Xutbe | Destpêka Demsala Rehmet û Mexfiretê

Dîrok: 28.02.2025

 

Gelî Musulmana!
Mizgîniya xêrê li me, hemd ji Xweda ra. Hîva Remezanê dîsan wayê li me dertê. Xwedê hezke îşev emê terawîhan bikin û pê demsala rehmet û mexfîretê pêşwazîkin. Terawîh nimêjek sûnnet e him Cenabê Pêxember bi xwe kiriye him bi cema’etê daye kirinê û xwastiye ummeta wî jî bike(1) ji dewra sehabiyan ta nika bi vî awayê ku em dikin hatiyekirinê.(2) Terawîh; ‘ibadetkî berceste ye, rihê me yên westiyayi pê hedara xwe dibînin, dilê me yê tengezar pê şadibin, gunehê me pê ‘efûw dibin. Cenabê Pêxember difermê: “Kî ku bi bawerî û bi hîviya xêra Xwedê nimêja terawîha bike gunehê wî yê berê ‘efûw dibin.”(3)

Gelî Musulmana!
İşev Xwedê hezke emê rabin paşîvê, paşîv bereketa Remezanê ye. Paşîv wexta lavan û dû’an e wexta nimêja şevê ye, wexta tobe û daxwaziya ‘efwê ye. Radibî paşîvê, dibî şahidê hişyarbûna mexlûqan. Xewa xwe li cîh dihêlî, xefletê datînî alîkî, bi dayin û îkrama Xweda va ji nûw va halxweş dibî. Qasidê Xweda fermaye: فَإِنَّ فِى السُّحُورِ بَرَكَةً “Di paşîvê da bereket heye.” (4)ji me xwastiye ku bi qimkî av jî be dîsan paşîv bikin, mizgînî daye biweku kesê rabin paşîvê, dibin mezherê rehmeta Xweda, melaîket jê ra dû’ayê xêrê dikin.(5)

Gelî Musulmana!
Remezan, meha rojiyê ye. Cenabê Pêxember difermê: “Meha pîroz meha Remezanê wa hat. Xwedayê jorîn vê mehê da rojî li ser we ferz kiriye. Vê mehê da dergehê bihiştê vedibin, dergehê agir tên girtin…” (6) Herçî musulmanê baqilê fahmberî xwe be, rêwî yan nexweş nebe li ser wî dibe ferz meha Remezanê da rojiyê bigre. Rojiya ku bi şert û ruknê xwe va, bi adabê xwe va were girtinê, îradê xurt dike, ji çavbirçîtiyê, ji teme’kariyê reha dike, destan ji heramiyê, ziman ji derew û zemmê, ‘ibadetan ji riyakariyê û dilan ji gunehan paqij dike, meruyan ji cehennemê dûrdixe, nêzîngî bihiştê dike.

Gelî Musulmana!
Remezan, meha Qur’anê ye. Xwedê Te’ala difermê: “Meha Remezanê, ew meha ye têda Qur’an hatiye hinartinê ku bibe rehberê rêka rast û bibe delîlên vebijartina heq û batilê ji hev” (7) Wekî wer e, ew Qur’ana ku bûye sedemê meha Remezanê bibe sultanê yanzdeh mehan têra xwe bixwûnin, li ser me’neyê wê biponijin, ehkamê wê li jiyana xwe tetbîq bikin. Qur’anê, rojiyê, mizgevtê bi zar-zêçê xwe bidin hezkirinê. Mizgevtên ku cîh û warê mehebbet û merhemetê ne zarû gava hatinê wan tehlnekin, neêşînin, bi kêfxweşî û bi zimanê şîrin wan hildin nav cema’etê û bikerheskî tev bi hev ra nimêja xwe bikin, wan ji rehmet û bereket û şahî û coşa Remezanê mehrûm nekin.

Gelî Musulmana!
Remezan, ew meha ye ku gotî hîsabê xwe yê bi Xweda ra, bi famîla xwe ra, bi dor û berê xwe ra û bi kes û karê xwe ra carkî din ber çavan ra derbaskin. Wekî wer, dilê xwe, malê xwe, karxaneyê xwe, kuçe û kolanê xwe, gund û bajarê xwe ji meha Remezanê ra amadekin. Xîretkin ku emr û fermanê İslamê ji xwarin û vexwarinê bigre ta bil cil û bergan, ji kirîn û firotinê ta bi têkiliyê famîlê û cîrantiyê hema li hemû qadê jiyana xwe tetbîq bikin. Tiştên bêfaydeyên ku dînê me da şaristaniya me da tunebin wexta xwe bi wan ra zayi mekin. Guhê we li ser be, ‘ibadetê xwe wextê da bikin, zemanê xwe bi angorî wextê ‘ibadetan daînin. Sifreyê xwe yê fitarê tijî bi luks û îsrafê mekin, bang feqîr û xizanankin, wan ji bîr nekin. Per û baskê xwe bi ser mezlûman da, bi ser feqîran da, bi ser sêwî û bêkesan da vegrin. Bi behana rojiyê nav malê da, li karxanê û çûn û hatinê da dilê kesî ji xwe nehêlin, kesî bêhizûr nekin. Kêmfirsendiyê mekin, malê xwe biha nekin, xelkê mexdûr nekin. Kesê li musulmana zulmê dikin yan destgîriya wan dikin malê wan neînin ser sifrê xwe.
Bi vê minasebetê daxwaziya mi ji Xweda ew e vê Remezanê serî da li milletê me û li hemî cîhan Îslamê bigerîne xêr û bereket.

—————————————————————

1.İbnû Henbel, VI, 267; Bûxarî, İ’tisam, 3.
2.Mûwette’, Remezan, 2; Tirmizî, Sewm, 81.
3.Bûxarî, Selatû’t-terawîh, 1.
4.Bûxarî, Sewm, 20.
5.İbnû Henbel, III, 44.
6.Nesaî, Siyam, 5.
7.Beqere, 2/185.

Mela ‘Ebdûselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *