Jimara Nûbiharê ya 169an ji ber hin sedeman bi qasî 45 rojan dereng derketibû. Bi kêfxweşî dibêjim ku piştî derketina wê jimarê, me dest bi jimara 170yî kir û kovareke sê mehî di mehek û nîv de amade bû, çap bû û hat ber destê we.
Di vê jimarê de M. Zahir Ertekin bi navê “Geştek li nav Dîwana Behmûrî” li ser Dîwana Behmûrî nivîsiye. Mela ‘Ebdurrehîm İnanç (Behmûrî) helbestên xwe bi terzê klasîk dinivîse. Di dema îro de şairên bi vî terzî dinivîsin kêm in. M. Zahir Ertekin dibêje ku Behmûrî, mijarên ‘eşq, hesret û firqeta ji yarê, hezkirina Pêxember (s.), niştimanperwerî, tesewuf û hin cureyên din bi hostayî bi kar anîne. Ertekin weha gotiye: “Ev dîwan, wek gelek berhemên klasîk ên edebiyata Rojhilata Navîn, di bin bandora kevneşopiya helbestvaniya Farisî û Erebî mabe jî, lê bi reng û dengê xweserî yê Kurdî xemilandî ye.” Di vê jimarê de nivîsa Ahmedê Hepo ez birim salên berê. Xwedê sihetê bide, Ahmedê Hepo li heyatê ye, li Azerbaycanê dimîne. Salên wî ji 80yî derbas bûne. Di vê jimarê de li ser Bariyê Bala nivîsiye. Cara ewil min navê Bariyê Bala di salên 90î de bihîst. Wan salan hevalekî ji Azerbeycanê bi navê “Kuda Herim” pirtûkeke wî ji min re anîbû. Helbestên wî yên bi qafiye pir li xweşa min çûbûn. Bariyê Bala sala 1937an li gundekî Ermenistanê tê dinyayê; sala 2020an de jî li Qazaxîstanê, Alma Atayê 84 saliya xwe de wefat dike. Ev qedera me ye. Çima bi sedan rewşenbîr û nivîskarên me li xerîbiyê; belkî jî di perîşaniyê de wefat dikin? Ev mijareke din e; lê heqîqeta me ye. Ahmedê Hepo Bariyê Bala sala 1960î nas kiriye û hevaltiya wan heta wefata Bala dewam kiriye. Hanifi Taşkın Adil Begê Miksî kiriye mijara nivîsa xwe. Adil Beg sala 1931ê de, di 33 saliya xwe de tê kuştin. Di wî umrê xwe yê kurt de navek meşhûr li pey xwe hiştiye. Em tev tirba Ehmedê Xanî ya li Bazîdê dizanin. Gelo hûn dizanin ev tirba çi wextê çêbûye? Min jî nizanîbû, xwend hîn bûm. Ez bawer im ev mijara wê bala gelekan bikişîne. Nihat Gültekin çêkirina tirba Ehmedê Xanî kiriye mijara nivîsa xwe. Di vê jimarê de Tehsîn Îbrahîm Doskî sê xezelên Hafizê Şîrazî ji Farisî wergerandine. Hekîm Meretoyar jî ji Herêma Sasûnê çend stranên kurt berhev kirine.
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Sabri Akbel, Newzad H. Wezîr, Eyşana Beravî, Mizgîn Ertaş, Mustafa Ertaş, Wehab Mistefazade, Mela Muhemmed Gulnar, Xortê Nazik, Mustafa Karadağlı, Bedirhan Epözdemir, Dilazad A.R.T, Dawid Aram, Rojbîn Ozkan, Ahmet Gemi û Ozan Serhedî di vê jimarê de cih girtine. Şairên vê jimarê jî wisa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Hebîb Akbaş, Asyah Goyî, Mihemed Elî Bayram, Sidîq Gorîcan, Eyşana Beravî, M. Ebdulhemîd Mendanî, Kevok Mizgîn, Mistefayê Gewrê, Sabrî Akbel, Muhammed Bozkoyun, Mustafa Işık, Mîna Aqil, Alî Yusuf Rengvermez, Bedirhan Epözdemir, Mehmet Çalışci û A. Rahîm Kılıç.
Hevpeyvîna vê jimarê Paşa Amedî bi nivîskar Mehmet Öncü re çêkiriye. Mehmet Öncü bêhtir berhevkariya folklorê, wekî din jî heta niha di gelek waran de berhemên Kurdî nivîsandine. Di vê hevpeyvînê de behsa xebat û tecrûbeyên xwe kiriye.
A. Rahîm Kılıç Piştî me karê xwe xilas kir û me yê kovar bişanda çapê, xebereke sar gihişte me. Yek ji şairên me yên vê jimarê A. Rahîm Kılıç, di temenekî ciwan de çûbû ber rehma Xwedê. Em ji bo A. Rahîm Kılıç ji Xweda rehmetê dixwazin, ji malbat, heval û dostên wî re serxweşiyê dixwazin. Heta jimara din bi xatirê we.
SÜLEYMAN ÇEVİK
NAVEROK
- Geştek li nav Dîwana Behmûrî M. Zahir Ertekin
- Takrihana Pelhûrik Rojen Barnas
- Bîranînên li Efrandiya Heq Aliyayî Ahmedê Hepo
- Dereng e, nepirse bersivê Berken Bereh
- Rêça Dîroka Kurdan di Destana Memê Alan de: Kurdên Eyûbî û Padîşahê Kurdan Sultanê Muxrebiya Nevzat Eminoğlu
- Karê min Ew digerîne… Mewlana Celaleddînê Romî / Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar
- Hesûd Sabri Akbel
- Ji Herêma Sasûnê Çend Stran Berhevkar: Hekîm Meretoyar
- 284 Newzad H. Wezîr
- Çavê Pacê Eyşana Beravî
- Dareke Bêdeng Hebîb Akbaş
- Bajarekî Qedîm û Sê Efsaneyên Jînereng Mizgîn Ertaş
- Dê her mînim Asyah Goyî
- Spasiyeka nûkemilî Mihemed Elî Bayram
- Emrûd: Di Bihuştek Veşartî de Sê Dîmenên Dîrokî Mustafa Ertaş
- Heft Hayko Sidîq Gorîcan
- Çîroka Çêkirina Tirba Ehmedê Xanî Nihat Gültekin
- Sê xezelên Hafizê Şîrazî Wergera ji Farisî: Tehsîn Îbrahîm Doskî
- Efsaneya Adil Begê Miksî (1898-1931) Hanifi Taşkın
- Xalî Eyşana Beravî
- Tu Dizanî M. Ebdulhemîd Mendanî
- Qefes Wehab Mistefazade
- Wêneyên te Kevok Mizgîn
- Wefadariya Mîrê Zirav ji bo Kelha Sunbanê Mela Muhemmed Gulnar – Xortê Nazik
- Zerê Mistefayê Gewrê
- Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkariyê dest pê kiriye! Hevpeyvîn: Paşa Amedî
- Hezjêkirin Sabrî Akbel
- Nabînim Muhammed Bozkoyun
- Xaniyê Meta Bêzê Mustafa Karadağlı
- Geveziya Rojê Mustafa Işık
- Tawanbarî Mîna Aqil
- Roja ku Xezeb li me barandin Bedirhan Epözdemir
- Di Avakirina Şaristaniya Nûjen de Rola Felsefeyê Dilazad A.R.T
- Sê Dîwar Dawid Aram
- Dibe ku Alî Yusuf Rengvermez
- Tirintas Rojbîn Ozkan
- Pepûk Ahmet Gemi
- Bi hêvî be Bedirhan Epözdemir
- Lîlozên Zeviyeke Berken Mehmet Çalışci
- Çend gotin li ser pirtûka Lixwegerînê Ozan Serhedî
- Şahkarê Herimî A. Rahîm Kılıç
Nubihar.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…